1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. ‘Ji 432 sucdarên Enfalê tenê 4 kes hatine girtin’
‘Ji 432 sucdarên Enfalê tenê 4 kes hatine girtin’,ji,432,sucdarên,enfalê,tenê,4,kes,hatine,girtin

‘Ji 432 sucdarên Enfalê tenê 4 kes hatine girtin’

Berpirsê Komeleya Parastina Maf û Qurbaniyên Xizmên Enfaliyên Germiyan Pêşrew Reşîd Hikûmeta Herêmê rexne kir û da diyar kirin ku ji 432 sucdarên Enfalê 258 sucdar li Herêma Kurdistanê ne û ji wan ji tenê 4 kes hatine girtin.

A+ A-

HAWRÊ KIRÊKAR/ GERMIYAN 

 

29 sal ser bi  sucê Enfalê re derbas bû û heya niha Enfal weke  jenosîd ne hatiye nas kirin.  Ji 432 sucdarên Enfalê tenê çar kes hatine girtin.

 

Têkildarî wê Berpirsê Komeleya Parastina Maf û Qurbaniyên Xizmên Enfaliyên Germiyan Pêşrew Reşîd ji ajansa me re axivî û got: “Biryara dadgeha bilind ya sucên Iraqê  ya li ser dosyên Enfalê bi dawî hatiye.  Di  Hezîrana 2007’an de  ev biryare  hinek biryarên weke  nasandina dosya Enfalê weke jenosîd, dayina zerera xizmên Enfalkiriyan, Hikûmeta wê demê ya Iraqê lêborîn ji gelê Kurd xwestin, anîna berma û hestiyên şehîdên Enfalê ji bo Kurdistanê pêktê.”

 

Her wiha Pêşrew Reşîd  got: “Heya niha Hikûmeta Herêm û  Navendî  ji bo bi cihanîna biryarên  Dadgeha Bilind Sucan a Iraqê, ne xwedî ti mekanîzmayekêne. Ev ji me xizmên Enfalkiriyên Germiyan xemgîn kiriye.”

 

Pêşrew Reşîd wiha domand: “Hejmara ew şehîdên ku niha hatiye Herêma Kurdistanê yên Dûkan, Bazyan, Çemçemal û Germiyan nizîkî 2 hezar kese. Hejmara wan zêdetire. Li aliyek din ji dadgeha bilind ya  sucên Iraqê, li ser doza  xizmên Enfalkiriyan  biryara girtina 432 sucdaran dane û 258  sucdar ji li Herêma Kurdistanêne. Li ser zextên xizmên Enfalkiriya û rêxistinên Enfalê, saziyên ewlekariyê yên Herêmê çar sucdar girtine û ewên din ji nehatine girtin.”

 

 Di dawî de  Pêşrew Reşîd ev gotin kir: “Mixabin mûçeyên xizmên Enfalkiriyan didin birîn. Lê xiyanetkar û mûstekarên wê  demê ku sucên Enfalê pêkanîne, nayên ceza kirin. Bi saya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Silêmanî û Hewlêr, di jiyanek bê qusur de dijîn, ev ji cihê şermezariyêye.”

 

(rn)