Kesên bixwazin serdana Laleşê bikin divê navê xwe tomar bikin
A+
A-
Bi daxuyaniyekê Mala Êzidiyan a Kantona Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê, ragehand ku ew kesên dixwazin ji bo pîrozkirina Cejna Cimehiya Laleşa Nûranî ya li Heremê Kurdistanê serdan bikin divê li şaxên Mala Êzidiyan a li Rojava û Bakurê Sûriyeyê navên xwe tomar bikin.
Tomarkirina navan li hemû Şaxên Mala Êzîdiyan ên li Rojava û Bakurê Sûriyeyê destpê kiriye û wê heta 25'ê Îlonê dewam bike.
Ji bo tomarkirinê pêwîstî bi nasname û 2 wêneyan heye.
Bêjeyên Miftehî kesên,bixwazin,serdana,laleşê,bikin,divê,navê,xwe,tomar,bikin