1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Koçberî ne çareserî ye!
Koçberî ne çareserî ye!,koçberî,ne,çareserî,ye

Koçberî ne çareserî ye!

A+ A-

Endamên navendên çand û hunerê yên kantonên Tebqa û Reqayê şanoyeke li ser bandorên neyinî yên koçberiyê pêşkêş kir.

Şano bi amadebûna bi dehan şêniyan li ser dika Şehîd Musena Ebdulkerîm a li bajarê Tebqayê hat nîşandan.

Şanoya bi navê "Jenîna li ser çanteyên bendewariyê" ji aliyê nivîskarê Iraqê Eqab Hemdî  ve hatiye nivîsandin ku beriya mehekê wefat kiriye. Di şanoyê de rolên bijîşk, şervan, hunermend û parêzgerek hene ku ji ber şer û êrişan welat terk dikin.

Di dawiyê de tê dighêjin ku terikandina welat ne çareserî ye û pêwîstiya welat a ji bo jinûve avakirinê bi keda zarokên wê heye.

Şano berê li Reqa û Minbicê derketibû ser dikê. Li gorî berpirsên navendê wê li tevahî kantonên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê were nîşandan.

ANHA/ŞEHBA



Bêjeyên Miftehî