1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Di dîrokê de şewbên xedar
Di dîrokê de şewbên xedar,di,dîrokê,de,şewbên,xedar

Di dîrokê de şewbên xedar

Wekî îroj gelek şewb hatin serê mirovayetiyê. Nexweşî, şev û mirinên komî her dem hebûn. Di hinekan de gelek kes mirin

A+ A-

Di dîrokê de heta îroj gelek şewb çêbûn û di van şewban de bi milyonan kes mirin. Bi taybetî di Serdema Navîn de şewbên xedar çêbûn û ji ber baweriyên paşverû yên wê demê, metodên şaş hatin kirin. Îro jî li ser navê ‘modernîzmê’ bi sanayîbûn û qirkirina xwezayê cîhana me tê texrîbkirin. Dibe ku ev şewb berteka xwezayê ya li dijî mirovên tekane derdê wan sermaye û kar e.

Şewba koronavîrusê ya bi navê Covîd-19 cara pêşîn di 17’ê Kanûna 2019’an de li bajarê Wûhana Eyaleta Hûbeî ya Çînê derket holê. Ev şewb li temamî dinyayê didome. Di serê meha Çileyê de hikumeta Çînê diyar kir ku ji ber şewbê 47 kes mirine. Piştî Çînê Îran û Îtalyayê jî hejmara mirî û nexweşan diyar kir. Li temamî dinyayê heta niha 2,5 milyon kes nexweş ketine û nêzî 160 hezar kes mirine. 600 hezar kes jî piştî nexweşiyê baş bûne. Herî zêde li DYE, Îtalya û Îspanyayê ev şewb tê dîtin.

Rêxistina Tendirustiyê ya Dinyayê îlan kir ku ev şewb bûye pandemî. Koronavîrus li dinyayê ne şewba pêşîn e. Heta niha mirovayetiyê li hemberî gelek nexweşiyên bi şewb têkoşiya. Nexweşî, şewb û mirinên komî ne ya pêşîn e û ne jî wê ya dawîn be. Di hin şewban de qiyametek mirov mirin.

Di dîrokê de şewbên herî xedar ev bûn.

ŞEWBA REŞ

Vê şewba ku jê re digotin ‘mirina reş’ di demên cihê yên dîrokê de pêk hat. Ya pêşîn Beriya Mîladê di sala 1650’an de li Misirê derket holê. Di sedsala 6’an de li Peravên Behra Spî yên li Ewropayê û di dawiya sedsala 19’an de bûbû sedema mirina bi dehan milyon kesan. Dema mirovan ax dagir kirin, heywanên li ser wan axan jî şewba xwe birin cihên ku çûne. Ev şewb bi mişkan li temamî dinyayê belav bû.

Şewba herî mezin di sedsala 14’an de pêk hat. Di vê demê de Mogolan ji Esyayê heta Ewropayê gelek der dagir kiribûn. Di sala 1347’an de dema ku Mogolan dora Venedîkê girtin, bi mancinîqan mirovên nexweş avêtin bajaran û nexweşî li Ewropayê belav bû. Ji ber rêyên bazirganiyê şewb li temamî Ewropayê belav bû.

Di wan deman de dêran digotin ku şewb ‘xezeba Xwedê’ ye û diyar dikin ku jinên şifayê didin, sedema vê şewbê ne. Ev jin ‘cazû’ hatin îlankirin û diyar dikirin ku ev cazû bi şev pisîkan dixin bin efsûna xwe. Di vê serdemê de cazû û pisîk hatin qetilkirin û bi vî awayî re mişk û şewb jî zêde bû.

100 MILYON KES MIRIN

Di wê serdemê de tip zêde bi pêş neketibû, bijîşkan wekî maskeyên ji çerm ên wekî pozê qijikan û eba li xwe dikirin. Dema ev şewb qediya, sê paran pareke Çîn û Ewropayê miribûn, ev jî dike 100 milyon kes.

KOLERAYA SÊYEMÎN

Kolera cara pêşîn di navbera salên 1852-1860’an de li Hindistanê derket holê. Mirovan pîsîyên xwe diavêtin çeman. Di Çemê Ganjê yê Hindûyan de ji ber ava qirêjî gelek bakterî hene. Kolera di sedsala 19’an de ji Hindistanê heta Efganistan, Rûsya, Ewropa, Efrîka û Emerîkayê belav bû. Bi tenê li Rûsyayê milyonek kes mirin.

