Ji bo Êzdiyan dema xweseriyê
Ezîdî berê bi 72 fermanan re rûbirû man. Sala 2007´an bi sedan Êzdî hatin qetilkirin, ev jî fermanek bû. Êrîşa 3´ê Tebaxê ku weke fermana 74. tê binavkirin, ji bo Êzdiyan bû werçerxek, mîladek
- SALIH CUMA PÎR
Êrişa DAIŞ´ê li dijî Şengalê, dikeve sala xwe ya 4´an. DAIŞ´ê êriş kir da ku mîrateya mirovahiyê û ya Kurdan ji me re hiştî, tine bike. Bi qirkirina Êzdiyan, wan ê hem îradeya Kurdan û hem jî ya mirovahiyê bişikanda. Dema ku Êzîdî bihatana qirkirin, li pey wan Kurdîtiyek û mirovahiyeke îradeşikestî, trawma jiyayî wê bimana. Bi vî aliyê xwe, êrişa DAIŞ´ê a li dijî Şengalê îdeolojîk û stratejîk e. Belê, komeke piçûk a gerîla êrişa DAIŞ´ê bi ser Şengalê de rawestand, pêşî lê girt û nehişt ku fermana 74. bi temamî bi qirkirinekê bi encam bibe. Bi vî aliyê xwe, êriş çawa îdeolojîk û stratejîk be, berxwedan jî îdeolojîk û stratejîk bûye. Di şexsê Êzîdiyan de ya ku hat parastin hebûna Kurdan û jiyana wan a azad bûye.
Ezîdî berê bi 72 fermanan re rûbirû man. Sala 2007´an bi sedan Êzîdî hatin qetilkirin, ev jî fermanek bû. Êrîşa 3´ê Tebaxê ku weke fermana 74. tê binavkirin, ji bo Êzîdiyan bû werçerxek, mîladek. Piştî 3´yê Tebaxê ji bo Êzîdiyan ti tişt nabe ku weke berê bibe. Bivênevê wê guhertinên bikok di jiyana Êzîdiyan de pêk werin. Yan na, fermana 74´an wê normal bibe. Ji bo Êzîdiyan li bendêmana fermanên nû, wê veguhere çarenûsê. Nabe ku Êzîdî piştî 3´yê Tebaxê jiyan, têkilî û nihêrîna li dinyayê ya berê qebûl bikin. Êdî dem hatiye ku Êzîdî bi xwe çarenûsa xwe diyar bikin. Bûyer û qewmînên li dinyayê û Rojhilata Navîn vê derfetê didin dest Êzîdiyan. Xeta îdeolojîk û siyasî ya Rêber Apo, hebûna PKK´ê kiriye ku Êzîdî keysê lê bînin ku bi xwe çarenûsa xwe diyar bikin, ev derfet ji wan re çêkiriye. Di serdemekê de ku demokrasiya cihî û xweseriya demokratîk li dinyayê xurt dibin, Êzîdî dikarin bigihîjin xweseriya xwe ya demokratîk û xwe bi xwe birêve bibin.
Fermana 3´ê Tebaxê, bi awayekî îcbarî ji bo Êzîdiyan serdema bûna îradeya siyasî û jiyana xweser daye destpêkirin. Roja 3´yê Tebaxê çawa ku roja fermana 74. e, wisa jî li dijî vê, roja destpêka bîrewerî û pratîka xweseriya demokratîk e. Di dîrokê de dem û roj hene, ku ji şer xêr jî dizê hene; 3´yê Tebaxê yek ji wan rojan e. 3´yê Tebaxê di heman demê de ji bo Êzîdiyan bûye şokek jî. Êzîdî bi vê şokê bi gelek tiştan hisiyan û di biwara wan de bîrewer bûn. Dema ku em xemgîn dibin, divê her wiha vê pêhisiyanê û bîrewerbûnê jî bibînin. Heger kîna me wê li dijî fermana 74. hebe, heger em ê wê ji bîr nekin, hingê ferz e ku em 3´yê Tebaxê bikin werçerxek ji bo jiyana azad û xweser. Hingê wê berisveke rast û di cîh de bê dayîn ji bo şehîdên 3´yê Tebaxê û êşên kişandî.
Her 3´ê Tebaxê ji îro û bi şûn ve divê bibe rojeke lêpirsînê. Êzîdî divê her 3´yê Tebaxê ji xwe bipirsin, ev ferman çima qewimî, ji bo ku careke din ferman li me ranebe, divê em çi bikin. Her 3´yê Tebaxê divê bibe roja bêhtir bîrewerbûn û bêhtir xwedîîradebûyînê.
