Başûrê Kurdistanê di nava kaosê de ye
Artêşa Iraqê û Heşdî Şabî, ji Xaneqîn, Xurmatû, Taze û Daqûqê dest pê kirin û heta Kerkûkê dest bi dagirkeriyê kirin. Di sibeha 17'ê Cotmehê de Kerkûk û derdora wê bi temamî bi dest xistin. Ji bilî bajar û navçeyan, hedef bi giranî herêmên petrolê bûn
SEYÎT EVRAN
- SILÊMANÎ
Piştî dagirkeriyê bi qasî 150 hezar kes ji Xurmatû û Kerkûkê koç kirin. Piraniya kesên ji Xurmatûyê koç kirin berê xwe dan Kelar, Kifrî, Zenane, Newcolan, Kadirkerem, Germiyan û Silêmanî. Yên ji Kerkûk û derdora wê jî koçî Çemçemal, Pirde, Hewlêr û Silêmanî kirin. Gel di destpêkê de li dibistan û mizgeftan hate bicihkirin û piştî demsala perwerdeyê dest pê kir neçar ma ji dibistanan derkeve. Hin jê li cem xizmên xwe, hin jî li malên vala ên li gundan bi cih bûn. Piraniya mirovên koçber bûne di rewşeke nebaş de ne û dixwazin demek ji ya din zûtir vegerin cih û warên xwe.
XIZMETA TENDURISTIYÊ YA LI GUNDÊ VARANÎNÊ
Ji bo mirovên ji Xurmatû û derdora wê koç kirine, komek ji doktorên dildar li gundê Varanînê li konteynerekê navendeke tenduristiyê vekirin. Navenda tenduristiyê ku bi pêşengiya doktora Elman Dr. Medya û doktorê ji Germiyanê Dr. Azad Germiyanî hate vekirin, zêdeyî 2 meh in li gorî derfetên xwe xizmeta tenduristiyê dide. Azad Germiyanî anî ziman ku tenê ji Midûriyeta Tenduristiyê ya Kelarê dikarin hinek alîkariya dermanan bigirin.
9 ji herêmên petrolê yên li herêmên Kerkûk, Zimar, Şivaşok, Bayhasan, Havana, Baba Gurgur, Cembûr, Xebaz, Aynzala û Xurmala di kontrola Bexda û Heşdî Şabî de ne. Li van deveran rojane nêzî 800 hezar warîl petrol bi dest diket. Piraniya vê petrolê jî ji aliyê PDK'ê ve radestî Tirkiyeyê dihate kirin. Ji vê petrolê rojane 30 hezar warîl dibû para Iraqê û YNK'ê.
Rêveberiya Iraqê bi şîrketa BP a Îngilîz û Îranê re peymanên nû yên petrolê mohr kir û peyaman PDK'ê ya bi Tirkiyeyê re betal kir. Petrola ku roja bi 600 hezar warîlî diçû Tirkiyeyê daket 150 hezar warîlî. Rêveberiya herêmên petrolê bi temamî di destê dewleta Iraqê de ye.
REWŞA RÊVEBERÎ Û LEŞKERÎ
Li herêmên ku artêşa Iraqê bi dest xist, rêveberiyên demî hatin wezîfedarkirin. Li Şengalê li gorî baweriya gel qeymeqam hate dayinkirin. Lê belê li Xurmatû, Kerkûk, Daqûq û Tazeyê ev hesasiyet li ber çavan nehate girtin. Rakan Alî ku piştî dagirkirina Kerkûkê weke walî hate tayinkirin, lê li ser kar e.
Li herêmên hatin kontrolkirin, hêzên Kurd neman. Heşdî şabî, artêşa Iraqê, polîsên federal, hêzên antî terorê yên artêşa Iraqê bûn hêzên leşkerî û ewlekariyê yên li van herêman. Li herêmên navborî Kurd hem ji aliyê rêveberiyê hem jî ji aliyê leşkerî ve li derve mane.
