1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Dîlek Ocalan dema hevdîtina li Îmraliyê vegot
Dîlek Ocalan dema hevdîtina li Îmraliyê vegot,dîlek,ocalan,dema,hevdîtina,li,îmraliyê,vegot

Dîlek Ocalan dema hevdîtina li Îmraliyê vegot

A+ A-

 

 

RIHA - Xwarziya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Dîlek Ocalan bi minasebeta 4'ê Nîsanê Roja Rojbûyîna Ocalan behsa ziyareta li Îmraliyê bi Ocalan re kir. Ocalan anî ziman ku dema di hevdîtina li Îmraliyê de Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan destê wê jidand bêtir baweriya wê bi wê hat û wiha got: "Mirov matmayî dimîne di odeyek wisa biçûk û şertên ew qas giran de çawa dikare ew qas bi afirîne û moral bide."

Parlamentera HDP'ê ya Rihayê û xwarziya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, bi minasebeta 4'ê Nîsanê Roja Rojbuyîna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û ziyareta li Îmraliyê bi Ocalan re kiriye qala xalê xwe Ocalan kir. Dîlek Ocalan, li ser bandora Ocalan a li ser jinê û têkoşîna jinê kurd a ji bo Rojhilata Navîn bûyî mînak axivî û wiha got: “Dema em bi çavên heval, xwişk û malbatê li jiyana xalê xwe Ocalan dinerin, em dibînin ku hêj ji zarokatiya xwe de de cihek giring dide têkiliyên xwe yên bi jinan re. Ji jiyana dayîka xwe bigire heya hevalên xweyên jin ku pêre li kolanan dilîzin ji zewaca xwişka xwe Hewa hemû çavdêr dike û li ser lêkolînan dike. Pirsgirêka jinên Rojhilata Navîn di kesayeta jinên derdorê xwe de lê dikole. Di her nivîs û axaftina xwe de dide nişan ku jinan xwedavendiya xwe li Rojhilata Navîn winda kiriye û cihê lê qezenç bikin jî Rojhilata Navîn e.”

‘ŞOREŞA ROJAVA BERHEMÊ FELSEFEYA OCALAN E’

Dîlek Ocalan mînaka berxwedana jinên Rojava da û diyaloga Ocalan bi jinek Suriyeyî re wiha vegot: “Piştî 1979’an Ocalan çû Suriyeyê, li Şamê bi jinek Suriye yî re nîqaş dike. Jina Suriyeyî ji Ocalan re dibêje ‘em jin di hucreyê de ne’ Ocalan wiha bersiva jinê dide: ‘divê êdî hûn vê axa mirî ya li ser xwe bavêjin’. Di vê axaftina Ocalan de giringî û israra wî ya ji bo jinê diyar dibe. Şoreşa Rojava ya ku bi rêbertiya jinan pêşketî encama vê israrê ye. Ev şoreş berhemê felsefeya Rêberê Gelê Kurd Ocalane.”

‘DEMA DESTÊ MIROV DIGIRE BAWERIYA MIROV ZÊDE DIBE'

Dîlek Ocalan hevdîtina bi Ocalan re nirxand û wiha axivî: “Min ew nedîtibû. Min ew bi gotinên hevalên wî, malbat, pirtûk û videoyên wî dinasî. Min ew wek Rêberê Gelê Kurd dizanî. Mirovekî ku kes nikare xwe bigînê û hişk dizanî. Dema min ew li giravê dît pir cuda bû. Kesek gelek mutavazî bû. Dema destê min şidand baweriyamin bimin hat. Jimin re got ‘Tu destpêkê rûnê." Piştî ez rûniştin ew paşê rûnişt. Nîqaşên me li ser tekoşîna jinê bûn. Zêde dema me jî tune bû. Mirov matmayî dimîne ku di wê rewşa giravê de çawa dikare ewqas biafirîne. Di odeyek 4 metre, girava ku dema mirov dikevê bêhna mirov teng dibe. Çawan ewqas bi morale. Lê van şertan bandorek neyînî li ser fikr û afirandina wî nekir. Nekarîbû fikrên wî dîl bigire."

‘JIN NEÇARIN RÊYÊN BERXWEDANÊ BIAFIRÎNIN’

Dîlek Ocalan bal kişand ser berxwedan û xwe ji nuve bi watekirina jinên kurd û wiha pêde çû: “Em jinên kurd ked û destkeftiyên jinên kurdên bi berxwedanên mezin hatiye qezençkirin mînak digirin. Em bawerin jin dê vê berxwedanê berdewam bikin, ji ber jin evîdarê azadiyê ne. Yek encamên vê berxwedana jinan berhema jinên kurd Jineolojiye. Êdî jin bi xwe rêya berxwedanê diafirînin. Jin ji bo jiyankirinêne çarin rêyên berxwedanê biafirînin.”

Dîlek Ocalan bertek nîşanî tecrîda ser Ocalan da û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Tecrîdkirina kesek ku ji bo pirsgirêka Rojhilata Navîn bi taybet jî pirsgirêka kurd niheqiyek mezine. Bêhiquqiyek mezin e.”