Di sê rojan de li Şahbayê çi pêk hat?
ŞAHBA – MÎT`ên dewleta Tirk a dagirker û komên çete li dijî kurdên li herêmên Şahbayê yên dagirkirî, polîtîlteya koçberkirinê didin meşandin. Ji aliyekî din ve jî, Mît û çete malên kurdan û ereban talan dikin û kurdan dirivînin.
Polîtîkeyên artêşa Tirk a dagirker , MÎT û çeteyên AKP`ê guhartina demografiya herêmên kurdî li herêmên Şahbayê, didomin.
Talankirin û diziya li ber çavan
Çavkaniyan ji herêmên Şahbayê ji ajansa me (ANHA) re raghandin, ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyan malên kurdan li gundê Til Betal, Numan, Qeer Kelbîn û gundên din, talan dikin . Her wiha artêşa dagirker li gundên navborî, bi ser malan de girtin û jin kontrol kirin û maşîne, telefon û motorskilêtên welatiyan, bi darê zorê ji wan standin.
Careke din li her sê gundên navborî (Til Betal, Numan, Qeer Kelbîn) konvoy leşkerî ku ji 100 erebeyên reş ên leşkerî pêk dihat û çeteyan Ii erebeyan rûyên xwe girtibûn, bi ser malan girtin û damençe û çiftên welatiyan ji bi darê zorê ji wan standin.
Rakirina ala Tirkiyê û çeteyan li ser malên welatiyan
Li gundê Til Betal, Numan û Qeer Kilbîn, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê şênî neçar kirin ku ala Tirkiyê û çeteyan li ser malên xwe rakin. Dema mirov li wan gundan temaşe bike, wekî wîlayeteke Tirkiyê tê ber çavê mirov.
Heqaret û êrîşa li dijî kurdan
Di operasyona ku li dijî kurdan li herêmên Şahbayê beriya sê rojan hatibû destpêkirin de, çeteyan û artêşa dagirker li gelê kurdan ku jin jî di nava de hebûn Ii ber çavên her kesî li wan dixistin û her wiha heqaret li wan dikirin.
Her wiha çavkaniyan, dane zanîn ku MÎT`ê dewleta Tirk li bajaroka Exterîn ji malbatên kurdan re gotine “Karê we li vir tune ye, pêwîst e win ji bir biçin, cihê we ne li vir e.”
Li gundê Berûn”Aq Berhan”hinek welatiyên Ereb derbarê zêdegavên artêşa Tirk a dagirker li dijî gelê Kurd nerazîbûn nîşan dan û ji artêşa Tirk re gotin Kurd û Ereb hevkarin, win çima bi Kurdan re wiha didin û distînin?. Lê artêşa dagirker ev nerazîbûna gelê Ereb li hemberî kiryarên wan, xweşiya wan neçû û du welatiyên Ereb rivandin.
Di heman demê de, çavkaniyan diyar kirin ku MÎT`ê dewleta Tirk ji Kurdan re gotine “tiştên win ji “artêşa Tirk” bibînin we ji DAIŞ`ê nedîtiye û wina xweziya bi DAIŞ`ê bînin”.
Artêşa dagirker hîşt ku jin tezî derkeve derve
Li herêmên Şahbayê, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên Ehrar El-Şam bi ser malekê de girtin. Jina malê ji wan xwest ku cilên xwe bike, paşê derkeve derve, lê artêşa dagirker û çeteyan daxwaza wê nepejirandin û hîşt ku jin “tezî” derkeve derve. Leşkerî artêşa dagirker jî ji jinê re
Artêşa dagirker di ser de girtina malan de, 35 welatî di nava de jin jî hene rivandine û birie gundê Arşaf ku 15 Km li rojavayî Exterînê dikeve. Her wiha di nava kesên ku hatin rivandin de, kesên bi temen mezin hene û temenê wan zêdeyî 65 salî ye.
Welatiyên ku xizmên wan hatin rivandin, ji bo serlêdanê wan çûn gel waliyê kilsê. Waliyê Kils ji welatiyan re gotiye ku biryara ji Enqerê paytexeta Tirkiyê hatiye û kesên hatine rivandin wê li Tirkiyê werin darizandin.
(kc)
ANHA