1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Bi zimanê şahidan trajediya Enfalê
Bi zimanê şahidan trajediya Enfalê,bi,zimanê,şahidan,trajediya,enfalê

Bi zimanê şahidan trajediya Enfalê

Welatiyên herêma Germiyan yên ku li ber pêla Enfalê ketin, di 29’mîn salvegera Enfalê de qala wê rojê kirin

A+ A-

 


BERHEM LETÎF/ GERMIYAN

 

Germiyan yek ji wan herêmane ku di sala 1988’an de li ber pêla Enfalê ya rejîma Baasê ketiye. Du welatiyên Germiyan serpêhatiya rizgarbûna xwe ya ji Enfalê ji ajansa me re vegotin.

 

Welatiyê bi navê Rizgar Îbrahim ku li gel malbata xwe li ber Enfalê ket, wiha qala çîroka xwe dike: “Destpêkê em li Xurmatû hatin girtin. Li wê noqteyek kontrolê li ser  avê hebû. Em nizîkî 6 kes bûn. Qasî nîv  saet em li wir hatin hiştin. Piştre ji wesayitek hat, em dibêjim qey şofêrê wê ji Kurd bû. Em birin Xurmatû û malbatek din ji anîn gel me. Em 13 kes bûn. Me hinekê di nav Xurmatû de gerand. Piştre em li rex otobusekê rawestandin. Hinek leşker li gel bûn. Me li wê derê peya kirin û em li otobusê siwar kirin.”

 

Rizgar Îbrahîm wiha berdewam kir: “Em 9 şev li Tikrît mayin û roja 10’ê em ji hev cûda kirin. Ez li gel du xalet, dapîr û kalikê xwe bûm. Ew cihê em lê di man qadek mezin bû ku gelek kes têdebûn. Di wê qadê de ciwan û kesên pîr ji hev cûda kirin. Piştre em rêkirin û em qasî 6 saetan rê çûn. 3 kîlometreyan em li ser rêya ax meşiyan. Me ne dizanî em diçin kûderê. Piştre gotin vir Nugre Selmane.”

  

Rizgar Îbrahim diyar kir ku ew 6 mehan li Nugre Selman maye û wiha pêdeçû: “Rojane herî kêm 12 kesan jiyana xwe ji dest dida. Gel di rewşek gelek xirab  de bû. Ji bo du sê  hezar kes varêlek av danîn. Bi rastî jiyan li wir bi rezalet bû.”

 

Rizgar Îbrahim di dewama axaftina xwe de ev gotinkir: “Piştî ku em 6 meh li Nugre Selman mayin, gotinek belav bibû ku di got emê ji vir derkevin. Xalê min navê me nivîsand û piştre em şandin ber deriyê rojhilat yê qadê. Em qasî sê şevên din li wir man. Piştre em derxistin, li ber derî ji gelek otobus rawestabûn. Em yekem malbat bûn ku em derxistin. Em çûn otobusê de û me dît tenê şofêr  di otobusê deye, berê xwe da me û got netirsin emê we azad bikin. Em ji gelek kefyxweş bûn. Piştre em anîn Erbet û her kesek ji wan çûn cihê xwe.”

 

Di dawî de Rizgar Îbrahim wiha got: “Ji malbata me qasî 15 kes hatin Enfal kirin. Birayê min li Nugre Selman temenê wî çar salî bû, du mamên min hatin Enfal kirin û leşkerekê şeqamek li çavê dayika min da û di dema 5 salan de dayika min  çavê xwe ji dest da.”

 

Her wiha welatiyê bi navê Kemal Osman ku li ber pêla Enfalê ketî  bi van gotinan qala serpêhatiya xwe dike: “Yekem kesê Enfalême, ji malbata min tenê ez mame. Çar bira, du xwişk, dayik û birayê min hatine Enfalkirin. Min carekê bavê xwe li gundê Qela Qoçaxlî ku gundek Germiyane dît. Bavê min hat gel me û nasnameya xwe da min û pismamê min. Heya ku çuyî ji berê xwe dida me û di giriya. Me ji ne dizanî çi çêbûye.”

 

Her wiha Kemal Osman got: “Em hatin ser rêya di navbera bajarokê Serqela û Rizgarî. Em li wir hatin girtin. Wê demê musteşarek em rizgar kirin û em hatin bajarokê Rizgarî. Me hinek lawir hebûn, ti kesek me nemabû. Keçmamek me hebû, em birin gel xwe. Piştî demekê ez bûm şivanê yeke Ereb. Heya sala 1991’an ez şivanê wî bûm. Sala 1991’an de ez bûm pêşmerge.”

 

Kemal Osman wiha dawî li gotinên xwe anî: “Hikûmet bi mûçeyek kêm ji tezmînata malbatên Enfalkiriyan nade, eger tezmînatek baş  bide, wê ji cihê mayi û şûnde  jiyana me baştir bibe.”

 

Hêjayi gotinêye piştî şerê 8 salan yê di navbera Iraq û Îranê de, rejîma Baas a faşîst sala 1988’an de bi pêşengtiya Elî Hesen Mecîd pêla Enfalê li Başûrê Kurdistanê destpê kir. Di encama 8 qonaxên Enfalê de 182 hezar kes hatin qetilkirin.

 

(rn)