Cenevre ya bê Kurd û têkçûn -1
Hevdîtinên Cenevreyê, bi navê çareseriya siyasî a ji şerê navxweyî yê li Sûriyeyê re, sala 2012'an dest pê kirin û heta roja îro dewam dikin. Di rewşa heyî de li şûna çareseriyê veguheriye adresa neçareseriyê
- SERKAN DEMÎREL
- CENEVRE
Hevdîtinên Cenevreyê, bi navê çareseriya siyasî a ji şerê navxweyî yê li Sûriyeyê re, sala 2012'an dest pê kirin û heta roja îro dewam dikin. Di rewşa heyî de li şûna çareseriyê veguheriye adresa neçareseriyê. Tevî ku 8 car in civîn pêk tên jî, hevdîtin her carê têk çûn. Dema ku mirov li naveroka hevdîtinan binerin û li gorî vê yekê nirxandinekê bikin, tenê encamek derdikeve holê: Bêyî Kurdan nîqaşa li ser paşeroja Sûriyeyê, têkçûn e.
CENEVRE 1
Bi pêşengiya Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê ji bo Sûriyeyê Kofî Annan, 30'ê Hezîrana 2012'an dest pê kir. Nûnerên 5 endamên timî yên Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY), nûnerên Yekîtiya Ewropayê, nûnerên Yekîtiya Ereban, Tirkiye, Qatar, Qûweyt û Iraq tevlî hevdîtinên Cenevre 1 bûn. Bi navê rejîma Sûriyeyê û mûxalefetê kes tevlî nebû.
BIRYARÊN JI HEVDÎTINÊ DERKETIN
Piştî hevdîtinên Cenevre 1, biryar hate dayin ku bi xwesteka mûxalefet û rejîmê hikumeta derbasbûnê bê avakirin, beriya pêkhatina agirbestê di bin kontrola Neteweyên Yekbûyî de mekanîzmayek bê avarkirin.
ENCAM
Hêzên ku di çarçoveya berjewendiyên xwe de li dora maseyê rûniştin, bi siyaseta xwe ya li derveyî biryarên hatin standin re, kirin ku hevdîtinên Cenevre 1 têk biçin. DYA destnîşan kir ku divê di hikumeta derbasbûnê de Esad nebe, Rûsyayê diyar kir ku divê Esad hebe. Di hevdîtinê de tevî rejîma Sûriyeyê, hêzeke ku ji bo paşeroja Sûriyeyê projeyeke demokratîk pêşkêş dike nebû. Ev jî bû yek ji sedemên têkçûnê.
Hevdîtina Cenevre 1 bi ser neket, tevî hemû hewldanan agirbest pêk nehat û Nûnerê Neteweyên Yekbûyî Kofî Annan îstifa kir.
Di vê dema hevdîtinê de hejmara mirovên ji ber şerê navxweyî jiyana xwe ji dest dan gihîştin 10 hezarî, ya penaberan gihîşt 120 hezarî.
CENEVRE 2
Lêgerîna li çareseriyê, vê carê bi pêşengiya Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî Lakhdar Îbrahîmî, DYA û Rûsyayê 22'ê Çileya 2014'an dewam kir. Mûxalîfên Sûriyeyî, rejîma Sûriyeyê, Tirkiye, hêzên herêmî û Yekîtiya Ewropa jî di nav de nêzî 40 welat di asta wezaretiyê de tevlî Cenevre 2 bûn.
Bi Cenevre 2 re hat xwestin, şer bê sekinandin, ji bo alîkariya însanî ya ji sivîlan re korîdor were vekirin û biryara hikumeta derbasbûnê bi cih were anîn. Lê belê ji hevdîtinên du tûran encamek derneket.
NÛNERÊ NETEWEYÊN YEKBÛYÎ ÎBRAHÎMÎ ÎSTIFA KIR
Bê encammana hevdîtinan kir ku mîna Kofî Annan, Nûnerê Neteweyên Yekbûyî yê ji bo Sûriyeyê Lakhdar Îbrahîmî jî îstifa bike.
