1. Hemû Nûçe

  2. Çapamenî

  3. Kevneşopiya bi rojnameya Kurdistanê dest pê kir didome
Kevneşopiya bi rojnameya Kurdistanê dest pê kir didome,kevneşopiya,bi,rojnameya,kurdistanê,dest,pê,kir,didome

Kevneşopiya bi rojnameya Kurdistanê dest pê kir didome

Mehmet Emîn Mûtlû, Ciwan Tûnç, Derwîş Eren, Dîlan Herekol û Dilgeş Garzan, ku li çiyayên Kurdistanê ji bo çapemeniya Kurd bernamevanî û nûçegihaniyê dikin, qala wateya karê xwe kirin

A+ A-

 

BEHDÎNAN/ANF - AVAŞÎN SPÎNDAROK/DÎLAN TEKÎN
 

 

Li ser kevneşopiya çapemeniya azad, ku 22'ê Nîsanê roja destpêkirina weşana rojnameya Kurdistanê weke Roja Rojnamevaniya Kurd tê binavkirin, em bi nifê ciwan ê li herêmên parastinê yên medyayê re axivîn.

Mehmet Emîn Mûtlû bal kişand ser girîngiya weşana rojnameya Kurdistanê ji bo weşand-çapemeniya Kurd û anî ziman, weşandina rojnameya Kurdistanê hem daxwaza têkoşînê nîşan da, hem jî dengê Kurdistanê ji cîhane re ragihand.

Mûtlû got, "Îro li Kurdistanê gelek rojname, kovar, radyo û televîzyon hene û got, "Di nava civakê de, li bajaran min karê çapemeniyê nekir. Dema ku min biryar da tevlî karê çapemeniyê bibim, ji bo min cihê herî rast û baş ê vê xebatê çiyayên Kurdistanê bû. Min xwest li çiyayên Kurdistanê karê çapemeniyê bikim. Sedema vê yekê jî; eger wê Kurdistan bê nîşandan, ya herî rast ew e ku bi têkoşîna azadiyê bê nîşandan."

Ciwan Tûnç, di destpêkê de di şexsê Halîl Dag, Sevdîn Nêrgiz, Nûjiyan Erhan û Nûcan Malatya de hemû şehîdên şoreşê bibîr anî û got, "Sekna van hevalan, ji bo xurtkirina çapemeniya rast, ferman e ji bo me. Têkoşîna va hevalan û ya yên li sirgûnê rojnameya Kurdistanê derxistin, weke hev e. Hevalê Rohat Aktaş jî yek ji van e. Dema ku li Cizîrê hewl dida bûyerên diqewime ji cîhanê re ragihîne, li jêrzemînan bi saxî hate şewitandin.

Nîşanî me da ku ku di vê serdemê de li dijî êrîşên faşîst ên li Kurdistanê karê rojnamevaniyê divê çawa were kirin. Ji ber ku em jî xwe dispêrin mîna yên wan, bingeha me xurt e. Îdeolojiya me xurt e."

Derwîş Eren jî di destpêkê de şehîdên çapemeniya azad bibîr anî û got, "Yek ji van jî hempîşeyê me Xerîb Welat e, ku di 20'ê Nîsanê de di dema şopandina Pêngava Xezeba Firatê de jiyana xwe ji dest da."

Eren anî ziman, tevgera civakî ya Kurd mîna li her qadê, li qada çapemeniyê jî bi pêş ket û got, "Li vê qadê kevneşopiya çapemeniya azad afirî. Ji bo agahdarkirina civakê, zanebûna civakê û xwegihandina rastiyan, karekî berfireh ê vê kevneşopiyê tê meşandin."

Eren destnîşan kir, mîrateya wan xwedî bingeheke qewîn e û diyar kir, ji niha û pê ve jî ew ê vê mîrateyê bidomînin.

Dîlan Herekol işaret bi cihê jinê di nava kevneşopiya çapemeniya azad kir û anî ziman, li Şoreşa Rojava, şengal, Mexmûr û berxwedana xwerêveberiyê, mîna di şer de jin li qada çapemeniyê jî bi pêşengiyê rabûn.

Herekol got, "Bêguman Gûrbetellî Ersoz di dîroka çapemeniyê ya doza azadiya Kurd de xwedî cihekî girîng e. Bi saya hewldan û têkoşîna xwe, jin bi roleke girîng di nava çapemeniya îro de radibe."

Dilgeş Gerzan destnîşan kir ku 119 salên çapemeniya Kurd tê wateya têkoşîn û dayîna berdêlan û got, çapemeniya li Kuristanê tê wateya cihgirtina li cem mafdaran, mezlûman û berxwedêran.