Dewleta Tirk binpêkirinan li ber çavên civaka navdewletlî didomîne
A+
A-
EFRÎN – Artêşa Tirkiyê a dagirker binpêkirinên xwe yên li ser sînorê kantona Efîrnê didomîne. Dagirkirina xaka Kantona Efrînê berdewam dike. Li ber çavê hemû civaka navdewletî xendeqan dikole û sînor bi lêkirina dîwaran digre.
Artêşa Tirkiyê ya dagirker li ber çavên Civaka Navdewletî û rêxisitnên mafên mirovan binpêkirin û dagirkirina xaka Efrînê didomîne. Artêşa Tirk alavên xwe dozerên kolanê li herêma sînor a gundê Ereb Cima, Îkdam û Şîl Tehtî yên navçeya Şera bi cih kirine û dest bi kolandina xendeqan kirin û dîwarê şerê di nava sînorê Rojava û Bakur de lêdike.
Artêşa Tirk di heman demê de leşker û alavên xwe yên leşkerî li ser sînor zêde dike. Her wiha noqeteyên nû ji bo nobedariya leşkerên xwe çêdike.
(jo/dc)
ANHA