1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Birînên fermana dawîn hêzeke xurt ava kir
Birînên fermana dawîn hêzeke xurt ava kir,birînên,fermana,dawîn,hêzeke,xurt,ava,kir

Birînên fermana dawîn hêzeke xurt ava kir

Êzidiyan ji birînên fermana dawîn ya Şengalê hêzeke xurt wergirt û bû sedem ku rêxistinbûyînekê di nava civaka êzidî de ava bike, rêveberiya xwe ya xweser ragihîne û hêza xwe ya leşkerî ava bike. Di heman demê de êzidî dibêjin ku ferman berdewam in, lê bi rêbazên cuda

A+ A-

Civaka êzidî ne tenê bi fermana Şengalê ya 3`yê Tebaxa 2014`an re rû bi rû ma. Lê belê di pêvajoya dîrokê de rastî 73 fermanan hatin. Di nava êzidiyan de "Hemleyên qirkirina komî" bi fermanan tê naskirin. Piraniya wan fermanan li ser destên Osmaniyan pêk hat, a dawî jî li ser destên neviyên Osmaniyan bû.

Piştî ku heft sal di ser fermana dawî re derbas bû û tevî ku di qada meydanî de DAIŞ`ê bi dawî bûye, lê dîsa jî êş berdewam dike, hesab ji çeteyan û piştevanên wan nehatiye xwestin ku hîn jî sûcan pêk tînin. Li hemberî vê yekê û piştî 73 fermanan civaka êzidî gihaşt wê baweriyê ku yekane rêya ku rê li pêşiya dubarekirina fermanan digire; birêxistinkirin e.

DÎROKEKE JI ÊRIŞÊN HOVANE Û ARMANC QIRKIRIN E

Hin çavkaniyên dîrokî bi bîr xistin ku dema Şengal di bin serweriya Aramiyan de bû, împratoriya Roma êrişî wan kir, şêniyên wê li hember êrişa Romayê li ber xwe dan. Lê belê nikaribûn êrişên artêşa Romayê bisekinînin. Piştre piştî 20 salan ji derketina Îslamê, misilman bi serkêşiya Ebû Mûsa El-Eşerî derbasî Şengalê bûn.

Beriya hezar salî, artêşa Selcûqiyan bi serkêşiya Tuxrul Beg êrişî Iraq û Başûrê Kurdistanê kirin û beriya ku artêşa Selcûqiyan bigihe Bexdayê di Şengalê re derbas bûn. Bi wê re piştî dorpêçkirina bajêr nêzî 4 hezar şengalî qetil kirin.

Hin dîroknas dibêjin ku Selcûqî ji ber berxwedana xurt a şêniyên Şengalê neçar man ku piştgiriyê bixwazin. Lê dema herî zor û zehmet ji bo Êzidiyan dema desthilatdariy Osmanî bû. Careke din artêşa ku ji Tirkiyê hat, komkujî li dijî êzidiyan pêk anîn, ji ber ku êzidî çavkaniya mîras û çanda Kurd a kevnar in, lew re hedefa wan sereke qirkirin êzidiyan bû.

Êdî hedefgirtina Êzidiyan ne tenê li Şengalê, li seranserî erdnîgariya Kurdistan êpêk dihat.

DÎROKA XWÎNDAR DÎSA XWE LI ŞENGALÊ NÛ KIR

Di dirêjahiya dîrokê de, heta 2014’an bi taybet meha Tebaxê, dîroka xwîndar xwe nû kir. Dîsa li dijî gelê Şengalê komkujî fermaneke din pêk hat.

Çeteyên DAIŞ`ê bi piştevaniya hêzên herêmî bi taybet dewleta Tirk, li dijî parêzgeha Şengalê ya li Başûrê Kurdistanê êrişeke hovane dane destpêkirin û li dijî êzidyan fermaneke nû pêk anîn.

Li gorî şahidên ku ji wê fermanê rizgar bûne, şeva 3’yê Tebaxê saet di 02:30’an de çeteyan êrişeke hovane birin ser êzidiyan. Ruxmî ku ciwanên êzidî yên li gundê Siya Şêx Xidir û Girê Zerka li ber xwe dan, lê piştî ku pêşmergeyên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji Şengalê vekişîn, çeteyên DAIŞ’ê derbasî Şengalê bûn.

Yên rizgar bûne, berê xwe dan çiyayên Şengalê ku di pêvajoya 73 fermanan de yekane devera ku êzidiyan parastiye û di aliyê erdnîgariyê de tu carî ev çiya neketiye destên êrişkeran.

Bi wê re bi hezaran êzidî hatin dorpêçkirin, bê av û xwarin man û bi germa havînê re rû bi rû  man. Piştre Hêzên Parastina Gel (HPG) ji çiyayên Kurdistanê ber bi Şengalê ve çû û parastina Şengalê kir. HPG’ê gelek şehîd ji bo parastina Şengalê dan. Yekîneyên Parastina Gel (YPG û YPJ) piştevaniya Şengalê kir û korîdoreke mirovahî ji Şengalê ber bi Rojava ve vekir. Ev korîdor ji bo gelê êzidî bû rêya jiyaneke nû.

JI DEMÊN OSMANIYAN VE HETA DAIŞ Û ÇETEYÊN ARTÊŞA NÎŞTIMAN ARMANC YEK E

Bi hezaran êzidî hatin qetilkirin, bi hezaran jin hatin revandin û bi dehan goristanên olî yên êzidî bi hinceta ku ew "gawir in" hatin rûxandin. Ev hincet ji dema Osmaniyan ve û heta dema DAIŞ’ê tê dubarekirin.

