1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Ji jiyana kurdan hatiye dawirandin
Ji jiyana kurdan hatiye dawirandin,ji,jiyana,kurdan,hatiye,dawirandin

Ji jiyana kurdan hatiye dawirandin

Nivîskar Bahoz Baran bi çavdêrî û serpêhatiyên xwe yên 15 salan aliyê bişaftî yê civakê qeyd û tesnîf dike û vê xebata xwe wekî ferhenga bişaftinê çap dike

A+ A-

AMED - Nivîskar Bahoz Baran bi çavdêrî û serpêhatiyên xwe yên 15 salan aliyê bişaftî yê civakê qeyd û tesnîf dike û vê xebata xwe wekî ferhenga bişaftinê çap dike. Baran diyar kir ku ev xebateka teatral e, ji nava jiyana kurdan hatiye dahurandin.

Lêkolîner û nivîskar Bahoz Baran, piştî bi salan li ser pişaftinê lêkolîn kir, hemû berhemên xebata xwe kom kir û ferhengek nivîsand. Nivîskar Bahoz Baran, di Ferhenda Pişaftinê ku ji Weşanên Wardozê çap bû bi awayekî hûrgulî li ser gelek mijarên ku civaka kurd pê rû bi rû ye, radixe ber çavan. Bahoz Baran, têkildarî sedema lêkolînê wiha got: “Pişaftina ku tê kirin bi pergalî tê kirin. Ji bo wê jî lazim e tu bi pergalî tê bikoşî. Carna pir tişt tên serê mirov, lê mirov nizane çi tê serê mirov. Tu nexweşî gelek nexweşiyên te hene, dema tu diçî xwe nîşanî dixtorekî didî, nexweşiyên te ji te re dibêje tu şaş dimînî. Li ser nexweşiya pişaftinê jî min xwest wêneyekî bikişînim.”

PÊŞÎVEKIRIN DIVÊ

Nivîskar Baran, diyar kir ku ji sala 2002’yan heta niha li ser ziman çi dîtibe û bûye çavdêrê çi, çi hatibe serê wî tev li ba xwe nivîsî ye. Baran da zanîn ku dema ew li van nivîsên xwe vegeriya ye wî dîtiye ku gelek tişt ketine ser hev û lazim e ew navekî li vê xebatê bike û wiha got: “Belkî di vê ferhengê de çareseriya pişaftinê tune be. Mebest ji vê çareseriya pişaftinê nîne. Mebest bê çi hatiye serê me, min xwest ez vêya binivîsim û belkî bi xêra vê, nîqaş bên çêkirin û belkî em çareseriyekê bibînin. Meseleya pişaftinê tu tenê bi du sê gotina, salê carekê bi du panela nikarî pişiya pişaftinê bigirî.”

Baran li ser berhevkirina ferhegê jî rawestiya û wiha axivî: “Mesala ez çûme tev li civînekê bûme. Min dîtiye min qeyd kirine” û di vê der barê de jî ev tişt got: “Ez çûme danûsetndinê min li wir tiştek dîtiye, min qeyd kiriye. Hevalek hatibe li ser mesela xwe tiştek ji min re gotibe, min ew tişta jî qeyd kiriye. Yanî serpêhatî, çavdêrî ne. Lê tenê ne yên min in.”

TAHLÎLKIRINA REWŞÊ

Nivîskar Baran, der barê sedema lêkolîn û nivîsandinê jî rawestiya û wiha got: “Ji bo tu karibe ji xwe re zemînekê ava bike û li ser wê zemînê tê bikoşî, lazim e tu ji aliyê fikrî û ramanî ve vê rewşa hanê tehlîl bikî. Ev pirtûk tehlîlkirin e. Mesela ez bêjim têde qala zimanê ku jê re akademîk tê gotin heye, halê weşanxaneyan heye, rewşa nivîskarên kurd heye, halê mamosteyan heye, hata zewaca kurdan heye, halê mezinkirina zarokên wan li bajaran heye, halê dînê kurdan, heywanên kurdan, halê dewletê yê li hemberî me, halê şaredariyên me, civînên me, evînên me û gelek tiştên me hene.”
Baran destnîşan kir ku wî xwestiye ew van aliyan li ser zemînekê bîne ba hev û sêbêroj êdî ew bikaribin bi mijarên li jor hatine rêzkirin nîqaşan bidin destpêkirin û wiha pê de çû: “Yanî min xwest ez wê portreya giştî derxim û em bikarin li ser vê tiştekî ava bikin. Em hinekî ji dirûşma hez dikin. Mesela tê gotin ku ‘zimanê me hebûna me ye’ ev bi salan e tê gotin. Lê dema tu wê hevokê ji hev veçirînî, heke zimanê te hebûna te be, wê demê hebûna te di çi halî de ye. Ev pitûk hinekî bersivê dide vê rewşê, bê hebûna me di çi halî de ye. Ez dibêjim wêneyê hebûna te ev e. Tiştekî ne jê zêdetir e, ne jî jê kêmtir e. Jixwe di destpêka nivîsa vê pirtûkê de ez pê êşiyam.”