KOMÊN SER BI ÎRANÊ VE XWE VENAKIŞÎNIN
Li herêmên ji aliyê artêşa Iraqê ve hatine dagirkirin rewşeke dualî heye. Çend caran hate ragihandin ku Heşdî Şabî wê xwe ji bajaran vekişîne. Koma Saraya Selam a ser bi Sadr ku li gel Haydar Ebadî tevdigere, xwe ji axa Kurdan vekişand. Daxuyakirin ku wê çekên xwe teslîm bike. Lê belê komên ser bi Îranê ve xwe ji bajaran venekişandin. Hikumeta Bexdayê jî kincê leşkerî yê artêşa Iraqê li komên ser bi Îranê dike û bi vî rengî hewl dide rewşê binixumîne.
Lê belê li Xurmatûyê rewş cuda ye. Çeteyên Eniya Tirkmen a Iraqê mal û kargehên Kurdan şewitandin û dest danîn ser mal û milkên Kurdan. Ji bo hêrsa Kurdan kêm bike, artêşa Iraqê hêzên Heşdî Şabî ji taxên Kurdan vekişand û hêzên artêşê lê bi cih kir. Tevî vê yekê jî êrîşa li dijî Kurdan nesekinî.
REWŞA NÊÇRIVAN, MESÛD Û MESRÛR
Piştî dagirkirina Kerkûk û herêmên din ên Kurdan Mesûd Barzanî ji ber zexta hêzên navneteweyî îstifa kir. Erkên xwe radestî Serokwezaretiya Herêmê, Serokatiya Parlamentê û Komîsyona Edaletê ya Bilind kir. Nêçirvan Barzanî erkên xwe zêde bi kar tîne û dixwaze zêdetir bi kar bîne. Ji bo hevdîtina bi partiyan re, destpêkirina diyalog û danûstandinên bi Iraqê re li ser hev daxuyaniyan dide. Ji bo têkiliyê bi Tirkiye û Îranê re xurt bike, gelekî hewl dide.
Lê belê zehmet e ku mirov bêjin hemû hêzên li nava PDK'ê qebûl dikin ku Nêçirvan Barzanî derkeve pêş. Derdorên ser bi Mesûd û kurê wî Mesrûr Barzanî, di wê baweriyê de ne ku Nêçirvan hewl dide Mesûd tasfiye bike. Di organên çapemeniyê yên ser bi Mesrûr re weşanên bi vî rengî tê kirin. Xuya ye di navbera Mesrûr û Nêçirvan de nakokiyeke cidî heye. Tê payin ku şerê ji bo desthilatdariyê mezintir bibe.
YNK A JI GELEK SEREKAN PÊK TÊ, KONGREYA XWE TALOQ KIR
Mirina Mam Celal û dagirkirina Kurdistanê ji aliyê artêşa Iraqê ve, pirsgirêkên navxweyî yên YNK'ê girantir kir. Kosret Alî Resûl, Mela Bextiyar, Waliyê Kerkûkê Necmeddîn Kerîm û ji fermandarên pêşmergeyan Şêx Cafer û Şêx Mûstafa xwe nêzî PDK'ê kirin û bi vî rengî blokek ava kirin. Kûbat Talabanî tevî ku di siyasetê de nû ye û ji ber ku alîkarê serokwezîr e hewl da siyaseteke navendî bimeşîne jî nêzî Hêro Îbrahîm Ehmed Talabanî û kadroyên destpêkê yên YNK'ê kir. Berhem Salih beriya referandûmê eniyek av akir, lê belê ji YNK'ê veneqetiya. Biraziyên Talabanî Aras û Lahor Şêx Cengî Talabanî jî helwesteke cuda nîşan didin. Bi giranî dixwazin tevî malbata Talabanî siyasetê bikin.
Ev rewşa YNK'ê ku gelek serek ji nav derketin pêş, bû sedem ku kongreya diviyabû di dawiya meha Kanûnê de bihata kirin taloqî meha Sibatê piştre jî taloqî meha Adarê were kirin. Lê hê ne zelal e ku kongre li hev bicive yan na. Tê payin ku pirsgirêkên navxweyî kûrtir bibe.
