1. Hemû Nûçe

  2. 21 Pirs

  3. Erdogan diyar kiriye ku ew amadeye Herêma Kurdistanê bifiroşe
Erdogan diyar kiriye ku ew amadeye Herêma Kurdistanê bifiroşe,erdogan,diyar,kiriye,ku,ew,amadeye,herêma,kurdistanê,bifiroşe

Erdogan diyar kiriye ku ew amadeye Herêma Kurdistanê bifiroşe

A+ A-

Li sala 2014’an de hikûmeta Iraqê ku wê demê Nurî Malikî serokwezîr bû, li jora bazirganî ya navnetewî (ICC) ya li Parîsê li dijî Tirkiye gilî tomarkiribû. Gilî ji ber wê yekê bû ku Tirkiye bêy razîbûna hikûmeta Iraqê destûr daye nefta Herêma Kurdistanê were şandina Bendera Ceyhanê.

Li gorî zanyariyên ku ji beriya niha me ji Parlementerê Iraqê Dr.Xalib Mihemed girtibû, hikûmeta Iraqê daxwaza 26 milyar dolar tazmînat ji Tirkiye kiriye.

Li ser heman mijarê Parlementerê Tevgera Nifşê Nû yê Parlamentoya Iraqê Serkewt Şemsedîn eşkere kir ku tazmînata hatî xwestin 24 milyar dolare, herwiha anî ziman ku rayedarên Tirk bi eşkere ji berpirsên Iraqê re gotine, ger Tirkiye neçarî dayîna vê tanzîmatê were kirin, wê Tirkiye yek dolarê xwe nedin, wê hemû ji dahata nefta Herêma Kurdistanê bidin. Şemsedîn got, bi vî awayî dahata nefta Herêma Kurdistanê bi temamî dikeve destê Tirkiye û yek dolar ji bo Herêma Kurdistanê nayê şandin.

Li gorî Serokê Koma Tevgera Goran li Parlamentoya Herêma Kurdistanê Elî Hemesalih dibêje, niha Herêma Kurdistan rojane 420 hezar bermîl neft dihinêre Bendera Ceyhan û ji her bermîlek neft bi qasî 23 dolar digihe Herêma Kurdistanê ku niha di bazara cîhanê de nirxê yek bermîl neft nêzî 70 dolarane. Li gora vê, dahata mehek ya nefta Herêma Kurdistanê 289 milyon û 800 hezar dolare, yanî nêzî 350 milyar dînare.

Niha dewleta Tirk ketiya dibin zextên vê giliyê hikûmeta Iraqê de, dibe ku li ser vê mijarê hikûmeta Iraqê qezenc bike. Li gorî Endamê Komîsyona Darayî li Parlamentoya  Iraqê Cemal Koçer diyar kirî, Erdogan aniye ziman ku ew amadeye hemû lihevkirinên ku li gel Herêma Kurdistanê îmze kirine hilweşînin.

Cemal Koçer li ser hurgiliyên gotinên Adil Ebdulmehdî yên di derbarê mijara giliyê ji ber nefta Herêma Kurdistanê li Tirkiye hatî kirin wiha got; “Piştî Adil Ebdulmehdî ji Tirkiye vegeriya, hemû serokên komên partiyên Kurdî li parlamento û cîgirê duwem yê serokê parlamentoyê ji bo budceya Herêma Kurdistanê were zêdekirin li gel Ebdulmehdî civiyan. Di civînê de Ebdulmehdî ji me re got,ez nikarim tu pereyek zêde bi we bidim. Ji berku zextek zêde li ser min heye, rica ji we dikim ew zexta hun li min dikin, herin li hikûmeta xwe bikin.”

Di dewama axaftina xwe de Cemal Koçer diyarkir ku di civînê de pirsyarek di derbarê wê giliyê hikûmeta Iraqê yê li ser Tirkiye heyî ji Ebdulmehdî hate kirin, Koçer da zanîn ku Ebdulmehdî gotiye; “Ji dema bûme serokwezîr ve min civîna xwe ya herî dirêj li gel Erdogan pêkanî ku du saet domand. civîn hemû li ser nefta Herêma Kurdistanê bû. Di gilî de daxwaza 24 milyar dolar ji Tirkiye hatiye kirin. Wê ev gilî di berjewendiyê me de bi encam bibe. Lê li gora min başe li ser wê mijarê ji hevtêgihiştinek çêbe. Erdogan jî dizane ev gilî wê di berjewendiyê me de bi encam bibe, ji bona wê daxwaz ji me kir ku em giliyê xwe paşde bikêşin. Erdogan diyarkir ku bi du mercan ew amadeye raste rast danûstandinan bi hikûmeta Iraqê re bike û hemû lihevkirinên li gel Herêma Kurdistanê jî heyî hilweşîne. Mercê yekem, xwest Iraq giliyê xwe paşde bikşîne, mercê duwem Bexda nefta xwe bifiroşe Tirkiye.”

