Dîroka veşarî ya Amedê. Şikeftên Birkleynê
Şikeftên Birkleynê li serdema antîk weke ‘dawiya dinyayê’ dihate dîtin û li efsane û pirtûkên pîroz de weke cihê ku ‘ava heyatê lê diherike’’
Amed, tê zanîn ku ji serdema kêvir ve mirov lê bi cih bûne û xwedî dîrokekê ye, her wiha Amed bi xweşkiyên sirûştî û efsaneyên xwe jî bajarekî navdar e. Bi taybetî jî herêma di navbera Licê, Erganî, Bismil û Farqînê de ji serdema antîk ve ji bo gelên herêmê bûye stareyek û bûye jîgehek. Di nav van jîgehan de jî di serî de şikeftên Hasunî, girê Kortik, şikestên Hîlarê û şikeftên Birkleyn û ava Birkleyn heye ku li nezî Licê ye û ji serdema Neolîtîk maye.
Di şikeftên Birkleynê de ku di serdema antîk de weke ‘cihê dawiya dinyayê’ lê dihate nerîn û di pirtûkên pîroz de weke ‘cihê ku ava heyatê lê diherike’ tê zanîn, li gorî lêkolînên arkeolojîk ku bi derfetên kêm hatine krin şopên jiyana însên yên beriya niha bi 8 hezar sal hatine dîtin. Ava Birkleynê di heman demê de ji du kanên Çemê Dîclê yek jê ye. Ev av piştî ku ji bin avê ji tûneleke sirûştî derbas dibe tê ser rûyê erdê. Cihê ku ava Birkleynê lê winda dibe weke ‘dawiya dinyayê’ bûye efsane.
1862’AN HATE TOMARKIRIN
Şikeftên Birkleynê ku bi hezaran sal in ji hêla gelê herêmê ve tê zanîn û li ser wê efsane hatine çêkrin cara pêşî sala 1862’an konsolosê Ingilîz Taylor ew tomar kir. Piştre ji Enstîtuya Arkeolojiyê ya Elman Arkeolog Dr. Andreas Schechner lêkolîna zemînê kiriye û tespît kiriye ku nivîs û nicirên li ser dîwarên şikeftê B. M 1100 û 850 salî, yên dema Asûriyan in.
EV 8 HEZAR SAL IN TÊ BIKARANÎN
Li gorî pêşkolînên ji hêla arkeolog Dr. Schechner ve hatine kirin, li ber ronkahiya bermahiya ji ber destê mirovan, herêm ji B.M bi 6000 salan û vir ve tê bikaranîn.
Li gorî lêkolînan di beşê pêşî de ku ava şikefta Birkleynê diherike du stel û du kitêbeyên Qeranê I. ê Asûriyan Tîglatplaser hene. Stel û kitêbe ji ber ku li bakurê şikeftê ne û pir bilind in bêyî ku ziyana wan bibe îro jî têne dîtin. Yek ji kitêban li eniya pêş a stelê ye. Hikimdar bi destê xwe kitêbê destnîşan dike.
Stela ku ya Qeranê III. Asûriyan Salmanassar e û du kitêbeyên bi nivîsên mixî jî li hinekî jortirê vê şikeftê û li devereke bilind li hêla rojava ya şikefteke dî ye. Beşek ji stêlê û beşek ji kitebeyê ji hêla gencînegeran ve hatiye tehrîbkirin. Di vê stelê de hikimdar şikefteke dî ya di nav şikeftê de destnîşan dike. Şikefta mezin jî pîjikan pêk tê.
Di kitêbeyan de ku di şikestên Birkleynê de hatine dîtin nivîsên ku Qeranê II’an ê Asûriyan Salmanassar dipesisîne hebûne. Di yek ji van nivîsan de Qeranê II’an ê Asûriyan Salmanassar wiha dibêje: ‘’ Ê ku ji qeraniya min hez dike, xwedayên mezin ên ku navê min berz dikin Asur, Bêl, Sîn, Samas, Adad, Îstar, Salmanu-asarêd (III. Salmanassar), qeranê çar cîhanan, Qeranê Asûran, kurê Asûr-nasir-aplî (II. Asurasîrpal), Qeranê Asûr, kurê Tukultî-Nînurta (II.), Fatihê serwer ê welatê ku roj ji zeryaya Qeranê Asûr (Gola Wanê) hildibe û roj lê diçe ava (Behra Spî). Min welatê Hattî bi dest xist. Ez çûme Enzû. Min welatên Suhmu, Daîanû, welatê Urartu bi temamî bi dest xist. Ez çûme Gîlzanû. Min bacê Gîlzanûyan qebûl kir. Sê caran çûme welatê Nairî. Min navê xwe li kana Dîclê nivîsand.’’
SÛREYA KEHFÊ Û EFSANEYA ZILQERNEYN
Li gorî gotinên nav gel lê di belgeyên dîrokî de hê nehatiye dîtin Iskenderê Makenonî ku B. Z 356-323’an welatê Persan dagir kirî, bi artêşa xwe ya ji 15 hezar kesan pêk tê li vir demekê maye. Di nav gel de tê gotin Zilqerneynê ku di sûreya Kehfê ya Quranê de derbas dibe jî demekê li vir maye. Ji bo vê jî gelê herêmê dema ku behsa vê efsaneyê dike dibêje Iskenderê Zilqerneyn. Gel bawer dike ku Iskender û Zilqerneyn heman kes in.
Li gorî efsaneyeke dî jî Iskenderê Zilqerneyn di serdema antîk de hatiye şikefta Birkleynê û li keleha Çeperê maye. (bermahiya Keleha Çeperê hê jî hene. Ji nivîsên nivîskarê Bîzansî Procopîus, P. M 507-555’an tê fêhmkirin ku navê kelehê Îllyrîsos e û bi îhtîmaleke mezin di dema Justînîanus de, P. S 527-565’an hatiye avakirin.)
Li gorî efsaneyeke dî Iskenderê Zilqerneyn di seferekê de ji her du aliyê serê wî ve weke stirhan du ûr çêbûne û gelek êş dane Iskender. Iskender di xewnê de dîtiye ku ji ava şikefta Birkleynê ya Licê xwe bişo wê stirhên wî biçin. Iskender di cih de rêya xwe guherî ye û hatiye Licê feth kiriye. Piştî ku ji ava Birkleynê vexwariye û bi avê serê xwe şuştiye ji van stirhan yek jê di cih de çûye. Ya dî jî di demeke kurt de baş bûye. Li gorî efsaneyê hê ti kesî dawiya şikefta Birkleynê neditiye.
TALANA GENCÎNEGERAN
Wezareta Çand û Turîzmê ya Tirk 2004’an li 5 şikeftên Birkleynê 40 rojî lêkolîn kir, di encama lêkolînê de diyar bû ku li şikeftan gencînegeran kolan kirine.
Di lêkolînan de li gel ku ji 150 salî û vir ve di lîteratûran de cih digire jî di şikeftan de û li herêma derdora wê hatiye tespîtkirin ku ji serdemên destpêkê ve jîgehek e. Di lêkolînên arkeologan de, li gel talan nêçîrvanên gencîneyan ve jî serikên tîrên hesinî û parçeyên seramîkê hatine dîtin. Di lêkolînan de li şikefta Birkleynê şopên serdema Neolîtîk, Kalkolîtîk, Serdema Tûncê, Hesin û Bîzansê hatine dîtin.
Şikeftên Birkleynê bi salan e her çendî ji hêla gencînegeran ve hatine talankirin jî bi efsane û xweşikiya xwe ya sirûştî ve yek ji devera bi raz û efsûn a Amedê ye.