PARTIYÊN ÎSLAMÎ XWE NÊZÎ TIRKIYEYÊ DIKIN
Li Başûrê Kurdistanê du partiyên mezin hene bi navê Komala Îslamî û Îslamî Yekgirtû. Navê van partiyan çiqasî Îslamî jî be, ji Îranê wêdetir xwe nêzî Tirkiyeyê dikin. Têkiliyên Komala yên bi Tirkiyeyê re her çend gelekî li pêş nebin jî têkiliyên Yekgirtû gelekî kûr e. Serekê Îslamî Yekgirtû Selehaddîn Bahadîn ji kevneşopiya Birayên Misilman tê. Ji ber vê yekê bi AKP'ê re xwedî têkiliyeke nêz e. Balkêş e piştî referandûmê ji bo başkirina têkiliyên navbera Tirkiye û Başûrê Kurdistanê navbeynkarî kir.
GORAN A BÊ LÎDER MA, PIŞTÎ DAGIRKERIYA IRAQÊ NEKARÎ ZÊDE BIBE XWEDÎ BANDOR
Tevgera Goran bi desteka ji hêzên navneteweyî, li Başûrê Kurdistanê hêviyek ji bo guhertineke mezin afirand û bi vî rengî ava bû. Di du hilbijartinan de ji YNK'ê bêhtir deng stand. Piştî ku lîderê Tevgera Goran Newşirwan Mistefa jiyana xwe ji dest da, tevger bê lîder ma. Heta roja dawî li dijî referandûmê derket. Piştî ku Iraqê axa Kurdistanê dagir kir nekarî zêde bibe xwedî bandor. Çend caran ji bo derketina ji nava krîzê avakirina hikumeteke nû xiste rojevê. Nekarî zêde hêviyê bide gel û mûxalefeteke cidî ji dest nehat. Goran ji ber ku hêzeke xwe ya leşkerî nîne, nekarî zêde gotinên radîkal bike.
TEVGERA AZADÎ
Nebûna xwedî bandor a Tevgera Azadî ji ber sedemên cuda ye. Beriya her tiştî hê nû bûye xwedî statuyeke fermî. Piştî dagirkeriyê, hêviyek afirand. Lê belê ev dem bi giranî ji bo wergirtina destûra fermiyetê ji hikumeta navendî, derbas kir. Berxwedana li Kerkûkê qadeke xurt a rêxistinbûnê afirand. Sempatiya gel a ji bo Tevgera Azadî zêde dibe. Lê aliyê din zexteke giran li ser Tevgera Azadî heye. Destûr ji xwepêşandanên wê re nehat dayin.
KRÎZA ABORIYÊ KÛR DIBE
Yek ji çarê nifûsa Başûrê Kurdistanê veguheriye karmendên bi maeş. Krîza aboriyê ya beriya dagirkeriyê dest pê kir kûrtir dibe. Maeşên mirovan nayê dayin. Êdî du sê mehan carekê maeş ji karmendan re tê dayin. Maeşê karmendekî beriya krîzê li dora milyonek dînarê Iraqê bû. 200 û 300 hezar dînar beriya dagirkeriyê ji maeşan hate birîn. Ji ber vê yekê gelek mamosteyan tevî mamostetiyê neçar man karekî din bikin û ajokariya taksiyê kirin. Gelek hîndkarên zanîngehê li firoşgehan cixare û tûtinê difiroşin û debara xwe bi vî rengî dikin.
Krîza aboriyê derb li fîrma û sektorên li herêma federal kar dikin, xist. Midûriyeta Giştî ya Sicîla Bazirganiyê ya Başûrê Kurdistanê diyar kir ku piştî dagirkeriyê 540 fîrmayan îflas kirine. Bi hezaran mirov jî bi vî rengî bê kar man.
GEL JI POLÎTÎKAYÊN HIKUMETÊ ACIZ E
Gelê ku ji polîtîkayên hikumeta Başûrê Kurdistanê aciz e ev du roj in li qadan hikumetê protesto dike. Xwepêşandêr dibêjin ku heta maf, kar û nanê xwe bi dest bixin û heta hikumet îstifa bike, wê çalakiyên xwe bidomînin.