1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. Dİ SALA SİSYEMÎN A QİRKİRİNÊ DE: FERMANA ŞENGALÊ - Azad Barış
Dİ SALA SİSYEMÎN A QİRKİRİNÊ DE: FERMANA ŞENGALÊ - Azad Barış,di̇,sala,si̇syemîn,a,qi̇rki̇ri̇nê,de,fermana,şengalê,azad,barış

Dİ SALA SİSYEMÎN A QİRKİRİNÊ DE: FERMANA ŞENGALÊ - Azad Barış

Bi gotina Êzdiyan, "Ew tişta mezin" di wexta ku kainat hê ji rojekê nû re avis dibû, dest pê kir

A+ A-

 Ro hê di westa xilmaşiya ronkayê de bû, Şengaliyan hê di xewna xeyalan de bi hêvî bûn. Qralên tarîperest û teres, bi xeftanên xwe ên qetranî, di dilê tariyê re meşiyan ser zarokên agir û rojê.

 

Ew wisa meşiyan ku, bi hatina wan re erd û esman xof girt. Bêdengiya qurnan, bi yekcarî ciyê xwe bi ibret ji tofanê re hîşt. Di hatina wan de dengê bêyomîtiyê, di çavên wan de rengê bê merhametiyê û di dilê wan de bahoza mirinê veşartî bû.

 

Wê rojê li çarnîgara wê gerdûna biçûk, têlên rêsayî ên mirinê ku wan ji pêşiyên xwe dewr wergirtibûn, rêsan dilê mirovayê. Pişt re mirovên belengazî bêguneh yeko yeko ajotin nava wê erda mirinê a bi têlan pêçayî.

 

 

Êrîşker bi qasî pîrevokên reş î gumir ku zarokên xwe dixwin,  bê merhemet bûn. Bi qasî ku dilê gerdûnê bişkênînin û aramiya şaristaniyan ji kok de hilweşînin bêmirês  û kirêt bûn. Li hemberî vê bêmerhemetiyê, ro bi tirsa ricifandinê, ji nûhilatinê re dereng dima û her diçû tarî dirêj dibû.

 

 

Wê rojê, beriya ku Şengalî berê xwe bidin wî agirê mezinî pîroz ê pirîska kainatê ê ewil, destê xwe vegrin û ji 72 miletan re dua yê bikin, cara 73. ketin ber aşîta dagirkeriya tariyê.

 

 

Gava tariya girtibû ser wan ku hinekî belav bû, sawa mirinê bi tevahiya mezinatiya xwe ve, şûtûtazî li binê ro yê mîna peykerê şermê rawestiya bû. Ev mirin mirineke wisa bû, ku dê heta heta weke deqeke reş bi stikura tevahiya gelan daliqyayîve bimîne.

 

 

Bi zelalbûna asoyê re, rûyê kirêtiya tariyê hêdî hêdî xwe nîşan da, û "ew tişta mezin" di binê quba esmên de bi bêmirêsiya xwe mîna gemara bobelatê zîq sekinî bû. Lê belê wekû şair dibêje, "Peza mê, di tariya şevê de dikare bibe nêçîra guran, lê heya ku ronkayî bide kevirên gelî  û roj bilind bibe, hingê wê xwîna wê bisekine!" Aha wê rojê, bobelata ku li Şengalê qewimî, tam rewşa rastiya vê metaforê nîşan dida.

 

 

Roja ku dîrokê 03.Tebaxa 2014 'an nîşan dida, "neferên melekê ruhstên" êrîşeke mezin a hêza wêyî hilweşandinê pirr dijwar, anîn ser cî û warên niştecihên Êzdiyan. Ew warê weku deriyê marîfeta gelan û embara çandan, tê zanîn bu armanca êrîşa merem kirêtên gumir.

 

 

Wê rojê, ew rêxistina çete a  bi navê DAIŞ ku pişt re navê xwe veguhert DI (dewleta îslamî), bi hevkarên xwe ên herêmî re, di bin navê "Sefera Cîhadê A Pîroz" de ev êrîşa mînaka  hovîtiyê a ji kok de qelandinê ku hişê mirovan dide tevizandinê, anîne ser cimata Êzdî. Ev trajedî trajediyeke wisa ye ku, bi tu gotinan nayê ravekirin.

 

Li bê siûdíyê binêrin ku, hetanî wê gavê ên qaşo bi neferên cimata Êzdî re cîranbûn, dostbûn an jî kirîv bûn, ku her wextê li malê Êzdiyan bûn dixwarin, vedixwarin, hema tev bi yekcarî bûbûn nola cinawirên tiyê xwînê. Mîna gurên ku dilopek xwîn li qîlê wan bikeve, ku kî ji wan re nêzîkbûna dixwestin serê wan jê bikin û têxine binê xwe. Ev mirdarên kirêt ku bi navê Dewleta Îslamê tevdigeriyan û xwe wekî leşkerên Xwedê didîtin û cimata Êzdî jî wekî "Xwedênenas" bi nav dikirin, van hovên dirinde kambaxî û malwêraniyeke ew qasî mezin li pişt xwe hîştin ku şopên wê bi sedsalan jê neçe.

