KCDK-E’yê li dijî êrîşên qirker banga çalakiyê kir
Dîwana Serokatiyê ya KCDK-E’yê li dijî êrîşên dewleta Tirk ên bi ser Şengal û Rojava de bang li gelê Kurd ê Ewropayê kir ku rabe ser piyan
A+
A-
NAVENDA NÛÇEYAN - ANF
Dîwana Serokatiyê ya KCDK-E’yê têkildarî êrîşên dewleta Tirk ên bi ser Şengalê û Rojava de daxuyanî da. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: ‘’Balafirên şer ên dewleta Tirk a faşîst êrîşî çiyayê pîroz ê Kurdan, êrîşî çiyayê Şengalê pîroz dike. Di rewşeke wiha de ku klîka Erdogan ê faşîst û Bahçelî ku xwe li ser dijminatiya Kurdan ava kirine û Kurdan qetil dikin, em bang dikin ku bi lezginî Kurd bibin yek û bang li hemû Kurdên li Ewropa û dostên wan dikin ku li dijî van êrîşên qirker ên dewleta Tirk çalakiyên protestoyî bikin. Roj roja têkoşînê, şermezarkirina dewleta Tirk a faşîst û qirker û parastina çiyayê me yê pîroz Şengalê ye.’’
Bêjeyên Miftehî kcdk,e,yê,li,dijî,êrîşên,qirker,banga,çalakiyê,kir