3’ê Tebaxê; divê bibe roja hêrsbûna li dijî jiyana bêîrade û evîndariya ji bo azadiyê.
Heta ku bêîradebûn û xwesipartin baş neyê fêhmkirin, lê neyê serwext bûn, girîngiya jiyana azad û demokatîk jî nayê dîtin. Bêgûman divê li dijî dîndariya fanatîk, mezhebparêzî û hovîtiyê jî hêrs were nîşandan. Divê Êzîdî vê roja zilmê ti caran ji bîr nekin. Divê vê yekê jî veguherînin enerjiya bidestxistina jiyana azad û demokratîk. Lê hêrsbûna ji yên zilim kirî, têrê nake. Divê Êzîdî kêmasiyên xwe yên ku bûn sedem ku bikevin vê rewşê jî bibînin. Divê dost û dijminên xwe baş hilbijêrîn. Divê para xwe ya di lêpirsîna, çima em nebûne îrade, çima ev ferman nehate asteng kirin jî bibînin.
Bêgûman berpirsên esasî oldarên fanatîk in. Têgihiştina fanatîk û dogmatîk a ji bilî xwe dijminê her tiştî ye, berpirs e. Zilimdariya van bû sedem ku ferman li ser fermanê li Êzîdiyan rabin. Lê belê dîrok û roja me hatiye guhertin. Êdî Êzîdî bi hêzên demokrasiyê re, bi hevkarî û pêkanîna tifaqên bi hêzên demokratîk re, dikarin dîroka derbasbûyî berepaş vegerînin. Berê gelek hincet hebûn, lê ji niha û pê ve gotinên ji ber vê sedemê yan ji ber nizanim kîjan sedemê em nebûne îrade, em negihiştin jiyana xweser, êdî qebûl nabin. Derfeta jiyana xweser û bûyina îdarebûnê derketiya pêşiya Êzîdiyan. Niha jî dema nirxandina vê derfetê ye. Bi taybetî jî pêşengên Êzîdî, lîderên olî divê di avakirina Êzîdxaneke bi vî rengî de xwe berpirsiyar bibînin.
Heger derfeta bûyina îradeya siyasî û jiyana xweser a demokratîk nenirxînin wê li pêşberî yên di hemû fermanan de şehîd bûyî, bikevin rewşeke sûcbar û gunehkar. Ji ber vê yekê di serî de pêşengên Êzîdî û şêxên wan, divê ji bo xweseriya Êzîdxanê bikevin nava hewldanan û çalak bibin. Êdî divê serweriya Iraq, PDK yan hêzeke din qebûl nekin. Divê meclîsên Êzîdî û jiyana xweser were sazkirin. Divê parastina xweser ava bikin. Divê ev parastina xweser bi meclîsa gelê Êzîdî ve girêdayî be. Têkiliya Êzîdiyan a bi her hêza siyasî re li ser çarçoveya azadî, xweserî û demokrasiyê dibe. Ne têkiliyeke xwe spartinê; têkiliyeke siyasî ya xwe li ser bingehê îradeya azad dikare pêk were. Divê her têkiliya ku xwesipartinê ferz dike û îradeyê nas nake, were redkirin.
Berpirsiyariya dikeve ser milê hemû Kurdan ew e ku destekê bidin afirandina jiyana xweser û azad a Êzîdiyan. Ji bilî Êzîdxanê divê ti ferzkirin li ser Êzîdiyan tine bin. Ne Iraq, ne PDK, divê nebêjin, “Ez ê Êzîdxanê bi rê ve bibim, divê girêdayî min be”. Têkiliya xweseriyê ne ya xwesipartinê ye, têkiliyeke jiyanê ya li ser bingehê îradeya azad û wekheviyê ye.
Divê Êzîdî xweserî û xweparastina xwe li ser heman bingehî misoger bikin û ji her hêzê bixwazin ku wan qebûl bike. Bêgûman di nava Êzîdiyan de her nihêrîna siyasî li ser azadiya raman, nihêrîna siyasî û azadiya rêxistinî bixebite. Lê divê ev xebat ne di astekê de bin ku îradeya Êzîdiyan bişkînin û zirarê bidin xweseriya wan.
Ez wan kesên di fermana 3’ê Tebaxê de şehîd bûyî, bi rêzdarî bi bîr tînim. Tînim ziman ku jin, zarok û ciwanên hatin revandin, em ê ji bîr nekin. Baweriya me bi pêkhatina Êzîdxana Xweser heye. Em hemû Kurdan û mirovahiyê vedixwînin ku destekê bidin xweseriya Êzîdxanê.
ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA