1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Hêzên niştimanî yên demokratîk çareserkirina aloziya Sûriyê nîqaş dikin
Hêzên niştimanî yên demokratîk çareserkirina aloziya Sûriyê nîqaş dikin,hêzên,niştimanî,yên,demokratîk,çareserkirina,aloziya,sûriyê,nîqaş,dikin

Hêzên niştimanî yên demokratîk çareserkirina aloziya Sûriyê nîqaş dikin

A+ A-

GIRKÊ LEGÊ- Komên Niştimanî yên Sûriyê rêbaza pêkanîna veguhertina demokratîk û dawîkirina  li terora li Sûriyê nîqaş dikin.

Komên demokratîk ên niştimanî yên Sûriyê bi armanca nîqaşkirina rewş û aloziya Sûriyê, her wiha dawîkirina binpêkirinê li dijî gelê Sûriyê pêk tê li bajaroka Rimêlan a kantona Cizîrê civiyan. Civîn duh hate lidarxistin û hîn jî bi awayekî ji çapemeniyê re girtî didome.

Mudîrê Buroya Rêxistinî ya Teyar El-Xed a Sûriyê (Şepêla Sibe ya Sûriyê) Elî El-Asî, Serokê Tevgera Nûkirina Niştimanî Ebeyde El-Nehas, Endamê Heyet El-Tensîq/Tevgera Veguehrtina Demokratîk Ziyad Wetfê, Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEMʹê Aldar Xelîl, Hevseroka Meclîsa Damezirîner a Fedraliya Bakurê Sûriyê Hediya Yûsiê û Hevseroka Desteya Rêveber a Meclîsa Damezirîner a Fedraliya Bakurê Sûriyê Foza Yûsif  beşdarî civînê bûne.,

Çavkaniyekî ji hindirê civîna ku ji çapemeniyê re girtî tê lidarxistin di civînê de rêbaza veguhertina demokraîtk ku dawî li tundiyê û terora di Sûriyê, her wiha rêbaza pêkanîna armancên sereke yên şoreşa Sûriyê li ser esasê wê destpê kir, pêk bînin.

Heman çavkanî destnîşan kir civîn destnîşan dike ku civînek din bi beşdarbûna hemû gelên Sûriyê were lidarxistin û rumet  azadiya gel biparêze.

Civîn hîn jî bi awayekî ji çapemeniyê re girtî didome. Tê payîn ku beşdarên civînê piştî civînê bi dawî bikin daxuyaniyekê derbarê dawîkirina nîqaşên xwe bidin.

(dc)

ANHA