Ji bo salvegera damezirîna PKK’ê: Mizgînî!
Em ber bi rojbûneke dî ya nû ve diçin.
Bûyinên biyolojîk hene, têne pîrozkirin.Bûyinên siyasî hene, têne bibîranîn. Bûyinên çandî hene, têne pîrozkirin. Bûyinên felsefîk hene, têne jiyîn…
Em bi PKK’ê re ji nû ve çêbûn, em pîroz dikin, hem bi bîr tînin, hem têne pîrozkirin û hem jî dijîn.
PKK ji ser ta pê çalakiya ji nû ve afirandina mirov e. Bi ser de ku ev mirov endamê wê civakê be ku stayûya wê ya mêtingeriyê jî nayê qebûlkirin ev çalakî hê dijwartir e.
Bi gotina hevalekî ‘’şoreş cihê mirovên hatî xistin, ketî ye’. Ji ber ku ên ku ji bo azadiyê têdikoşin ew mirov in ku ji rewşa heyî ne dilxweş in, ew civak in. Ango mirov û civakên hatine xistin. Ji ber vê jî yên ku dixwazin ji vê ketinê xwe xilas bikin xwe tevlî nav têkoşîna azadiyê dikin.’’
Mirovên ji halê xwe xweş li tiştekî wiha berz nagerin. Ji ber ku yên ji halê xwe xweş pir hatin hînkirin. Ji bo vê jî bi bîra wan nayê ku berê xwe bidin nûbûnan. Berê xwe nadin, nikarin bidin ji ber ku ew li nava ya heyî, li qiraxa ya heyî hatin montekirin.
Bi gotineke dî ew entegreyî sîstemê bûne. Ev ji bo yên hatine xistin rastiyek e. Her ê ku hatî xistin ji potansiyela xwe ve dikare bibe azadîxwaz. Lê ti rêgezeke ku her ê hatî xistin azad bibe nîn e. Ên ku hatine xistin heke hay jê nebin ku hatine xistin belkî ji yên ku ji halê xwe xweş in zêdetir dikarin rewşê taloke bijîn. Em ji vê re bi kok bûna giyanê kole dibêjin. Kole ku carekê di keseyatî, giyan û hişmendiyê geriya tenê ketîbûn û bê kok bûn wê were jiyîn.
PKK ji nav Kurdan, ji gelê herî bê statû weke tevgereke mizgîniyekê çêbû. Mizgîniyek e.
Ji bo gelê Kurd:
Heke em bi hevokekê bibêjin; mizgîya wê ye ku dibêje, dikarî azad bibî
Mîzgîniya wê ye ku dibêje; dikarî ji vê rewşa bê qidoş xwe rizgar bikî.
Mîzgîniya wê ye ku dibêje; Dema ku te dest bi têkoşîna xwebûnê kir dikarî werî rûmetdarkirin.
Belê, gelê Kurd di rêya azadbûnê de bi biryardarî dimeşe.
Belê, gelê Kurd îro ji rewşa xwe ya bê qidoş bi asteke girîng derdikeve.
Belê, gelê Kurd bi têkoşîna xwebûnê li dinyayê xwe rûmetdar dike.
PKK wiha tevger û mîzginiya wê ye ku civakeke ku hatî xistin di arênaya mirovahiyê de bi rengekî debdebe tînê dinê.
PKK bi vê çarçoweyê têkşikadina statûyeke civakî ye.
PKK şikandina nîrê di stûyê civakekê de ye.
PKK çirandina rojên tarî û destpêkirina rojên ronak e.
PKK weke Qeqlîbaz Jonathan li gel hemû talokeyan wêrekiya firîna li bilindahiyan e.
PKK weke dengê çewisandiyan Îsa çarmîxkirinê jî tîne ber çavan û li bilindcihên çiyayan gunehên mirovahiyê li pişta xwe dike û vê diqîre.
PKK dengê wê ye ku li dijî paşverûtî, genîbûnê, dijûnan, zincîrkirinan, prangayan, neqencî, kirêtî, dirûtî, zilmê ji bo ya nû diqîre û ji bo ya ya xweşbîniyê, ji bo rûmetdarbûnê, ji bo rizgarbûna ji koledariyê, ji bo qencî, xweşikî, dirustî û dadmendî navê wan navê dengê wan rêwiyan e.
Ji bo wan kesên ku dixwazin tiştekî bikin lê nikarin bikin, ên ku reht in lê nabin xwedî helwestekê, ên ku dixwazin tiştekî bibêjin lê nabêjin, ji bo yên ku dixwazin bibêjin lê zimanê wan têne jêkirin,ji bo yên ku weke Hallac çermê wantê rakirin, ji bo weke yên ku dixwazin weke Manî bijîn lê kevir bi wan ve têne girêdan ew mizgînî bi xwe ye ku dibe deng, qêrîn, helwesta herî gur, geş ku bikarin bijîn û bibin çalakî.
Belê; em bûyina PKK’ê, weke mizgîniya jiyaneke mirovî niha ve pîroz dikin û em vê rojbûnê weke rojbûna xwe pîroz dikin.