Hewildanên ji bo pêkanîna yekîtiya netewî
Piştî avabûna partiyên siyasî li Kurdistanê herçendî ku nakokî û şer di navbera partiyan de rûda be jî, lê gelek hewildan ji bo pêkanîna yekîtiya netewî hatine kirin, hinek ji van hewildanan encam û armancên mezin bi xwe re anîne
- DANA OMER/ROJNEWS
Di qonaxên cûda de partî û aliyên siyasî yên herçar parçên Kurdistanê hem li nava parçeya ku lê dimînin de hem jî li gel parçeyên din ên Kurdistanê de hewildan kirine ji bo avakirina hevgirtin û yekîtiya netewî. Niha rewşa Rojhilata Navîn û Kurdistanê di nava alozî û guhertinan de derbaz dibe. Hem êrîşek berfireh a dewletên dagirker li ser Kurdistanê hene, hem jî derfet ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd heye. Lê, nebûna yekîtiya di nava gelê Kurd û ji hev dûrbûna aliyên siyasî yên Kurdistanî, bûye sedem ku gelê Kurd ji bo gihiştina armancên xwe zehmetiyan bibînin.
Dibe ku di cihê xwe de be, were pirsîn di dema borî de qet demek hewildan ji bo yekîtiya gelê Kurd hatiye dayîn, qet lihevkirinek di navbera aliyên Kurdî de pêkhatiye? Çi astengî hebûn ji bo yekîtiya netewî ya Kurdan pêkwere. Em ê di vê dosyê de behsa wan hewildanên ji bo avakirina yekîtiya netewî hatine kirin bikin û behsa astengî û sedemên ku derketine ji bo yekîtiya netewî pêkneyê bikin.
Hewildanên ji bo yekîtiya netewî pêkhatin
Di sala 1980’an partiyên Başûrê Kurdistanê du eniyên ji hev cûda avakirin, yek bi navê Eniya Nîştimaniya Demokratîk a din jî binavê Eniya Nîşitmanî û Neteweya Demokrat bûn. Ev herdu enî di bingeha xwe de ji bo pêkanîna yekîtiya nava aliyên Kurdî de hate avakirin. Lê piştre şerek navxweyî û dijwar di nava aliyên Kurdî de derket û di van şeran de gelek pêşmergeyên jêhatî şehîd bûn.
Di sala 1983’an de peymanek ji 9 xalan pêk dihat, di navbera Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) û Partiya Demokrata Kurdistana Iraqê (PDK) de ji bo hevre karkirinê hate îmzekirin. Ev lihevkirin heta 1986’an berdewam kir. Di nava sê salên lihevkirinê de gelek armancên girîng ji bo herdu aliyan û xebata rizgarîxwaz a gelê Kurd bidest ketin. Herdu aliyan bi hevre gelek caran şerê dijminê gelê Kurd kirin. Di sala 1986’an ev peyman ji aliyê Partiya Demokrata Kurdistan (PDK)’ê ve bi yek alî hate hilweşandin.
Di sala 1989’an de di navbera partiyên Başûrê Kurdistanê de Eniya Kurdistanî hate avakirin. Armanca vê eniyê ew bû ku bibe eniyek ji bo herçar parçên Kurdistanê. Di dema raperîna sala 1991’an a gelê Başûrê Kurdistan li dijî rejima Baas de, Eniya Kurdistanî bû sedem ku îradeyek bi hêz li beramberî rejima Baas bê nîşandan. Her wiha bû sedem ku Netewên Yekbûyî bi hewara Kurdan were û ji bo parastina Başûrê Kurdistanê, xeta dijî firîna balafiran diyar kir.
Eniya Kurdistanî di sala 1994’an de ji ber derketina şerê navxweyî yê di navbera YNK’ê û PDK’ê de hilweşiya. Piştî vê hilweşîna di navbera herdu aliyên Kurdistanî yên Başûrê Kurdistanê, hem rejima Baas karî carek din were Herêma Kurdistanê û parlamentoya Herêma Kurdistanê dagîr bike, hem jî bû sedem ku Îran û Tirkiye baregehên xwe yên leşkerî li ser xaka Başûrê Kurdistanê avabikin.
