Ji bo Heskîfê kampanyayeke ya îmzeyan hate destpêkirin
Kampanya bi zimanê Tirkî û Îngilîzî li ser malpera Change.org bi du zimanan hate destpêkirin.
A+
A-
Kampanya bi zimanê Tirkî û Îngilîzî li ser malpera Change.org bi du zimanan hate destpêkirin.
Kampanyaya ku 11’ê Hezîranê hatibû destpêkirin di nava çend rojan de nêzî 7 hezar kes tevlî bû û îmze kirin.
Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamya û Hewldana Parastina Heskîfê bi salan e ji bo astengkirina projeya bendavê xebatan bi rê ve dibin.
Her du organîzasyon jî tim bi çalakiyên xwe û daxuyaniyên didin bal dikişînin ser texrîbatên çandî, mirovî û xwezayê ya bi avakirina projeya Bendava Ilisûyê.
Li ser nerazîbûnan 10’ê Hezîranê xebatên depokirina avê ya Bendava Ilisûyê hate rawestandin.
ANF
Bêjeyên Miftehî ji,bo,heskîfê,kampanyayeke,ya,îmzeyan,hate,destpêkirin