1. Hemû Nûçe

  2. Gotar

  3. Kadeş? An Sykes-Picot?
Kadeş? An Sykes-Picot?,kadeş,an,sykes,picot

Kadeş? An Sykes-Picot?

Eger em desthilatdariya çarenûsa xwe nekin, Kadeşeka nû li benda me ye. Lê eger em benê çarenûsa xwe bikine destê xwe, pêkan e em bikaribin her tiştî ji nû ve biafirînin.

A+ A-

 Mûsa@dojender

Hema di destpêka salên 1300î yên b.z. de Împaratoriya Mîttanî-Hûrî heya tejaneya Deryaya Spî desthilatdar bû û împaratorî, axa di bin desthilatdariya xwe de pir zû berfirehtir dikir. Ev berfirehkirin ne di rengê dagirkirina erdnîgariyên biyanî de bû, lê di rengê rizgarkirina deverên ji nîjada Mîttanî yên ji aliyê welatên cîran ve hatibûne dagirkirin de bû. Wan ew ax û warên gelên bi nîjada xwe mîttanî bûn, didane ser ax û warê mezin a Mîttaniyan.

 

Hîtîtiyên li bakurê axa Mîttaniyan jî, di nav hewldan û keftelefteka mezin a berfirehkirina axa xwe de bûn. Her wiha Misir, herçendî wekî erdnîgarî dûrî Mîttaniyan jî bû, bi heman armancê di nav heman hewldanan de bû. Dîsa Împaratoriya Asûriyan hebû ku ew jî di nav pêşkeftinekê de bû. Di nav van her sê welatên ku di nav daxwaz û tevgerên xweberfirehkirinê de bûn, Mîttanî hebûn û hemû rêyên bazirganiyê di bin kontrola wan de bûn. Ne tenê van rêyan kontrol dikirin, lê di heman demê de ji bakurê Afrîkayê heya bi tejeneya Deryaya Reş û Kafkasan, ji peravên rojhilatê Deryaya Sipî heya bi rojhilatê Çiyayên Zagrosan, li gor mercên wê rojê erdnîgariyeka pir berfireh û dewlemend jî di bin kontrola Mîttaniyan de bû.

 

Rewşa Hîtît, Misir û Asûran, herwekî rewşa Almanyayê ya beriya Şerê Cîhanê yê Duyem bû. Bi taybet jî Hîtît û Misir pir zû mezin dibûn lê bi heman lezî pêşvebirina wan a aborî ne pêkan bû. Çendî bi pêş biketana jî, bazirganî û dewlemendiyên herêmê di bin kontrola Mîttaniyan de bûn û ev her du dewlet xwe li ber vê dewlemendiya mezin xweş kiribûn. Heyanî ku Hîtît ji Bakur û Misir ji başûrê Rojava di heman demê de li dijî Mîttaniyan êrîş dane destpêkirin. Şerekî ewçendî mezin ku heya wê rojê mirovahî nebuye şahid, li ser xaka Mîttaniyan rû da. Ev şerê erjeng ji axa Misir û Hîtîtiyan dûr, li ser Axa Mîttaniyan rû da. Mîttanî him diviya li dijî van her du dewletên mezin şer bikirana û him jî li hemberî êrîşeka Asûriyan a ji başûr ve hişyar bûna.

 

Mîttanî ji berê ve hay ji metirsiya vî şerî hebûn û ji bo vê bi Hîtît û Misiriyan re di nav têkiliyên dîplomatîkî de bûn. Dixwestin bi kêmasî yekî ji wan ji vî şerê ku dikare rû bide bi dûr bixin. Ev hewldanên Mîttaniyan êdî ji xebatên dîplomatîkî jî wêdetir, bi şarezayî li qesrên Misirê bûne sedema guherînên îdeolojîkî. Lê piştî demeka kin li van qesrên Misirê, derbe dibin. Bi derbeyê re jî, ev heldanên Mîttaniyan têne pûçkirin û hemû kesên di bin bandora Mîttaniyan de bi rengekî erjeng têne kuştin. Ji ber vê yekê jî Misir êdî ji bo Mîttaniyan dibe rîskeka mezin. Armanca Misirê ne bi tenê bidestxistina dewlemendiyên li ser axa Mîttaniyan bû, lê tolhildaneka îdeolojîkî bû jî. Di encamê de tişta dihate payîn rû dabû, Misir û Hîtît di heman demê de li dijî Mîttaniyan êrîş dabûne destpêkirin. Armanca herduyan jî ku herêmeka berfireh bikine bin kontrola xwe. Bi taybet jî rêyên bazirganiyê. Loma jî şer li ser van rêyan û li qadên stratejîk ên dewlemendî lê hatibûne komkirin gur bûbû. Deverên şer, rêyên bazirganiyê yên nêzî peravên rojhilatê Deryaya Sipî bûn.

 

Piştî her du dewlet jî digihêjine armancên xwe, peymana dîrokî ya navdar, Peymana Kadeşê b.z. 1280 îmze dikin. Kadeş, bi qasî 40 km li başûrê rojavayê bajarê niha, Humusê ye. Kadeş ji aliyê Mîttaniyan ve hatiye avakirin. Peyman jî li wir tê danîn. Wekî sînorên her du dewletan ew dever têne dîyarkirin.

 

Hîtîtî bi vî awayî heya rêyên bazirganiyê yên Deryaya Spî hatin. Bi heman rengî Misir jî ji bakurê Afrîkayê hat û beşa mayî ya rêyên bazirganî yên Deryaya Sipî kir bin kontrola xwe.
Mîttanî jî ji rojhilatê Deryaya Sipî ber bi hundir ve hatin vekişandin û bi stratejiya destekkirina Asûran jî, Mîttaniyan mijûl kirin ku careka din venegerine Deryaya Sipî. Ev rewşa nêzî 3300 sal berê rû da, pir dişibe rewşa îroj.

 

Kopiyeke metnên peymana Kadeşê îroj li dîwarên avahiya Neteyeyên Yekbûyî (NewYork) daleqandî ye.

 

Kadeşê rê nîşanê Sykes-Picot’ê da gelo? Lewre peymana Sykes-Picot ku 3300 sal piştî ya Kadeşê hate danîn, herwekî rojanekirina Kadeşê bû. Gelo dikare dîrok û çarenûsî evçendî bişibine hev?

 

Em di destpêka sedsala 21î de ne û cîhaneka nû tê avakirin. Eger em desthilatdariya çarenûsa xwe nekin, Kadeşeka nû li benda me ye. Lê eger em benê çarenûsa xwe bikine destê xwe, pêkan e em bikaribin her tiştî ji nû ve biafirînin.


Wergera ji tirkî. Amîda Kurd


Bêjeyên Miftehî