1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Erdogan: Agahiya PDK, Rusya û Amerîka ji operasyonê hebû
Erdogan: Agahiya PDK, Rusya û Amerîka ji operasyonê hebû,erdogan,agahiya,pdk,rusya,û,amerîka,ji,operasyonê,hebû

Erdogan: Agahiya PDK, Rusya û Amerîka ji operasyonê hebû

A+ A-

Serokomarê Tirk Tayîb Erdogan îda kir ku beriya êrîşên hewayî li dijî Şengal û Rojava bikin PDK, Amerîka û Rûsyayê agahdar kirine.




 

NAVENDA NÛÇEYAN 

 

Serokomarê Tirk Tayîb Erdogan, îda kir ku beriya êrîşên hewayî li dijî Rojava û Şengalê bikin, wan PDK, Rûsya û Amerîkayê agahdar kirine. Erdoganê ji Reuters’ê re axivî, got: “Me beriya operasyonê Rûsya, Amerîka û Bakurê Iraqê agahdar kir. Heya ew der ji terorê werin paqijkirin, dê operasyon berdewam bikin. Emê nehêlin Sîncar (Şengal) bibe warê PKK’ê.”

 

Di daxuyaniyên PDK’ê û Amerîka yên piştî êrîşê kiribûn de diyarkiribûn ku agahiya wan ji vê operasyona hewayî nînin.

 

Amerîka, hevpeyman êrîşên dewleta Tirk erê nekir

 

Berdevkê Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Mark Toner ku têkildarî êrîşê daxuyanî da, got: “Em ji êrîşên li dijî Bakurê Sûriyê û Bakurê Iraqê bi fikarin. Me fikarên xwe ji hikûmeta Tirk re ragihand. Êrîş, ji aliyê hevpeymanê ve ne hate êrekirin.

 

PDK’ê jî PKK’ê tawanbar kiribû


Koma parlementoya PDK’ê jî di daxuyaniya daye de diyarkiribû ku êrîş “nayê qebûlkirin’ û PKK’ê tawanbar kiribû. Di daxuyaniya PDK’ê de hatibû gotin: “Sedema sereke ya vê aloziya di encama êrîşê de çebuye hebûna PKK’ê ya li herêmêye.”


Rudaw hewl dide çi bike?

Ancax, dezgeha ragihandinê ya PDK’ê Rudaw, di nûçeya saetên sibehê de derbaskiribû de îda kiribû ku, “Hêzên YBŞ’ê agahiya xwe ji êrîşên ser Şengalê hebû û herêmê terk kiribûn.”

 

Pêşmergeyek îtîraf kiribû
 

Pêşmergeyekî ji nuqteya pêşmergeyên bû armanca êrîşên hewayî, got ku agahiya pêşmergeyan hebû ku wê êrîş pêk were.

 

Pêşmerge diyar kir ku ew ji wê nuqteyê kordînat didan balafirên şer yên artêşa Tirk û têkildaırı êrîşê wiha axivî:” Beriya êrîşê ji me re gotin wê bi şev êrîşa hewayî çêbibe. Ji me jî xwestin ku em ji cihê xwe dernekevin û ronahiyê jî venemirînin. Dema êrîş destpêkir me jî wisa kir, lê, dema cihê YBŞ’ê yê nêzî me bombebaran kir parçeyek hat li jenaretora me ket. Jenerator xirabû û sekinî. Dema wisabû ceyrana me jî çû. Ji lewma balafir me û YBŞ’î yan tevlîhev kir û ji lewma jî li me da.  

 

Heman pêşmerge got ku ew pêşmergeyê kordînat dida balafirên şer da ku li YBŞ’î yan bide û di êrîşê de jiyana xwe ji dest da jî Hejar Ekremê Zaxoyî bûye.