Cemal Koçer têkildarî lihevkirina Herêma Kurdistan û hikûmeta navendî li ser mijara neftê jî got; “Rûniştina me ya herî dawî ji beriya Cejna Qurbanê bû, wezîrê neftê yê Iraqê da zanîn ku wana daxwaza radestkirina neftê ji Herêma Kurdistanê kirine, hikûmeta Herêma Kurdistanê jî ji wan re diyar kirine ku ew nikarin neftê radest bikin, ji berku 24 milyar dolar deyn li ser wana heye. Ger hikûmeta Iraq vî deyne bide ewê neftê radest bikin. Wezîrê neftê yê Iraqê jî got, me ji wan re gotiye ji mere eşkere bikin ev 24 milyar dolare deynê çiye, wana jî soz dane ku ewê eşkere bikin.”

Piştî civîna Erdogan û Ebdulmehdî Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî yê Tirkiye Fatih Dolmez serdana Bexda kir. Di serdanê de li gel serokwezîr û gelek wezîran hevdîtin pêkanî. Naveroka civîna wan li ser bazirganiya enerjî û neftê bû.

Fatih Dolmez li gel wezîrê neftê û wezîrê elektrîka Iraqê jî civiyabû. Di daxuyaniyek ya wezareta elektrîkê de hat gotin ku di civînê de behsa mijara kêşana xetek nû ya elektrîkê ji Tirkiye hat kirin her wiha behsa amurên bînasazî û elektrîkê hatin kirin.

Piştî hevdîtinan Fatih Dolmez jî têkildarî serdana xwe ya ji bo Iraqê ji çapemeniyê re axivî bû û gotibû, armanca me ewe ku em bazirganiya xwe li gel Iraqê ku salane 13 milyar dolare bigihînin 20 milyar dolaran. Her wiha Fatih Dolmez daxwaz ji Wezîrê Neftê yê Iraqê Semîr Xezban kir ku li ser boriya Kerkûk-Ceyhan xetekî nû çêkin, nefta başûr û bakurê Iraqê bigihînin Derya Spî.

Têkildarî mijarê Semîr Xezban jî diyarkiribû ku wan li gel wezîrê Enerjî yê Tirkiye behsa xetek nû ya neftê kirine dinavbera Kerkûk Tirkiye de were çêkirin. Xezban da zanîn ku wana biryar daye ew xet were çêkirin û pêwîste bixin xeta neftê ya Besre-Ekab. Ji bo kêşana xeta elektrîkê ji Tirkiye jî herdu aliyan razîbûna xwe nîşan dane.

Li ser vê mijarê Çavdêrê Siyasî Edalet Ebdullah got; “Hikûmeta Iraqê naxwaze Herêma Kurdistan raste rast neftê bifiroşe. Firotina nefta Herêma Kurdistan ji bo Tirkiye di yasaya navnetewî de xwedî pirsgirêke. Ji bona wê hikûmeta Iraq hewl dide bi rêya Herêma Kurdistan û rêya Tirkiye van lihevkirinan hilweşîne.”

Edalet Ebdullah da zanîn ku li gorî agahiyên bi dest wî ketine, hewl tê dayîn lihevkirinên Herêma Kurdistan û Tirkiye werin hilweşandin. Ebdullah got, ger ev yek were kirin wê beşek giring ji dahata Herêma Kurdistan were qût kirin, divê desthilatdarên hikûmetê hesabek ji bo vê yekê bikin.

Di dewama axaftina xwe de  Edalet Ebdullah da zanîn ku ger destûr were dayîn Tirkiye dixwaze li gel Herêma Kurdistan bazirganiyê bike, ji berku Herêma Kurdistan bi nirxek kêmtir ji bazara cîhanê neft difiroşe Tirkiye. Her wiha kompanyên Tirkiye jî sûdek zêde ji Herêma Kurdistanê dibînin.

Weke ku ji axaftinên çavdêrên siyasî û parlamenteran derdikeve, Tirkiye ketiye dibin zextan de daku dest ji kirîn û veguhestina nefta Herêma Kurdistanê berde. Ji axaftinên Erdogan û serdana wezîrê enerjiyê yê Tirkiye ji bo Iraqê jî diyar dibe ku Tirkiye amadeye dest ji bazirganiya neftê ya li gel Herêma Kurdistanê berde. Ev yek jî bi mercê ku hikûmeta Iraqê rêyek ji bo bazirganiyê jêre veke. Ger ev yek jî pêkwere wê Herêma Kurdistan lihevkirina 50 salî ya aborî ya li gel Tirkiye heyî ji dest here.

(şk)