 

DÎ û milîsên wan ên herêmê, her gundê ku ketinê ewil xwestin bi darêzorê  xelk ola xwe biguherin, pişt rê mêrên ku dîl girtibûn kuştin, keç û jin wekî xenîmeta şer desteserkirin û li bazaran wekî koleyên seksê derxistin ber firotanê.

 

 

Ji 5000 hezarî zêdetir jinên Êzdî di bin navê şerîetê de bi kiryarên derveyî aqilan re  rû bi rû man. Rastiyeke din jî heye ku DÎ û milêsên wê ên hêrêmî, bi kêmanî bî qasî sûcê şer, sûcê tecawizê kirine. 1000 zorokên Êzdiyan ên di destê wan de, di dibistanên çeteyan, ên bi meremên kirêt, ên ji rê derxistinê hatine damezrandin de, neçarî bernameya bi kotek a bisulmankirinê, kirine û ew li hember miletê xwe kirine wekî amrazê kuştinê. Ji xwe ev yek birîna Êzdiyên Mazlûm hê jî kûrtir û girantir dike.

 

 

Ji xeynî vê, bi hezaran pêşmergeyên ku bî çekên giran ji bo parastina xelkê Şengalê li herêmê bûn, bê berxwedan û rawestan herêm terikandina wan, di serî de Êzdî û tevayiya gelên li herêmê xistin nava êş û azareke mezin de. Ev xiyanet, wekî deqeke reş nizilî dîrokê û bextê mirovan. Ev kambaxî û malwêraniya ku sînorê pênasekirinê derbas dike, berdêlên gelekî giran bi gelan da dayin.

 

Bi taybetî ji ber vê bêbextiya ku ji nişkave li wan hate kirin, bi sedhezaran Êzdîyên ku destevala û bê parastin man, bi bobelat û tevkujiyake mîna a ku di dîrokê de hatibû serê gelên Ermenî, Asûrî û Cihûyan re rû bi rû man.

 

Li gel ku bi qasî sê salan wext di ser tevkujiyê re darbas bûye, hê jî encamên wêranê bi giştî derneketine holê.

 

Di serî de cîhana ku xwe bi parastina mafê mirovan û zanista demokrasiyê a herî pêşketî dipesinînin a şaristanî, hêzên li herêmê xwedan desthilat û tevahiya dinyayê li hemberî vê tevkujiyê bêdeng û bê helwest man. Di serî de rêvebiriya Başûrê Kurdistan, hikûmeta Îraqê û YM. bi erk û wezifeyên xwe ranebûne.

Mirovên ku ji sedema qirkirinê neçar man cî û warên xwe biterikînin, qismek ji wan (10.000) li Rojava, li Başûrê Kurdistan (200.000) hezar, hejmareke kêm jî (2.500) li bakur, wekî penaber têkoşîna jînê didin meşandin. Hetanî nuha tu statûyeke yekî ji wan jî a hiqûqî nîne û tengasiyên pêdiviyên wan ên jiyanê jî her berdewam in. Ên ku ji ber fermanê filitîne û karibûne hetanî nuha li ser piyan bimînin, pirraniya wan baweriya xwe a bi bextê mirova, li gel hêviyên xwe wenda kirine. Qutbûyina ji kokê û tiştên ku wenda kirine, him bandora tramvayeke mezin li wan kiriye, him jî ew xistine nava guman û dudiliyeke ku pêşî lê nayê girtinê.

 

Di sisyemîn salvegera qirkirinê de, em careke din bi bîr dixin ku YM (yekîtiya miletan) û saziyên mafên mirovan ên navnetewî, divê li berpirsiyariyên xwe xwedî derkevin, divê were gotin ku, eger di çarçoveya mafên gelan ên navnetewî de mafê gelê Êzdî neyê dayin û statûyek jê re neyê naskirin, ev tê wê maneyê ku dê qirkirin hîn demeke dirêj dom bike. Ji  xeynî vana, divê hêzên parastina Şengalê ku bi mebesta pêşî li qirkirineke nû bigrin, li di jî tevgêra çeteyan a DI, ku bi rûmet têdikoşe, wekî hêza çareyeriyê a sereke were naskirin û pesend kirin. Çi hêza ku nexwaze vê rastiyê bibîne û helwesteke berovajî relîteya heyî raber bike, dê Êzdî bi şik û guman li wan binihêrin. Bi vê boneyê, bangewaziya ji bo hêzên xwedan bext ên navnetewî dakû li ba tekoşîna Êzdiyan a rumet û hebûnê cî bigrin, ev tê wateya sekna li dijî qelandina etnîkî ku piştî qirkirinê di meryetê de ye.

 

 

Mîna tevayiya fermanên din, fermana 73'an jî hê ji niha vê wekî şerma mirovahiyê a kolektif derbasî dîrokê bûye.

 

 

Azad Barış