1. Hemû Nûçe

  2. Weşan

  3. Hejmara 8em ya Kovara Psychology Kurdî derket!
Hejmara 8em ya Kovara Psychology Kurdî derket!,hejmara,8em,ya,kovara,psychology,kurdî,derket

Hejmara 8em ya Kovara Psychology Kurdî derket!

A+ A-

Weke ku tê zanîn Kovara Psychology Kurdî yekem kovara derûnnasiyê ya bi kurdî ye û ji çar mehan carekê diweşe. Kovara derûnnasiyê dîsa bi hejmareke nû û bi hejmareke têr û tije pêşberî me ye. Edîtoryayê di vê hejmarê de weke dosyayê cih dane “Zarok û Derûniya Zarokan” û ji bilî dosyayê gelek nivîsên cuda jî di kovarê de cihê xwe digirin. Psychology Kurdî div ê hejmara xwe ya nû de bi gelemperî li ser van mijaran rawestiyane:

Prof. Dr. Dr. Jan Îlhan KIZILHANbi nivîsa xwe ya “Psîkojî, Dîn û Civak”ê bi zimanekî zanistî û bi awayekî hurgilî ji xwendevanan re têkiliya psîkolojî, dîn û civakê rave dike.

 

Psîkoterapîst David A. PORTERbi nivîsa xwe ya “Bêpergaliya Kesayetiya Dijcivakî di Kategoriya DSM-5ê de: Bêpergaliyên Kesayetiyê” ku ji aliyê Bîlal SEMSÛRÎ ve hatiye wergerandin, li gorî rêzikên DSM-5ê (The Diagnostic and Statistical Manual of Mantal Disorders – Destpirtûka Teşxîs û Statîstîkên Nexweşiyên Zihnî) bêpergaliya kesayetiya dijcivakî bi me dide nasîn.

Prof. Dr. Ayşegül ATAMANku di warê perwerdehiya taybet de bi xebat, lêkolîn û nivîsên xwe tê nasîn, me bi berfirehî di vî warî de hevpeyvîneke têr û tije kir da ku hûn jê sûd werbigirin.

Doç. Dr. Recep TÜTÜCÜbi nivîsa xwe ya “Kesayetiya Dijcivakî û Şideta Dema Zaroktiyê” ya ku ji aliyê Siyabend ASLAN ve hatiye wergerandin, tevlî me bû û di vê nivîsê de bi zimanekî zanistî li ser şideta dema zaroktî û kesayetiya dijcivakî ya zarokan radiweste. 

Derûnnas û Terapîsta Hunerê Ezgi İÇÖZ ÖZGÜRbi gotara xwe ya “Zarokê di Dilê Me de” ku ji aliyê Kenan ÖRMEK ve hatiye wergerandin, ji bo zarokan girîngiya terapiya hunerê rave dike û li ser xalên balkêş ên terapiya hunerê disekine.

Derûnbijîşk Dr. Azad DILDARbi nivîsa xwe ya “Zarokên Postmodern û Tendirustiya Derûnî di Globalîzma Cîhanî de” li ser cîhana postmodern û çanda populer û zarokên postmodern radiweste û bi hûrgilî globalîzmê û tendirustiya derûnî ya zarokan dinirxîne.

Derûnnasa Klînîkê û Psîkoterapîst Ayşegül ERDEM, endama damezirîner a Komeleya Derûnkolîneriyê ya Foruma Lacanîye. Me jî derbarê ramanên Lacan ên li ser zarokan hevpeyvînek pê re kir. 

Mamosteyê Pêşdibistanê Ferîdûn BÎRGULbi nivîsa xwe ya “Wêjeya Zarokan bi Pêwendiya Wêjeya Devkî” ji xwendevanan re behsa taybetmendiyên wêjeya zarokan dike.

Derûnnasê Klînîkê Yusuf ATABAYbi ceribandina xwe ya “Zaroktî; Mifteya Deriyê Dinê ya Mirov” li ser cîhana zarokan radiweste û ceribandina xwe bi ramanên zanyarên di vê qadê de dewlemend dike.

Her wiha;

Derûnnasê Civakî Yasîn DÛMANbi “Bikaranîna Metodên Hunerî di Tespît û Çareserkirina Pirsgirêkên Derûnî yên Zarokan de”, Derûnnas Leyla NISÊBÎNÎbi “Geşedana Zimên û Duzimaniyê di Zaroktiyê de”,Derûnnas Gulistan BARIKbi “Ziman û Zimanê Zikmakî”,Derûnnasê Klînîkî û Terapîstê Pirsgirêkên Zayendî Murat CAYMAZbi “Perwerdehiya Zarokan ya Zayendî”, Mamosteyê Perwerdehiya Taybet Wehab ŞEHÎN bi “Derûniya Zarokên Astengdar û Malbatên Wan”Derûnnas Ö. Fırat BAVLİbi “Lênêrîneke Psîkanalîtîk li Pevçûnên Navkomî”, Mamoste Erdal GÜLbi nivîsa xwe ya kirmanckî “Sanika Tof ser o Tehlîlek Psîko-sosyal”,Pisporê Xizmeta CivakîErdal ALADAĞbi “Vekolîna Rûdanên Hewldana Xwekuştinê yên SosyodemografîkBajarê Semsûrê”, Derûnnas Mihemed Elî ALÛCΠbi “Bîrdoziya Kesayetiyê ya John Dollard û Neal Elgar Miller”,  Isabella BÊRÎVAN bi “Konsepta Anîmûs û Anîmaya di Mem û Zîn a Ehmedê Xanî de”, Newroz Xebat YILDIRIM bi “Hûr Hûr Lêxın Govendê”bi me re ne û mêvanê beşa “Pirs  û Bersiv”ê  nivîskar û helbestvan Rojen BARNASe. 

Hûn dikarin hejmara nû ya Psychology Kurdî û hejmarên wê yên dîtir ji Ajans J&Jyêû ji www.pirtukakurdi.compeyda bikin.