1. Hemû Nûçe

  2. 21 Pirs

  3. Li Efrînê, 37 rojên ji binpêkirinên dagirkeran
Li Efrînê, 37 rojên ji binpêkirinên dagirkeran,li,efrînê,37,rojên,ji,binpêkirinên,dagirkeran

Li Efrînê, 37 rojên ji binpêkirinên dagirkeran

Dewleta Tirk a dagirker binpêkirinên xwe yên li Efrînê didomîne. Di navbera 37 rojan de, 3 sivîl hatin qetilkirin, 130 sivîl hatin revandin, gelek girên dîrokî hatin kolan û bi sedan darên zeytûnê hatin qutkirin û şewitandin. Heman demê de bacên giran li şêniyên resen hatin ferzkirin

A+ A-

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wî  di 20’ê Çileya 2018’an êrîşî Efrînê kirin. Ji wê demê ve niyetên rast ên dewleta Tirk a dagirker eşkere bûn.

Dewleta Tirk a dagirker şênî, gundên şêniyan, cihên dîrokî, xwezaya Efrînê, nuqteyên tenduristiyê, perestgeh armanc girtin. Dagirkeriyê hews da stratejiya xwe ya ku armanca wê tinekirina Kurdan û projeya wan a demokratik tine bike, pêk bîne. Dagirkeriyê gundên Kurdan vale kirin, li şûna wan malbatên çeteyan û Tirkmenên alîgirên xwe bicih kirin. Bi vê yekê jî dixwaze Efrînê ji Sûriyê qut bike.

Her roja ku diçe zordestiya wî ya li Efrînê zêdetir dibe.

Kiryarên tinekirina Kurdan

Ajansa me bûyerên revandin û kuştinê yên ku dagirkeriyê di navbera destpêka Tebaxê û destpêka Îlonê de pêk anîne, belge kirin.

Di mehek û 7 rojan de derdora 130 sivîl ji piraniya gund û navçeyên kantona Efrînê hatin revandin. Di nav de 21 sivîl ji navçeya Mabatayê, 13 navçeya Bilbilê, 7 Şiyê, 33 Şera, 8 navçeya Reco, 16 sivîl ji herêma Cindirêsê, 2 sivîl Şêrawayê û 30 sivîl jî ji navenda bajarê Efrînê û gundên derdorê.

Çaranûsa piraniya wan ne diyar e.

Her wiha di heman demê de 3 sivîl di nav de jinek temenmezin, sivîlek ji Şêrawayê û yek din ji navçeya Şiyê, hatin kuştin.

Şewitandina zeviyên zeytunê

Ne tenê sivîl, heta dar jî ji binpêkirinên dagirkeriyê nefilitîn. Dagirkeriyê darên zeytunê şewidandin, bi vî awayî dixwaze aboriya şêniyên resen têk bibe.

Dewleta Tirk a dagirker bi zanabûn zeviyên zeytunê şewitandin. Bi vê yekê jêdera quta şêniyan a tekane li ser wan birî. Yanî bi rêbazeke din wan neçarî koçberiya ji kantonê dike.

Her wiha dagirkeriyê darên daristanî qut kirin û şandin Tirkiyê da ku bifroşe. Ji ber wê hema bêje çiyayên kesk ên Efrînê,  bûr bûne.

Di dema di navbera destpêka meha Tebaxê û heta hefteya yekemîn a  meha Îlonê de çeteyên dagirkeriyê 300 darên daristanî li navçeya Mabatayê û darên din li gundê Rûta yê girêdayî navçeya Şiyê, qut kirin.

Tevî wê jî bi sedan darên zeytunê yên ku temenên wan ji 70 salî zêdetir in ên navçeyên  Mabata, Şera, Cindirêsê û Recoyê qut kirin. Agir bi darên zeytunê yên navçeya Şera, daristanên Basûta li Şêrawayê û darên Çiyayê Qaziqlî yê navçeya Cindirêsê xistin.

Ji wê zêdetir jî darên daristanî li gundê Umera û daristanên yên gundên Hec Qasim, Dela û Rûta yên navçeya Mabeta hatin şewitandin.

Ji aliyekî din ve jî çeteyên Lîwa 112 û Lîwaya 3’yemîn ên girêdayî artêşa Tirk a dagirker, zêdetirî hezar darên zeytûnê yên navçeya Mabeta şewitandin. Li heman navçeyê li gundê Xazyana çeteyan zêdetirî 5 hezar darên zeytûnê qut kirin.

Ji dema ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, kantona Efrînê dagir kirine, gelek dar bi rûbera zêdetirî 15 hezar hiktar ji darên zeytûn, daristan û darên daristanî, şewitandin.

Dagirkerî miqtarên mezin pereyan ji şêniyan dixwaze da ku ji kantonê  derbikevin

Dewleta Tirk a dagirker gelek rêbaz ji bo koçberkirina şêniyên resen ên Efrînê, ji kuştin, revandin, destserkirina jêderên qutê, dimeşîne. Baçên bi miqdarên mezin li şêniyên kantonê ferz dike da ku wan neçarî koçberiyê bike.

“Meclisa herêmî ya navçeya Bilbilê” mal li gorî hejmaran dabeş kirine, da kiryarên talankirinê hêsantir bike.

Li gor rêzehejmara malan, pere li ser şêniyan ferz dikin. Bi taybet li gundên Qizilbaşa û Bêlê yên navçeya Bilbilê. Li ser her malbatekê 200 dolar hatiye ferzkirin.

Darên ku şêniyên resen bi xwihdana eniya xwe gihandine, ji kiryarên çeteyan bê par neman. Çeteyên Siltan Silêman Şah (El-Emşat) di 10’ê Tebaxê de, biryarek standin ku xwediyên zevî û milkan baçên bi miqdara hezar dolarî bidin çeteyan. Eger yekê neda, dê mal û milkên wî desteser bikin û ji Efrînê biqewtînin.

Dagirkerî dîroka Efrînê qir dike

Dagirkeriya Tirk dizîna şûnwarên kantona Efrînê û wêrankirina cihên dîrokî, didomîne.

Dagirkeriya Tirk, bi alavên giran ên wek tireks û bageran, li girên di navbera gundên Bîbaka, Qaşa û Şerqiyê yên girêdayî navçeya Bilbilê de, dest bi kolanê kiriye. Da ku parçeyên dîrokî bibîne û bi sedan darên zeytûnê hilkirin.

Li gundê Senarê yê navçeya Şiyê, Girê Cirnas ê dîrokî hat kolandin. Her wiha girê gundê Elkê yê navçeya Şera jî hat kolandin.

(şx/bm)

ANHA

 

 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
10