YÊN KU NEHATINE BIŞAVTINKIRIN!

Baran di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku di vê berhemê de rexne jî hene lê bêtir tespîtin hatine kirin. Baran, da zanîn ku ev rewş hinekî girêdayî berjwendiyê ye û ev tişt got: “Zimanê kurdan pere nake. Lê bi zimanê serdes hemû derî li tê vekirin. Yanî berê te li kurdî be, feqîrî ye, berê te li zimanê serdestên be, zengînî ye, dewlemendî ye. Ev tiştekî ne rast e. Li vir heta niha tespîtên ku min li ser civakê kirine û tiştên ku min dîtiye xal bi xal hatiye nivîsîn. Mesela bala min çû ser sewalên kurdan. Sewalên kurdan nehatine pişaftin. An jî dînên kurdan bala min kişandin. Kesên dînê ên kurdan jî nehatine pişaftin, hemû bi zimanê xwe diaxivin. Ev rewş bi min hinekî ecêb jî hat.”

Baran di berdewama axaftina xwe de li ser polîtîkayên dewletê yên pişaftinê jî rawestiya û got: “Jixwe heta niha tiştên dewletê kiriye, xirab kirina zimanê kurdî ye. Di telvîzyonan de, di fîlman de di gelek tiştan de jixwe dîmen ev e. Mesela di fîlman de jinek hatibe kuştin, kurdekî ew kuştiye. Tiştekî xirab hatibe kirin muzîka kurdî li pêş e. Ev ji berê ve polîtîkayek dewletê ye. Dema rewş bi vî rengî be, tu li bajarekî bi kurdî biaxivî ecêbmayî dimînin. Yan ji te re dibêjin tu ‘turîstî’, tu ji der ve hatî, yan jî ji te re dibêjin tu ji ku yî tu ne ji vî bajarî yî. Yanî kurdîtî û bajarvanî bûyîn bi hev re nabin.”

PIŞAFTINA JIYANÊ

Baran, da zanîn ku dema dibêjin pişaftin ziman tê bîra mirov, piştrast kir ku jiyan bi giştî di binê pişaftinê de ye û wiha berdewam kir: “Jiyana kurdan hatiye pişaftin. Kurdên ku ketin bajaran çanda wan li gund ma. Ev çi dike ev? Aşiyê te yê çandî tune dike. Dîsa ji hêla ramanî ve gelek peyv tiştên te hene. Tu dikarî vana têxe nav jiyanê. Wateyekê lê bar bikî. Mesele bav û kalên me ferhengên wan tune ye. Lê jiyana wan bi xwe ferhenga wan e. Min li vir bi beşekî jî qala wan kiriye. Lê nivşên nû gelek jê peyvê xwe li ser ferhenga hîn dibin, nedîtine. Lê tiştên di ferhengê de jiyana bav û kalê me ye.”
Baran destnîşan kir ku ji bo mirav qala pêşerojê bike, lazim e mirov li nivşên nû binêre, bê ka bi kîjan zimanî diaxivin, çi dikin. Baran mînakan jî dide û wiha diaxive: “Mesela berê zarok bi zimanê xwe mezin dibûn. Lê ez niha bala xwe didimê kurdî nema ye. Lê ev zarokan dê sibê mezin bibin ne wisa? Siberoj a wan e. Wê gavê xuyaye em rengê siberojê di van wêneyan de dibînin. Li aliyê din lazim e mirov ji xwe bipirse; ez ji bo zimanê xwe çi dikim, ji bo netewa xwe çi dikim? Lazim e van pirsan herkes ji xwe bike. Bi giştî pişaftina ku ez bêjim tê kirin, bi giranî li ser bajaran e û li bajaran kurd têk diçin. Sedemeke vê ez dikarim bêjim şewitandina gundan jî ew bû ku dewletê bi gundan nikarîbû. Li gunda hikum di destên gundiyan de ye. Lê dema berê te dide bajaran, pir bi hêsanî tu dikare bê xapandin û pişaftin. Li bajaran saziyên desthiladaran pirin. Loma ez dibêjim pişaftin li bajaran dest pê kiribe, divê têkoşîna li hemberî wê jî li bajaran bê destpêkirin.”

