Birîneke 23 salî: Komkujiya Hewlêrê
Komkujiya Hewlêrê ya di nava Kurdan de weke sûcekî netewî tê dîtin, tevî 23’ê sal in di ser komkujiyê re derbas bûye jî, hê jî çarenûsa qurbaniyan ne diyar e, hikûmeta Kurdistanê û parlementoyê xwe li vê nebihîstî dike
ANF / Di komkujiya Hewlêrê de, ya 16’ê Gulana 1997’an a ku Hewlêrê pêk hat zêdetirî 80 gerîlayên Tevgera Azadiya Kurdistanê bi awayekî der mirovî û exlaqî hatin qetilkirin. Îro 23 sal di ser vê komkujiyê re derbas bûye lê hê hê nehatiye jibîrkirin.
ŞERÊ NAVXWEYÎ ZIYAN DA DESTKETIYÊN KURDAN
Statûya Başûrê Kurdistanê hêviyek mezin da parçeyên din Kurdistanê. Piştî Komara Kurdistanê cara yekem bû Kurd dibûn xwedî statû û xwe bi rêve dibirin. Parçeyên din ên Kurdistanê jî çavê wan li vê bû ku statû bibe zemînê komkirina mala Kurdan û ji bo wan bibe piştevanek a têkoşîna li dijî dagirkeriyê.
Bi şerê navxweyî ziyanek mezin giha destketiyên gelê Kurd. Encama şer wiha kir ku hêzên ku hene li dijî hev her tiştî bikin, heta ku hêzên Iraqê û Tirkiye û Îranê anîn û li dijî hev bi kar anîn.
TIRKIYE SÛD JI NAKOKIYÊN NAVXWEYÎ TIM GIRTIYE
Hêzên derve ev nakokî ji bo berjewendiyên xwe bi kar dianîn. Aliyên Kurdistanî ji bo pêkanîna planên xwe bi kar tanîn. Kurd bi destê Kurdan qetil dikirin. Tirkiye her tim ji vê sûd girtiye û bikar aniye
Dewleta Tirk a dagirker ji sala 1983’yan ve êrîşî herêmên Başûrê Kurdistanê dike û hewl dide bi îdîaya “şerê dijî PKK” herêmê dagir bike, xeyala sînorên Mîsakî Millî pêk bîne. Yek ji êrîşên dagirkerina Başûr a herî berfireh jî di 14’ê Gulana 1997’an de bi tevlîbûna zêdeyî 200 hezar leşker, cerdevan pêk hat. Dewleta Tirk ku navê, “Operasyona çakûç” li van êrîşan kir, îdîa kir ku armanca êrîşên wan tasfiyekirina biryargeha navendî ya PKK’ê ya li Zap’ê ye.
Li hemberî êrîşan gerîlayên PKK’ê berxwedanek mezin nîşan didin û derbên giran li artêşa Tirk dixin. Di encamê de hejmareke zêde leşker û cerdevan tên kuştin.Li gorî gelek nûçeyên ku xwe dispêrin agahiyên artêşa Tirk a dagirker a wê demê, Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) daxwaz ji Tirkiye kiriye ku li dijî hebûna PKK’ê ya li Başûrê Kurdistanê êrîşek bide destpêkirin. Dema êrîş dest pê kirine, pêşmergeyan jî cih girtiye.
QETIL KIRIN Û GORÊN WAN VEŞARTIN
Di 16’ê Gulana 1997’an de, yanî 2 roj piştî destpêkirina êrîşan, li bajarê Hewlêrê, di nexweşxaneyekê de ku birîndarên PKK’ê lê diman, komkujiyek pêk hat. Di êrêşan de ku ji aliyê hêzên PDK’ê ve pêk hatin , 80 birîndarên PKK’ê û welatparêz şehîd bûn.