Dema hevdîtina Cenevre-2 dest pê kir hejmara mirovên li Sûriyeyê jiyana xwe ji dest dan 135 hezar, yên koçber bûn 3 mîlyon bûn.
KURD NEHATIN VEXWENDIN, LÊ...
Di serî de Tirkiye, hêzên ku sîstema demokratîk a Kurdan a li Sûriyeyê weke gefekê li dijî xwe dîtin, Kurdên ku xwedî hêza herî mezin a siyasî û leşkerî ya herêmê ye, venexwendin vê hevdîtinê. Beriya vê hevdîtinê û di pêvajoya piştî wê de, Kurdan xweserî ragihandin û bi vî awayî mesajek dan hevdîtina Cenevre-2.
CENEVRE 3
Ji ber bi ser neketina Cenevre-1 û 2, şerê li Sûriyeyê roj bi roj dijwar bû. Li şûna hêzên ku çareseriyê bafirînin, hêzên di neçareseriyê de israr dikin, li dora maseyê hatin vexwendin. Cenevre-3 jî di sala 2016'an de dest pê kir.
Koma Desteka Sûriyeyê ya Navneteweyî, ku tevî Tirkiye û Îran 17 welat di nav de ne, di Mijdara 2015'an de li Viyanayê li hev civiyan. Vê komê biryar da ku Erebîstana Siûdî ya ku destekê dide komên cîhadî, mûxalefetê bigihîne hev. Piştî civîna 8-10'ê Kanûnê ya li Riyadê, heyeta mûxalefetê ya tevlî hevdîtina Cenevre-3 bibe hat diyarkirin.
KURD NEHATIN VEXWENDIN
Tevî ku heta roja dawiyê hat gotin, wê PYD tevlî vê hevdîtinê were kirin jî, ev nebû. Ji Kurdan re vexwendînameyên şexsî hate şandin ku tevlî Cenevre-3 bibin, lê Kurd weke şexsî tevlî nebûn.
Hêzên navneteweyî yên ku heta roja dawî gotin, bêyî Kurdan li Sûriyeyê çareseriya siyasî pêk nayê, venexwendina Kurdan ji bo Cenevre-3 jî careke din bi helwesta Tirkiyeyê û hêzên herêmî ve girê dan.
DE MÎSTÛRA DI NAVBERA SALIH MUSLIM Û KOMÊN TEVLÎ HEVDÎTINAN BÛ DE ÇÛ Û HAT
Tevî ku Kurd bi fermî tevlî hevdîtinên Cenevre 3 nebûn jî, De Mîstûra ji Hevserokê wê demê yê PYD'ê Salih Muslim rica kir ku di dema hevdîtinan de li Cenevreyê be. De Mîstûra ji aliyekî ve civîn bi heyetên tevlî hevdîtinan bû dikir, lia liyê din jî bi Salih Muslim re hevdîtinên taybet dikir. De Mîstura naveroka hevdîtinên bi heyetan re timî ji Salih Muslim re ragihand û bi gotina, "Ez baş zanim ku di van hevdîtinan de divê PYD hebe, lê belê hêzên ku ji min jî wêdetir in hene" hewl da dilê Kurdan nehêle.
WAN NÎQAŞ DIKIRIN, KURDAN JÎ AMADEKARÎ JI RAGIYANDINA FEDERASYONÊ RE DIKIRIN
Hêzên li Rojava ku roj bi roj li ser rûyê erdê serketinên mezin bi dest dixistin, di dema civînên Cenevre-3 de amadekarî ji ragihandina Federasyona Bakurê Sûriyeyê re dikirin.