PIŞAFTIN PENÇEŞÊR E Û MIROVAN DIRIZÎNE

Nivîskar Baran bal kişand ser nakokiyên dertên jî da zanîn ku heke mirov qala rastiyê bike, lazime mirov destpêkê bi zimanê xwe re rast be û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heke tu bi zimanê serdest biaxivî, wê demê kurdiya te li ku dimîne? Ew kurdiya te çima têra vegotina te nake. Lazim e mirov vê pirsê ji xwe bike. Ez wer difikirim ku kurdên li Bakur ji aliyê ziman ve xemsar in. Yanî pir zêde xema kurdî naxwin. Laşê wan bi zimanekî din hatiye tevizandin, hîsiyata kurdeyatiyê bi wan re pir çê nabe. Dema em qala zimanekî dikin, em qala neteweyekî dikin, qala dîrokê, qala ruhê miletekî dikin. Pişaftin jî wekî nexweşiyeke penceşêrê ye. Hêdî hêdî li mirovan belav dibe.”

DI BAJAR DE DINYA MIN GUHERÎ

Nivîskarê kurd Baran bandora pişaftinê ya li ser xwe û di vê çerxa pişaftinê de ew çiqasî xwe berpirsyar dibîne, divê çi bê kirin jî ev agahî da: “Yenî wekî şexs mirov dikare xwe hinekî ji bînî derbixe. Têkoşîneke mirov a şexsî dikare mirov ji pêla pişaftinê rizgar bike. Lê tu qala netewekî bikî, gerek konsepteke te hebe. Bibê nebê me bi zimanekî din xwend. Ez ketim nava vê çerxê ez sekinîm, bi min ecêb hat, min got ev çi ye? Ez ketim bajaran dinya min guherî. Serê ewil li zanîngehê min pir li ber xwe da, min got zimanekî min jî heye. Ez çima nikarim pê binivîsim, pê bixwînim. Ji min re wekî barekî bû. Ji ber ku me bi tirkî xwendiye bibê nebê bandora wê li ser me heye. Ji bo ez xwe ji wê rewşê rizgar bikim, berê min ket folklora kurdan. Lê tu çiqas xwe li ziman, çand û folklora xwe bigirî, tu fikr û ramanên xwe jî li gorî hişê kurdayetiyê teşe dikî. Tiştê ku ez niha dikim jî ev e.”

BERHEVKIRINA FOLKLORA KURDÎ FERZ E

Bahoz Baran li ser xebatên xwe yên din jî çend agahî par ve kir û wiha got: “Bi navê Wardozê me weşanxaneyek vekir. Em armanc dikin ku bi vê weşanxaneyê xizmetê ji folklora kurdî re bikin. Bi hezaran meselok, xebrojk, zûgotin, çîrok niha li nava dest û lingan de ye. Ji bo em xwedî li van berheman derkevin, lazim e berê me li folklorê be. Ji lorînên dayikan bigire heta zûgotinokan, heta mamikan, heta xebrojkan, heta meselokan, ew ê pirtûkên me di demek nêz de li ber destên xwendevanan bin. Ev xebata me ji 10 pirtûkan pêk tê. Min bi xwe jî meselokên di nava civakê de berhev kiribûn, wê wekî pirtûk derbikeve. Ji derveyî van jî hin xebatên me yên folklorîk hene. Bi ya min ferziyetek heye ew jî berhevkirina folklora kurdî ye.”

Zeynel Abidîn Bulut -dihaber