1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Geliyê Gordenê di bin bendavê de dimîne
Geliyê Gordenê di bin bendavê de dimîne,geliyê,gordenê,di,bin,bendavê,de,dimîne

Geliyê Gordenê di bin bendavê de dimîne

Ger bendav bi dawî bibe dê Geliyê Gordenê û 50 gund di bin avê de bimînin

A+ A-

AMED - Ji sedî 70'yê Bendava Farqînê temam bûye. Ger bendav bi dawî bibe dê Geliyê Gordenê û 50 gund di bin avê de bimînin. Ekolojistan gotin "Dîrok, çand û hişê civakê tê tunekirin." 

Di çarçoveya Projeya Anatoliyaya Başûrê Rojhilatê (GAP) de di sala 2009'an de dest bi çêkirina Bendava Farqînê hat kirin û niha ji sedî 70'yê vê bendavê temam bûye. Bendav ji 8 bendavan, santrala hîdroelektrîkê û 23 tesîsên avê pêk tê û dê du sal şûn de têkeve fealiyetê. Bendav bi bilindahiya xwe 175 metre û nîv e û li herêmê piştî Bendava Ataturkê bendava herî mezin a duyemîn e. 

Aktivîsata Komeleya Ekolojiyê Guner Yanliç, bi bîr xist ku zêdeyî 50 sal in polîtîkayeke Tirkiyeyê ya enerjî û ewlehiyê heye û bendavên ku li herêmê tên çêkirin berdewamiya vê polîtîkayê ne. Yanliç, dest nîşan kir ku ji ber ku li Rojhilata Navîn niha petrol di rovanşê de ye, dê di sala 2050'î de rezervên avê kêm bibin û dê nêviyê cîhanê ji avê bê mehrûmkirin. Yanliç, dest nîşan kir ku bi bendavên tên çêkirin, qadên îstihdamê nayên zêdekirin. Yanliç, anî ziman ku bi bendavan armanca sereke ew e ku avê bikin amûreke bazirganiyê. Yanliç, ragihand ku Bendava Farqînê jî bi şik û gumana ewlehiyê hatiye çêkirin. 

'DÊ 50 GUND DI BIN AVÊ DE BIMÎNIN' 

Yanliç, diyar kir ku Bendava Farqînê li herêmê bendava duyemîn a mezin e. Yanliç, got ku dê bi vê bendavê re Geliyê Godernêya dîrokî ya ku di navbera Licê, Pasûr û Hezroyê de cih digire winda bibe. Yanliç, anî ziman ku ev der malovaniya mîratyeke dîrokî dike û dê bi bendavê re qadên jiyanê yên xwezayî bi temamî di bin avê de bên hiştin. Yanliç, dest nîşan kir ku dê Licê, Farqîn, Pasûr û Hezro jî tesîrê ji bendavê bigirin. Yanliç, got ku dê nêzî 50 gund di bin avê de bimînin û bi vê re dê gelek mirov ji neçarî koç bikin.

'BÎRA CIVAKIYÎ TÊ TUNEKIRIN' 

Yanliç, dest nîşan kir ku hêleke din a çêkirina Bendava Farqînê jî ew e ku, gor, abîde û zinarên dîrokî yên aîdî Dema Neolîtîkê bên tunekirin. Yanliç, ragihand ku dê qadên jiyanê yên giyanewerên wek pezkovî, rovî û berazan jî di bin avê de bimînin. Yanliç, anî ziman ku Tirkiye Bendava Farqînê wek polîtîkaya çandiniyê lanse dike, lê belê dê ev bendav cotkarên biçûk bi temamî biqedîne. Yanliç, dest nîşan kir ku dê ji ber avê bax û baxçê tune bibin. 

Yanliç, bi bîr xist ku Geliyê Godernê bi her awayê xwe di hedefa sermayedaran de ye û çêkirina bendavên li herêmê bera polîtîkaya yekparêzî û yektîpî ya Tirkiyeyê ye û bi vê re tê xwestin ku bîra civakiyî bê tunekirin. 

'6 QATRÎLYON Û NÎV HATIN XERCKIRIN' 

Yanliç, anî ziman ku Bendava Farqînê bûye cihê maliyeteke zêde û li gor pereyên berê 6 qatrîlyon û nîv lê hatiye xerckirin. Yanliç wiha axivî: "Temenê bendavekê, heke xwediyê teknolojiyeke baş be 50 sal in. Dê ji bo dahateke madî qada jiyanê ya xwedî rabirdûyeke dehezaran salî ye bê tunekirin. 50 sal şûnde dê ev ax zuha bibe. Divê Wezareta Hawirdor û Bajarsaziyê demildest dev ji vê şaşiyê berde." 

'BILA PROJEYÊN KU BI KÊRÎ GEL TÊN ÇÊBIKIN' 

Yanliç wiha got: "Bi çêkirina bendavan bila mizgîniyê nedin sermayeyê. Bila mizgîniya projeyên ku bi kêrî gel tên bidin. Bila hay ji pêşeroja cotkaran hebin. Mirovên ku bi hezaran salan e li van deran dijîn, bila ji qadên xwe yên jiyanê nebin û nebin mecbûrê kapîtalîzmê. Kengî dev ji vê xeletiyê bê berdin, dê texrîbat jî ewqas kêmtir bibe."