KJK: Divê civaka navnetewî xweseriya Êzidiyan nas bike
Koordînasyona KJK’ê di salvegera 7’mîn a êrîşên qirkirina 2014’an ya li ser Şengalê pêkahtî de hin daxwaz kirin. KJK xwest ku jenosîd were naskirin û xweserî bê qebûlkirin
Daxuyaniya Koordînasyona Koma Jinên Kurdistanê (KJK) ya têkildarî 7’mîn slavegera Fermana 3’ê Tebaxa 2014’an ya li ser Şengalê wiha ye:
“Em derbasî 8’mîn salvegera fermana 3’ê Tebaxê ya li hemberî civaka me ya Êzidî dibin, diyar dikin ku em êş, hêrs û tolhildana wê hê jî weke roja destpêkê bi kûrahî dijîn û emê ji bîr nekin; yên ew qetlîam pêkanîn û yên berpirsiyariyan wan heyî şermezar dikin; careke din soza xwe ya emê di têkoşîna xwe pirsîna hesabê wê bidomînin dubare dikin.
Şehîdên fermanê, her wiha şehîdên berxwedana Şengalê yên berxwedaniya li hemberî wê fermanê rêxistinkirinî û li berxwe dan bi rêzdarî bibîr tînin. Di vê baweriyê de ne ku wê bîranîna wan di Şengalek azad û xweser de bê jiyîn.
Yên herî zêde mexdur hovîtiya DAÎŞ’ê bûn jin in. Bi hezaran jinên Êzidî bi her cûre pêkanînên vê faşîzma hov û tarî re rû bi rû man. Weke di hemû civakan de heyî bi taybetî di civaka me ya Êzda de jî jin çêker û hilgirê çandê ne. Ji ber wê jî xwestin bi armanckirina jinê li civaka me ya Êzidî bixin û tune bikin. Encax rastiyek wiha heye ku jinên civaka ku dixwestin bi jinê li wê bixin, di serî de parastina cewherî, li hemû qadên jiyanê xwe rêxistin kir û destketiyên mezin bi dest xistin e. Em herî zêde di rastiya civaka me ya Êzidî de dibînin jina ku di wê pêvajoyê de xwe rêxistin kir û azad bûye, bi azadiya wê re civakê qezenc kiriye.
Bê guman li Şengalê di ewqasê bi lez rêxistinbûn û bi îradebûna jinên Êzidî ya piştî fermanê de bandorek mezin a bûyerên ku jiyankirinî heye. Encax em wek jin ji dîrok û ezmûnên xwe dizanin ku tiştên hatinî jiyankirin bi tena serê xwe ji bo azadiyê têr nake. Jinên Êzidî bi fermanê re milîtanên jin ên Apoyî yên Tevgera Azadiyê naskirin, bi xwe spartina rêzanî û ezmûnên van milîtanan re xwe rêxistin kirin, parastin, bihêz bûn û ketin ser rêya azadiyê. Ji aliyê din de jina ku di şoreşa Rojava ya li nêzî wan ya bi pêşengiya jinê pêşketiye, çawa bihêz û îrade bûye, dîtiye û ji bo xwe encamên pêwîst derxistiye û îlham wergirtin. Di encama zanabûn û îradebûyîneke wiha de jinên Êzidî xwe rêxistinkirin. Jinên Êzidî fêr bûn bê ka tiştên jiyankirinî û êşên xwe çawa weguherînin rêxistibûyîn, îradebûyîn û berxwedanê. Îro em dibînin ku jinên Êzidî bi qasê rêxistibûniya xwe ya xweser, di hemû qadên jiyanê û di hemû sazî û meclîsên li Şengalê xwedî nûnertiyeke girîng in.”
Bi minasebeta vê salvegera fermanê em careke din dixwazin bêjin:
-Jinên Êzidî di encama berxwedan û berdêleke mezin de, rêxistina cewherî ya civakê û rêveberiya wê pêşxistine. Di demekê de ku pêwîste yên di vê fermanê de berpirsiyartiya wan hebû hesab bidin, Xwe sepandinên hêzên ku bi peymana 9’ê Cotmehê ya ku dixwaze dîsa mîna berê îradeya civaka Êzidî nas nake, rêxistinbûnî û xwerêveberiya wê qebûl nake û dixwazin serweriya xwe careke din li ser vê civakê bisepînin, ne pêkane ku bê qebûlkirin. Civaka me ya Êzidî peymana 9’ê Cotmehê ya wan hêzên ku di fermanê de berpirsiyariya wan heye bi rengekî mafdar weke ‘dewama fermanê’ nirxand û li hemberî wê sekinî. Civaka me ya Êzidî li ser bingehê parastina cewherî û rêxistinbûyînê, rêveberiya xwe ya xweser pêkaniye; diyare ku wê Êzidiyên berê nebin û serî li hemberî wan hêzan ne tewîne. Divê saziyên navnetewî, hêzên demokratîk herî kêm vê carê gelê Êzidî bi tenê nehêlin û li hemberî wan sepandinên ji derweyî vîna Êzidiyen bisekinin û piştewaniyê bidin Êzidiyan.
- Weke mirovatî berpirsiyartî û erkên me li hemberî jinan û civaka Êzidî ku hovîtî û qetlîamek mîna ya 3’ê Tebaxa 2014’an jiyankirî hene. Tevî ku naskirina vê hovîtiyê weke jenosîdê ya ji aliyê hin welatên Ewropayê girîng e, encax têrker nîne. Ji bo ku ev civaka ku bi dehan jenosîdan re rû bi rû maye careke din bi jenosîdeke nû re rû bi rû nemîne; divê parastina wab a cewherî, îradeya wan û bi giştî rêveberiya wan a xweserî qebûl bikin û piştgiriyê bidinê.
- Pêwîste civak û saziyên navnetewî xweseriya civaka Êzidî qebûl bikin û piştgiriyê bidinê.
- Roja 3’ê Tebaxê weke jenosîda li hemberî Êzidiyan bê naskirin.
- Divê di serî de tevger û rêxistinên jinan, hemû hêzên demokratîk û pêşverû, bi qasê alîkarîdayîna ji bo rizgarbûyîna êxsîrên jin ên Êzidî, ji bo ku bikarin birînên xwe di civak û li axa xwe de xwe bipêçin piştgirî û alîkarî raber bikin.
- Her wiha civaka me di serî de li kampên li Başûrê Kurdistanê, belavî gelek ciên cîhanê bûne. Pêwîste bi wegera li axên xwe Şengalê re hesabên Bê Êzidîkirina Şengalê yên dijminan vala derxînin û di pergala xwe ya xweser de cih bigrin.
- Çawa ku bi taybetî jinên Êzidî bi hezaran sale karîn bawerî, felsefe û çanda Êzdatiyê heya roja me ya îro bînin û zindî bigrin, ji vê şûndetir jî ji bo jiyanîkirina van nirxan pêwsîte rêxistinên xwe yên xweser û li ser bingehê azadiyê xebatên avakirinê hê zêdetir pêş bixin û kûr bikin.”