‘Di bin navê referandûmê de dizî û gendelî tê kirin’
“Li Herêma Kurdistanê her gavek ku ji bo tifaqa niştîmanî û çarenûsa gel bê avêtin, pêwîstî bi hebûna yasayê heye. Ev jî bi aktîvkirina parlamentoyê gengaze.”
Li gorî nêrîna siyasetmedar mijara referandûmê ku ji aliyê çend kes û aliyên siyasî ve tê xistina rojevê de, tenê gotineke û diyar dikin ku bê aktîvkirina parlamentoyê pêkhatina referandûmê ne gengaze. Parlamenterê berê yê Tevgera Goran Kardû Mihemed û siyasetmedar Mehmûd Ebdulxaliq têkildarî ku ji ajansa me re axivîn, diyar kirin ku ji bo referandûmê pêwîstî bi aktîvkirina parlamentoya Herêma Kurdistanê heye.
Kardû Mihemed got; “Li Herêma Kurdistanê her gavek ku ji bo tifaqa niştîmanî û çarenûsa gel bê avêtin, pêwîstî bi hebûna yasayê heye. Ev jî bi aktîvkirina parlamentoyê gengaze.”
Her wiha çavdêrê siyasî Mehmûd Ebdulxaliq li ser heman mijarê wiha axivî; “Tişta li Başûrê Kurdistanê pêk tê ne ji bo dewleta serbixwe ye. Ji ber ti gavek ji bo nehatiye avêtin. Aborî, siyaset û yasa jê re nehatine amadekirin. Her wiha bê destûr û yasa jî nabe. Divê yasaya navneteweyî jî hebe.”
Mehmûd Ebdulxaliq wiha jî got; “Dibin navê mijara referandûmê de dizî û gendelî jî pir tê kirin. YNK ji kevin de xwedî projeye. Lê bê pêkanîna projeyekê, dest davêje projeyek din. Hemû kes jî dizane ev karekî gendeliyê ye. Ji bo wê jî dewleta Kurd bi serkirdayetiya niha ya Kurd nayê kirin.”
Hêjay gotinê ye ku niha şandek hevbeş a YNK û PDK’ê serdana aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê dikin û vê serdanê jî ji bo girtina nêrînên wan li ser mijara pêkanîna referandûm û serbixweyiya Herêma Kurdistanê dinirxînin. Ev şande di 3’ê Nîsanê de li gel Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê, Hizba Komunîst û Komeleya Îslamî civiyan. Herdû hizban jî diyar kirin bi mercê parlamentû bê aktîvkirin û krîzên heyîn bên çareserkirin wê destekê bidin pêkhatina referandûmê.
Komeleya Îslamî jî dibêje; “Em ne li gel pêkhatina referandûma bê serbixweyî ne. Ji bo pêkhatina referandûmê divê dinava parlamentoyê de biryar li ser bê dayîn.”
Duh jî Tevgera Goran bi daxuyaniyekê diyar kir ku ew ji bo guftûgokirina referandûmê pêşwaziya şanda hevbeş nakin û wiha ragihand; “Divê hemû biryar û çarenûs li parlamentoyê biryar li ser bê dayîn. Pêwîstî bi civîna hizbî nake.”
(rn)
‘Dibin navê referandûmê de dizî û gendelî tê kirin’
DANÊR QEREDAXÎ/ ROJNEWS