Hêzên PDK bi awayeke hemwext hem êrîşê nexweşxaneyê kirin hem jî êrîşê Navenda Giştî ya Yekîtiya Netewî ya Demokratîk ya Kurdistanê (YNDK), ofîsa Navenda Çanda Mezopotamya ya Hewlêrê, Komeleya Yekîtiya Jinên Azad ya Kurdistanê (YAJK), êrîşê rojnameyên Welat û Welatê Roj jî kirin û bi çekên giran van saziyan gulebaran kirin. Di êrîşan de, ku li ser van saziyan çêbû gelek mirovên bêparastin jiyana xwe ji dest dan. Operasyona destgîrkrin û girtinê ya piştî êrîşê dan destpêkirin, bi mehan berdewam kir
Îro 23 sal bi ser komkujiya Hewlêrê re derbas dibe. Komkujiya Hewlêrê di 16’ê Gulana 1997’an ji aliyê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ve hat pêkanîn. Di encamê de nêzî 80 gerîlayên PKK’ê yên birîndar ku di nexweşxaneya Hewlêrê de di razan û xebatkarên nexweşxaneyê hatin qetil kirin.
Hêzên PDK’ê bi leşkerên Tirk ên di bin navê Hêzên Aşitiyê de ku li herêmê li ser kar bûn, êrîş kirin li ser gelek saziyên ku Heyva Sor a Kurdistanê jî di navê de bû, bi dehan kesên bêparastin qetilkirin. Tevî ku 23 sal li ser vê komkujiya Hewlêrê re derbas bûye, hîn jî cenazeyê kesên şehîd bûyîn radestî malbatên wan nehatiye kirin. Heta cihê ku cenaze lê hatine veşartin jî nayê anîn.
Piştî komkujiyê, PDK’ê cenazeyê gerîla û karmendên nexweşxaneyê radestî malbatên wan nekir. Tê gotin cenazeyê hinek ji kesên hatîn qetil kirin, li nêzî balafirxaneya Hewlêrê hatine veşartin. Li gorî nûçeyek a hejmara 56’an a rojnameya Çetir ya sala 2011’an hatî weşandin, cenazeyê beşek ji şehîdên komkujiyê li cihek li ser rêya Hewlêr û Mexmûrê hatine veşatin ku bi Mehmel Qîr tê naskirin.
DAXWAZA NÎŞANDAN GORÊN ŞEHÎDAN KIRIN
Xizmên kesên di komkujiya Hewlêrê de hatine windakirin û şehîdkirin û komeleya Hêvî ya ji bo piştgiriya qûrbaniyên şer, ji bo dîtina cenazeyê şehîdan ev çend sale daxwaznameyek radestî lijneya Mafê Mirovan ya Parlamentoya herêma Kurdistan, Komeleyên Mafê mirov û Parlamentoya Iraqê kirine. Lê hîn tiştek nehatiye kirin.
Ev komkujî bû sedema nerazîbûnan. Her çiqas rewşa siyasî ya wê demê ji bo nerazîbûna nedestdayî bû, lê li Silêmaniyê gel rabû li ser piyan û ev komkujî şermezar kir.
Piştî 2000’an û şûn ve ji bo eşkerekirina aqûbata qurbaniyan hewldan zêde bûn. Xizmên şehîdan ji bo ronîkirina cenazeyê zarokên xwe ketin nava hewldanan. Di sala 2010’an de jî Komeleya Piştevaniya Şer hate avakirin û bi kûrî kar li ser kir.
Di sala 2011’an de Lîjeya Mafê Mirovan a Parlamentoya Herêma Kurdistanê dest bi karkirina li ser vê dosyayê kir. Daxwaznameyek pêşkêşî Wezareta Navxweyî kir. Tê de daxwaza ronîkirina aqûbata kesên winda bûne kir.
Di sala 2012’an de Wezareta Navxweyî ya Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê îtiraf kir ku ji komkujiyê tu kes nehatine rizgarkirin û hemû hatine qetilkirin. Lê, cihê gorên wan eşkere nekir û çawa hatine kuştin û kê komkujî pêk aniye nehate diyarkirin.
Wezareta Hundirîn dabû diyarkirin ku amadeye kesên di komkujiya Hewlêrê de şehîd bûne, weke şehîd nas bikin, lê heta niha ev soza xwe ji pêk neaniye.