Ji ber vê bakteriyê nava mirovan diçû û heke nehata tedawîkirin mirov dimirin. Di şewba sêyemîn de dermanê kolerayê hate dîtin. Ji ber ku li gorî Hîndûyan şuştina di vî çemî de pîroz e, hê jî şewba kolerayê li wan peyda dibe.

GRÎBA SPANYOL

Her çendî bi navê Grîba Spanyl were binavkirin jî sala 1918'an 4'ê Adarê li eyaleta Kansasê ya DYE'yê hate jiyîn. Nanpêj Albert Ginchel a li kampa Fustonê bi sedema kuxik û serêşê birin revîrê, di nav sê heftiyan de ya piştî vê 100 hezar leşker rakirin nexweşxanê û bi hezaran jê li ser piyan tedawî bûn. 1918'an pandemiya Grîba Spanyolî di nav salekê de bû sedem ku di navbeyna 40 milyon û 100 milyon kesî de bimirn.

Pandemiya 1918'an ne li Spanyayê dest pê kir lê ji ber ku Spanya ne di nav şerê mezin de bû nûçe bê sansûr dida nûçeyên grîbê jî tenê di çapemeniya cihanê de cih girt. Ji ber ku agahî ji vir belav bûn navê 'Grîba Spanyol' lê hate kirin.

PANDEMÎ BI SÊ PÊLAN DOM KIR Û 75 MILYON MIROV MIRIN

Her çendî zanyarên dema me Asyaya Başûrê Rojhilat weke cihê derketina wê bidin jî 1918'an weqayên pêşî li Emerîkayê derketin. 1918'an dema Şerê Cîhanê yê Pêşî û li Ewropa û piştre gelek welatên cîhanê dayî ber xwe, 2 sal û nîvan bi rengê sê pêlan berdewam kir. Bû sedema mirina 75 milyon û mirov û sedema hilweşîneke mezin a sosyal û ekonomîk.

MERS

Cara pêşî 2012'an li Siûdî hate dîtin û nexweşiyeke têger a rêya hilmstandinê ye ku vîrûsa koronayê bûye sedem. Vîrûsa koronayê ji malbateke berfireh a vîrûsan e dibe sedema nexweşiya SARS'ê ya ku ji şewbê hinekî girantir e û dibe sedema ku bêhna mirov biçike.

Sincirîna laş, lerz, serêşî, sergêjînekî, êşa qirikê, kuxika ziwa, bêhnçikîn, êşa masûlkeyan semseletên vê nexweşiyê ne.

NEXWEŞIYA MÊKUTOKAN

Nexweşiya mêkutokan jî bi rêya hilmstandinê di mirov digere, di her temenî û bi her cinsî xuya dike, li ser laşê mirov avzelelk çêdibin. Li tevahiya cîhanê bûye sedema mirina 18 hezar mirov.

VÎRÛSA AÎDS'Ê (HÎV)

Guhartoyên wê cara pêşî di navbeyna 1884-1924'an de derketiye holê û tê zanîn li başûrê rojhilat ê Kamerûnê ji şempazeyekî di mirovan geriyaye. Ev nexweşî bi rêya xwînê û têkiliya zayendî di mirov digere, 1981'ê ji ber ku bilez li cîhanê belav bû, bû sedema mirina 30 milyon mirov.

Her wiha dema nêzîk grîba berazan, çûkan û gelek nexweşiyên têger çêbûn.

LI KURDISTANÊ Û TIRKIYÊ REWŞA KORONAYÊ

Vîrûsa koronayê destpêka sala 2020'an giha Kurdistanê û Tirkiyê. Wezareta Tendiristiyê ya Tirk weqayên pêşî 11'ê Adarê ragihand. Ji wê demê û heta niha 98.674 kes pê ketine. Hate gotin hijmara miriyan 2 hezar û 376 kes e. Ji ber ku hijmara testan rojane 40 hezar e, ev jî nîşan dide ku tablo qet ne baş e.

MODERNÎZM NEXWEŞIYAN TÎNE

Bi kurt û kurmancî mirov dikare bibêje her şaristanî, di demên cihên yên dîrokî de nexweşiyên kujende afirandine. Sinayî, qeleçoya sirûştê, germbûna global, gavên ku ziyanê didine ekosîstemê, hîmê pandemiyen nû çêdike, nexweşiyên weke ta, kolerayê dîsa bi xwe re tîne.


Bêjeyên Miftehî