Ne tenê DAIŞ’ê êrişî êzidiyan kir, li Sûriyê êzidî di gelek sûcên mîna yên li dijî Şengalê re derbas bûn. Her wiha piştî ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker "Artêşa Niştimanî ya Sûriyê" Efrîn û Serêkaniyê di 2018-2019`an de dagir kirin, bi destekdayîna yek ji neviyê Osmaniyan Erdogan perestgehên olî yên êzidiyan rûxandin û malên Kurdên êzidî desteser kirin.

Piştî ku malbatên êzidî gihaştin Rojava, ciwanên êzidî bi piştgiriya şervanên YPG, YPJ û HPG` piştî rojekê ji êrişa 4`ê Tebaxa 2014`an Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) ava kirin.

Ji wê rojê ve YBŞ û Asayîşa Êzidxanê erka parastina Şengal û şêniyên wê girt ser xwe, da ku careke din ferman dubare nebin. Jinên êzidî jî hêzeke taybet a xwe ava kir û tev li hemleya rizgarkirina bajarê Reqayê bûn. Her wiha jinên êzidî yên ku hatibûn revandin jî rizgar kirin.

Rêveberiya Xweser jî ku di 14`ê Çileya 2015`an de hate avakirin, erka birêvebirina Şengalê û birêxistinkirina welatiyên wê girte ser xwe.

Piştî ku HPG`ê erka xwe li Şengalê bi cih anî, di 1`ê Nîsana 2018`an de biryar da û ji Şengalê vekişiya û erka parastinê ji hêzên Şengalê re hişt.

Piştî ku çeteyên DAIŞ`ê ji Şengalê hatin derxistin, ji 2017`an ve û heta 2021`ê dewleta Tirk zêdetirî 20 caran êrişî herêmê kir, bi vê yekê diyar dibe ku DAIŞ`ê bi piştgiriya dewleta Tirk êrişî Şengalê kir.

Dagirkeriya Tirk bi hedefgirtina fermandar û êzidiyan hewl dide rasterast berxwedan û rêveberiya êzidiyan têk bibe. Mînaka wê jî hedefgirtina endamê Konseya Civaka Êzidî Mam Zekî Şengalî û piştre jî Mam Beşîr û hedefgirtina fermandarê giştî yê YBŞ`ê Zerdeşt Şengalî ye.

Piştî 7 salan û bi taybet di Hezîrana 2020`an de êzidiyên ku ji Şengalê derbasî kampên Başûrê Kurdistanê bûbûn, vegerîn Şengalê. Lê belê diyar e ku ev yek bi kêrî dewleta Tirk û planên wê nehat.

Peymana 9`ê Cotmeha 2020`an a ku hikumeta Iraqê û PDK`ê ragihand, ji êzidiyan re isbat kir ku fermanên li dijî êzidiyan berdewam in.

Peymana ku di bin navê "Birêxistinkirina kar û barên îdarî û ewlehiyê yên Şengalê" de hate îmzekirin, ji aliyê civaka êzidî ya li Şengalê ve hate redkirin û bendên peymanê nehatin pêkanîn. Ji lewma Erdogan rasterast gef xwarin û piştî nimêja înê ya li bajarê Stenbolê di 22`ê Çileya îsal de, ji dezgehên çapemeniyê re axivî û got ew ê bê agahî şevekê êrişî Şengalê bikin.

Beriya demekê hikumetên hollandî û Balçîkî beriya wan jî dewletên din qirkirinên ên li dijî  êzidiyên Şengalê nas kirin. Ev yek derfetê dide ku gavên erênî yên din ên ji bo piştgiriya êzidiyan werin avêtin.

Endamê Komîteya Rêveber a Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Murad Karayılan têkildarî mijarê di 20`ê Tîrmeha 2021`an de daxuyaniyek dabû û tê de diyarkiribû ku biyara her du hikumetên holandî û balçîkî gaveke erênî ye û bang kir ku gavên dîtir werin avêtin û hesab ji dewletên ku destên wan di qirkirinê de hene, were xwestin.

Karayilan îşaret bi girîngiya pêşkêşkirina piştgiriyê ji şengaliyên ku zirar ji fermanan dîtine kir û got: "Dema dewlet vê komkujiyê nas dikin, divê ji bo wê gelek xebatan pêşkêş bikin."

'RÊVEBERIYA XWESER JI BO ÊZIDIYAN MAFEKÎ REWA YE'

23`yê Tîrmeha 2021`an Rêveberiya Xweser a Şengalê konferansa xwe ya çaremîn li dar xist, hevserokatiyeke nû hilbijart û pêkhateya şiî bi awayekî fermî tev li rêveberiyê bû.

Di dawiya konferansê de encamnameyek derket û tê de hate diyarkirin ku Rêveberiya Xweser mafekî rewa yê êzidiyan e û destûra Iraqê wê dabîn dike û tu carî parçekirina Iraqê armanc nake.

Ger em li geşedanên piştî fermanên Şengalê qewimîne binêrin, diyar dibe ku fermana Tebaxa 2014`an ku ji aliyê çeteyên  DAIŞ`ê ve pêk hatî, ji bo êzidiyan guhartineke dîrokî bû û civaka êzidî xwe birêxistin kir. Her wiha ku ji ber siyasetên PDK û hikumeta Iraqê hatibûn parçekirin û nedihatin birêxistinkirin, êzidiyan piştî fermanê xwe birêxistin kir û bûne yek. Ji aliyekî din ve jî, di dîroka êzidiyan de cara yekemîn e ku hêzeke wan a leşkerî tê avakirin ku wan diparêze.

(eh)

ANHA