Hejmara nû ya Psychology Kurdî derket
Hejmara nû ya Psychology Kurdî derket. Weke ku hûn jî dizanin taybetmendiya vê kovarê ew e ku yekem kovara derûnnasiyê ya bi kurdî ye. Hevalên derûnnas di vê hejmarê de weke dosyayê cih dane ‘Made û Bengîtiya Madeyan.” Bi du hevpeyvînên balkêş jî balê dikişînin girîngiya vê mijarê û derheqê bengîtiya madeyan xwendevanan agahdar dikin.
Di vê hejmarê de ev nivîskar bi nivîsên xwe yên dewlemend cihê xwe digirin;
Prof. Dr. Dr. Jan Îlhan KIZILHAN bi gotara xwe ya “Nexweşiya Stresê ya Piştî Travmayê û Bengîtiya Dermanên Êşbir” li ser nexweşên NSPTê û bengîtiya wan ya bi dermanên êşbir radiweste. Di vê gotarê de encamên lêkolîna ku li kampa penaberan a li Dihokê li ser 213 penaberên kurd hatiye kirin bê gelo pêwendiya teşxîsa NSPTê bi dermanên êşbir re heye an tuneye, tên vegotin.
Prof. Dr. Melek GÖREGENLİ bi nivîsa xwe ya “Azmûna Derûnnasiyê li gel Meseleya Kurdan” behsa berpirsiyariya derûnnasan ya têkildarî meseleya kurdan dike û bi awayekî rexneyî vê mijarê dinirxîne.
Derûnbijîşk Dr. Özgür ÖĞÜTCEN, di nivîsara xwe ya “Helwest û Nîşêt”ê de bi çavên Lacan li mijara psîkanalîzê dinêre û rave dike bê ‘psîkanalîz çi dide me.’
Prof. Dr. Kültegin ÖGEL, di qada bengîtiya madeyan de derûnbijîşkekî bi nav û deng e. Em derbarê vê mijarê bi hûrgilî pê re axivîn û me hevpeyvîneke balkêş kir. Di vê hevpeyvînê de li ser sedem, nîşêt, encam, dermankirin û rêûrêçikên çareseriyê tê rawestin.
Derûnnas Rewşen REMAKÎ bi nivîsa xwe ya “Alkol, Alkolîzm û Bengîtiya Alkolê” behsa vexwarina alkolê ya normal û bikaranîna wê ya bi ne başî dike û tîne zimên bê vexwarina alkolê çawa vediguhere alkolîzm û bengîtiya alkolê.
Derûnnas Siyabend ASLAN bi nivîsa xwe ya “Bengîtiya Madeyan bi Kesên Kamil re” behsa made, bikaranîn, bengîtî û dermanên bengitiyê dike û sedemên bengitiyê, guherînên reftarên kamilan û rêyên çareseriyê vedibêje.
Pisporên Xizmeta Civakî Erdal ALADAĞ û Gulperî GÜNDÜZ bi nivîsa xwe ya “Pîşeya Xizmeta Civakî di Tedawiya Bengîtiya Madeyan de” pirsgirêka bengîtiya madeyan û tedawiya wê bi nêrîna zanistên civakî dinirxînin.
Derûnnas Dr. Raquel Barros, li Sorocabaya Brezîlyayê di Komeleya Lua Novayê de li ser bengîtiya madeyan dixebite. Me jî li ser komele û xebatên wan bi Barros re hevpeyvînek kir. Barros di vê hevpeyvînê de tecribeyên xwe yên di qada bengîtî û bengîtiya madeyan de bi me re parve dike.
Derûnnas Leyla NISÊBÎNÎ, bi gotara xwe ya “Nexweşiyên Derûnî û Bengîtiya Madeyan” têkiliya nexweşiyên derûnî û bengîtiya madeyan ji xwîneran re rave dike.
Derûnnas Samed DOĞAN, bi nivîsa xwe ya “Taybetmendiyên Hevdîtinên bi Kesên Bengî re” li ser rêgezên hevditinan radiweste û ji bo motîvasyona bengî ya têkildarî dermankirinê agahiyan dide.
Derûnnas Mihemed Elî ALÛCÎ bi nivîsa xwe ya “Bîrdozıya Kesayetiyê ya Derûnkolînerî ya Sigmund Freud” bi kurtasî behsa derûnkolîneriya Freud dike û qonaxên geşedana bîrdoziya Freûd bi gelemperî rave dike û li ser termên bîrdoziya derûnkolîneriyê disekine.
Herwiha Mamosteyê Perwerdehiya Taybet Wehab ŞEHÎN bi “Piştevaniya Perwerde û Hîndekariyê Ji bo Zarokên Astengdar”, Derûnnas Gulistan BARIK bi “Du fîlmên Balkêş li ser Bengîtıyê -Requiem for a Dream û Trainspotting”ê bi me re ne.
Ji bilî van bi vê hejmarê re edîtoryayê beşeke bi navê “pirs û bersiv” amade kiriye ku dê her hejmar di vê beşê de cih bidin kesekî/e ku ji bo ziman û çanda kurdan xebat kiriye. Di vê hejmarê de berê xwe dane nivîskar/lêkoler û akademîsyen M. Malmîsanij.
Hûn dikarin Kovara Psychology Kurdî ji pirtûkfiroşan û ji malpera www.pirtukakurdi.com, www.ajansjj.com, www.kurtcekitap.com, www.jederk.com peyda bikin.