KÎ TEVLÎ HEVDÎTINÊ BÛN
Hevdîtina Cenevre-3 bi pêşengiya Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê Neteweyên Yekbûyî Staffan de Mîstûra di 29'ê Çileyê de dest pê kir. Li ser navê rejîmê Sefîrê Bilind ê Sûriyeyê li NY Beşar Caferî, nûnerên Koalîsyona Hêzên Şoreşger û Mûxalîf li Sûriyeyê, nûnerên Heyeta Konseya Neteweyî, nûnerên komên çekdar ên tund Ceyş-ul Îslam, Ahrar'uş Şam, Artêşa Azad tevlî bûn. Li ser navê komên serbixwe jî, nûner beşdarî hevdîtinê bûn.
ARMANCA BINGEHÎN A CENEVRE 3
Nûnerê NY de Mîstûra da xuyakirin, ku armanca bingehîn a hevdîtinê, avakirina hikûmeta dema derbasbûnê di nava 6 mehan de û di nava 18 mehan de pêkhatina hilbijartinê. Di 1'ê Sibatê de hevdîtina Cenevre-3 bi awayekî fermî dest pê kir.
AQÛBETA WÊ BÛ MÎNA YÊN BERIYA XWE
Hevdîtinê di 1'ê Sibatê de dest pê kir û demeke kurt dewam kir. Dem Mîstûra di 3'ê Sibatê de daxuyaniyek da çapemeniyê û ragihand, hevdîtin heta 25'ê Sibata 2016'an bi rengekî demkî hatine sekinandin. Hevdîtina ku ji bo 25'ê Sibatê hate taloqkirin, careke din dest pê nekir. Dema hevdîtina Cenevre-3 dest pê kir, hejmara mirovên ji ber şerê li Sûriyeyê jiyana xwe ji dest dan gihîşt 300 hezarî. Di raporên saziyên navneteweyî de hat ragihandin, ku 6 mîlyon mirovî welat terikandine.
CENEVRE 4
Salek piştî Cenevre 3 ku ew jî bi ser neket, Nûnerê Neteweyên Yekbûyî Staffan de Mîstûra ragihand ku wê dest bi tûra 4. a hevdîtinên Cenevreyê bikin.
Mîna hevdîtinên Cenevre 3, heyeta rejîmê û komên mûxalîf ên pişta xwe dispêrin Tirkiye, Erebîstana Siûdî û welatên din ên kendavê tevlî bûn. Cenevre 4 roja 23'ê Sibata 2016'an dest pê kir û ji ber helwesta hêzên li dora maseyê rûniştin, bi derengî 4'ê Adarê qediya.
De Mîstûra di vê hevdîtinê de hewl da giraniyê bide ser mijarên; rêveberiya derbasbûnê, destûra bingehîn a nû û hilbijartinê, lê belê di vî warî de ti pêşketin nebû. Ji ber ku komên mûxalîf ên tevlî hevdîtinan bûn hêz winda kirin, destê heyeta rejîmê li dora maseyê xurtir bû. Heyeta rejîmê ji hevdîtinên berê cudatir, hê bi biryarî tevlî Cenevre 4 bû û hebûna mûxalîfan a li dora maseyê red kir. Di vê hevdîtinê de rewşeke din a balkêş ew bû ku mûxalîfan li Cenevreyê daxuyanî dan û dagirkeriya Tirkiyeyê ya li ser axa Sûriyeyê parastin.
KURDAN JI QADA ŞER PEYAM JI CENVREYÊ RE ŞANDIN
Nûnerên rastî yê Kurdan ji bo vê hevdîtinê nehatinv exwendin, lê belê QSD a bi pêşengiya Kurdan bi serketinên leşkerî yên li ser rûyê erdê peyam şand ji Cenevreyê re. Kurdan nîşan dan ku bêyî wan çareseriyeke siyasî pêk nayê û destê mûxalîfan ê li dora maseyê, li gorî Kurdan hê qelstir e.
Di Sibata 2017'an de hejmara mirovên di şerê Sûriyeyê de jiyana xwe ji dest dan gihîşt 350 hezarî. Li gorî raporên saziyên navneteweyî jî 6 milyon mirov ji welêt derketin.
SIBE: HEVDÎTINÊN CENEVRE 5, 6, 7 Û MIKURHATINA LI TÊKÇÛNÊ