1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Girtîgeha Şirnexê parastina kurdî jî qedexe kirin!
Li Girtîgeha Şirnexê parastina kurdî jî qedexe kirin!,li,girtîgeha,şirnexê,parastina,kurdî,jî,qedexe,kirin

Li Girtîgeha Şirnexê parastina kurdî jî qedexe kirin!

Lijneya Dîsîplînê ya Girtîgehê mafê parastina kurdî jî li girtiyan qedexe kir

A+ A-

 

 

ŞIRNEX - Li Girtîgeha Şirnexê greva birçûbûnê ya dorveger di roja 22'yemîn de berdewam dike û li gel vê rêveberiya girtîgehê li Lijneya Dîsîplînê ya Girtîgehê mafê parastina kurdî jî li girtiyan qedexe kir.

Li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger ya ku bi daxwazê dawîlêanîna tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, bidawîbûna operasyonên li ser gundên kurdan û pêkutiyên li ser zindanan hatibû destpêkirin di roja 22'yemîn de berdewam dike. Girtiyên di grevê de bi riya parêzeran dest nîşan kirin ku, ger daxwazên wan bi cih neyên ew ê greva xwe veguherînin çalakiya bê dem û dorveger.

EV 9 MEH E AKTÎVÎTEYÊN CIVAKÎ TÊN ASTENGKIRIN

Li gorî agahiyên ji parêzeran hatin wergirtin, bi OHAL'ê re pêkûtî zêdetir bûne û ev nêzîkê 9 meh in hemû aktîvîteyên girtiyan yên civakî tên astengkirin. Her wiha bi tevlîbûna leşkeran bi ser qawîşên wan de jî tê girtin û di lêgerînê de amûrên ji kantîna girtîgehê hatine wergirtin jî hatine desteserkirin.

Dîsa hat ragihandin ku rêveberiya girtîgehê, di demên dawîn de cezayê dîsîplînê li gelek girtiyan biriye û her wiha li li Lijneya Dîsîplînê ya Girtîgehê de parêziya bi kurdî jî li girtiyan qedexe kirine.

Li ser vê em li îdareya girtîgehê geriyan, lê rayedaran diyar kir ku der barê mijarê de ew nikarin biaxivin û agahiyan bidin.