1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. DIVÊ CIWANÊN KURD LI AWAZ Û MEQAMÊN KURDÎ XWEDÎ DERBIKEVIN
DIVÊ CIWANÊN KURD LI AWAZ Û MEQAMÊN KURDÎ XWEDÎ DERBIKEVIN,divê,ciwanên,kurd,li,awaz,û,meqamên,kurdî,xwedî,derbikevin

DIVÊ CIWANÊN KURD LI AWAZ Û MEQAMÊN KURDÎ XWEDÎ DERBIKEVIN

A+ A-

VIDEO: http://www.amidakurd.org/video/19-bernameya-zel:-divÊ-ciwanÊn-kurd-li-awaz-Û-meqamÊn-kurdÎ-xwedÎ-derbikevin 

Hunerhezê kurd Mordem Zel, ku li Amedê bi weşanên zindî li ser tora civakî bernameyên wêjeyî, çandî û hunerî çêdike, vê heftê bi mijara "Stran û Klamên Kurdî ku hatine dizîn" derket pêşberî temeşevanên xwe.

 

Mêvanên Bernameya Zel yên vê heftê lêkolîner û nivîskarên qedirgiran rêzdar Weysî Varli û Abdulhay Okumuş bûn.

 

Di bernameyê de li ser pirsên Zel, di derbarê dizî û pişaftina stran û klamên kurdî de agahdarî û nirxandin hatin kirin.

 

Lêkolîner û nivîskar birêz Weysî Varli, di derbarê mijarê de nirxandinan kir û balê kişand ser hin xalên girîng.

 

Varli got; di dinyayê de bi qasî hunermendên kurd tu kesê karê hunerî nekirî ye, lê hezar mixabin pirrî wan di xizmeta neyarê hunera Kurdî de bûne.

 

Varlî, balê kişand ser xiyaneta hin ji van hunermendên ku bi eslê kurd in, weke Celal Guzelses, Kel Hemze, Atakan Çelîk, Nûrî Sesîguzel, Mehmet Ozbek, Kazanci Bedîh, Bûrhan Çaçan, Emîn Tûrgay, Bedrî Ayselî, Îzzet Altinmeşe, Îbrahîm Tatlises, Selahattîn Alpay, Husamettîn Subaşi û hwd ku bi salan di xizmeta neyarê kurdan de bûne û got; stranên hatine dizîn di bin navê "Türk halk türküleri" de bi deng û awaza van kesan hatine qeydkirin.

 

Varlî, balê kişand ser hejmara stranên hatine dizîn jî û got: Ji sala 1916, heta 1976'an zêdetirî 4729 stranên Kurdî hatine dizîn.

 

Varli got; Di destpêkê de bi pêşengiya mudurê Darul Elhanê Yusuf Ziya Beg li Dilok û Rihayê berhevkariya van stranan tê kirin û piştre li ser navên mamosteyên konservatûra dewletê ya Enqere bi serkêşiya Ulvî Cemal Erkîn, Raûf Yekta, Duru Tûran, Ekrem Besîn û hin şêwirmendên wan ê weke Mustafa Sarisozen, Celal Guzelses, Arif Atakan ev stranên Kurdî hatine berhevkirin û kirine arşîva Trt'ê.

 

Varli, di derbarê hin amûrên muzîka kurdî de jî agahî dan û got; amûra ewilî ya hunera Kurdî "Yekta" ye û piştre amûrên din lê hatine zêdekirin.

 

Varlî, herî dawî balê kişand ser xwdîlêderketina hunera kurdî û got; pêwist e hunermendên kurd di her şert û mercan de li hunera xwe xwedî derbikebevin û herdem bi awaz û meqamên kurdî bistirin.

 

Nivîskar û mamoste Abdulhay Okumuş jî balê kişand ser muzîkjenên vê demê û got divê hunermendên me bizanibin ku bê ka muzîka kurdî çi ye û muzîka bi kurdî çi ye?

 

Okumuş got; hunermendên Kurd, yên vê serdemê tenê bi kurdî distrin, melodî, meqem, rîtm û ahenga stranên wan ne bi kurdî ne û divê van hunermendên ciwan ji vê hişmendiyê xwe dûr bixin û hunera xwe di çarçoveya esasên hunera kurdî de bikin. 

 

Okumuş, li ser pirsa hunermend kî ye û ji kî re tê gotin jî, mînakekî balkêş da û got; Nîzamettîn Arîç ku bi salane ji aliyê milyonan kurd ve tê guhdarkirin jî bi xwe li dijî hunera kurdî bêhurmetî kiriye û hin stranên kurdî bi gotinên tirkî gotiye.

 

Okumuş got; Divê Nîzamettîn Arîç û kesên wek wî lêborînê ji gelê kurd bixwazin. 

 

Radyogerê kurd Hecî Kardoxî jî, ji Stokolmê bi rêya telefonê beşdarî bernameyê bû û ji bo bernameyên bi vî rengî kêfxweşiya xwe anî zimên.

 

Kardoxî, balê kişand ser giringiya ziman, û got; divê kurd bi qasî nimêj û rojiyê girîngiyê bidin zimanê xwe û li çand û hunera xwe xwedî derkevin.

 

Bername bi strandina çend klamên folklorîk bi dawî bû.

 

AmîdaKurd