Cejna Êzî.. cejna Xweda ye û rojî ji bo xêrxwaziyê ye
SÎPAN SILO
NAVENDA NÛÇEYAN – “Hezar û yek navên Xwedayan navê herî şêrînî her Yezda ye” Kurdên Êzdî rêûresmên olî yên taybet bi van gotinan dest pê dikin. Li gorî mîtolojîka vî olî navê ola xwe ji navê xweda “Yezda” wergirtine, ango afrînerê gerdûnê û bi vê boneyê şahiya cejan “Êzî” salane piştî sê rojên rojiyê lidar dixin û îbadeta Xweda û belavkirina xêrxwaziyê li giştî duniyayê radigihînin weke ku perspektîfên olî banga vê yekê dikin.
Welatiyên Kurd ên Êzdî di hefteya yekemîn a meha Kanûnê de li gorî rojnameya rojhilat piştî sê rojên rojiyê “Sêşem, Çarşem û Pêncşemê” cejna “Êzî” ango cejna Xweda li dar dixin, hin pêkhateyên Êzdî jêre dibêjin “cejan Rojiya Mezin”.
Li gorî mîtolojiya Êzdiyan wan navê ola xwe Êzdî ji navê Xweda wergirtine û yekemîn pêhateya di gerdûnê de yekbûna Xweda û îbadeta wî nas kirine.
Ji bo têkliya di navbera Êzdiyan û Xwedayê wan de Kurdên Êzdî salane 3 rojan rojiyê digirin û ji berbangê heta rojavayê xwe ji xwarin û vexwarinê mehrûm dikin.
Roj li ba Êzdiyan pîroz e û li gorî mîtolojiya wan ew ronahiya Xweda li ser erdê ye û bêyî wê ne pêkan e jiyan were domandin. Beriya rojiya Êzî jî bi du hefteyan rojiyeke dinn heye û welatiyên Êzdî 9 rojan rojiyê digirin ango di her sê hefteyan de rojên “Sêşem, Çarşem û Pêncşemê” rojiyê digirin.
Welatiyên Êzdî van hersê hefteyan bi navên cûda bi nav dikin, hefteya yekemîn “Rojiya Sêşemis”, hefteya duyemîn “Rojiya Xwedane” û hefetya sêyemîn jî “Rojiyên Êzîd” û piştî wê cejan Ezîd tê.
Rêûresmên vê cejnê jî di destpêkê de di roja beriya cejnçê de welatiyên Êzdî serdana goristanan dikin û di roja cejnê de jî li ser rihê miriyan xêr û bereketan belav dikin û paşê jî serdana malbatên hevûdu dikin û cejna Êzî lihevûdu pîroz dikin.
(jh)
ANHA