Di sala 1994’an de piştî gelek hewildanên alî û rêxistinên Kurdan li sala 1995’an li dervey welat Parlamentoya Kurdistan hate avkirin. Di vê parlamentoyê de nûnerên tevayî partiyên Kurdistanî têde cih digirtin. Vê parlamentoyê ji bo nêzîkirina aliyên Kurdî û pêkanîna karên hevbeş heya sala 1999’an karê xwe berdewam kir.
Di sala 1999’an navê Parlamentoya Kurdistan a Dervey Welat hate guhertin û bû Kongreya Netewî ya Kurdistan (KNK) û heya niha jî bi vî navî karê xwe berdewam dike.
Xebatên KNK’ê ji bo yetîtiya netewî
KNK’ê gelek hewildan kiriye ji bo yekitiya netewî di navbera herçar parçên Kurdistanê de were bihêzkirin. Ji bo wê hem li gel aliyên herçar parçên Kurdistanê hemjî li gel rêxistin û rewşenbîrên Kurd hertim di nava hewildanan de ye û gelek konferans, kongre û civînan li darxistiye.
Yekem civîna yekitiya netewî Cotmeha sala 2011’an li ser rewşa Kurdistanê li paytexta Belçika Birûkselê hate lidarxistin. Têde nûnerên piraniya aliyên Başûrê Kurdistanê amadebûn.
Civîna duyemîn a yekîtiya netewî Mijdara 2012’an li parlamentoya Fransa hate lidarxistin. Navoroka civinê li ser rewşa Rojavayê Kurdistan û Suriye bû ku wê demê despêka şoreşa Rojavayê Kurdistanê bû.
Civîna sêyem a yekîtiya netewî di sala 2014’an de li Swêdê hate lidarxistin. Naveroka wê jî li ser rewşa Rojhilatê Kurdistan, Îran û yekîtiya nava alî û rêxistinên Kurdî yên Rojhilatê Kurdistanê bû.
Civîna çarem di Îlona sala 2016’an de li Kerkûkê hate lidarxistin. Naveroka vê civînê jî li ser rewşa Başûrê Kurdistanê bû. Di vê civînê de partiyên Başûr û kesayetên naskirî beşdarbûn.
Civîna pêncem ya yekitiya netewî Hezîrana sala 2017’an de li bajarê Silêmanî hate lidarxistin. Civîn li ser aşitiya nava herçar parçeyên Kurdistanê pêkhat. Di civînê de ji herçar parçên Kurdistanê beşdarbûn çêbû. Herwiha bang li gelek kesayet û rewşenbîrên Kurd hate kirin ji bo beşdarî civînê bibin. Di civînê de biryar hate girtin ku hemû partî û rêxistinên Kurdan ên herçar parçên Kurdistanê li hev bicivin û rûniştinek taybet lidar bixin.
Herwiha di Cotmeha sala 2017’an de li bajarokê Rimêlan a Rojavayê Kurdistanê civînek taybet li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê hate lidarxistin. Di civînê de piraniya partî û rêxistinên Rojavayê Kurdistanê têde beşdarbûn.
Di Cotmeha sala 2017’an de li Holanda civînek lidarxist.
Hewildanên sala 2013’an
Li ser daxwaza Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan sala 2013’an civînek berfireh li Hewlêrê hate lidadarxistin. Di civînê de nûnerên piraniya partiyên Kurdistanî amadebûn. Yekem car nûnerên PDK’ê beşdarî civînê bûn. Armanca vê civînê avakirina yekîtiya netewî bû. Van civînan şeş mehan domand. Di van civînan de gelek komîsyon ji bo pêkanîna karên cûda cûda hatin avakirin. Ocalan pêşniyar kir ku Leyla Zana û Mesûd Barzanî bibin hevserokên kongreya netewî. Lê piştre ji ber astengiyan ev hewildan negihiştin encamê.
Divê dosyê de tenê behsa hewildanên ji bo yekîtiya netewî pêkhatîn hate kirin. Wê di beşa duyemîn de behsa sedemên pêknehatina yekîtiya netewî were kirin.
(şk)