Edîtora Rojeva Medya jiyana xwe ji dest da
NAVENDA NÛÇEYAN– Edîtora Rojeva Medya Evîn Buldan ji ber qirîza dil jiyana xwe ji dest da û dê îro li Geverê were defin kirin.
Edîtora Rojeva Medya Evîn Buldan dema ku ji kar vedigeriya mala xwe qirîza dil derbas kir û berî bighîje nexweşxaneyê jiyana xwe ji destda.
Buldana ku rakirin Nexweşxaneya Memorial a Amedê ji bo otopsiyê birin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Selahadîn Eyûbî.
Malbata Buldan a li navçeya Geverê ya Colemêrgê dijî piştî agahî bihîstin ji Geverê ber bi Amedê ve ketin rê. Cenazeyê Buldan serê sibê saet di 07:00’an dê ji hêla malbat û hempîşeyên wê ve bê wergirtin û ji bo definkirinê bibin navçeya Geverê.
Tê payîn ku cenazeyê Buldan îro li navçeya Gever a Colemêrgê bi merasîmekê bê definkirin.
Rojnameger Buldan ji sala 2011’an û vir ve di rojnameya Azadiya Welat a bi biryara KHK’ê ve hat girtin de dixebiti. Piştî ku rojnameya Rojeva Medya hat vekirin Buldan a ku di kar û barê xebatên rojnamegeriyê de kedek mezin dabû di vê rojnameyê de jî ligel hempîşeyên xwe cîhê xwe girt û berpisiyartiya rûpela jinê dikir.