Li Swîsreyê festîvala Sakîne Cansiz
Li bajarê Zûrîchê ê Swîsreyê wê Festîvala 4. a Sakîne Cansiz pêk were
Li bajarê Zurîchê ê Swîsreyê 18’ê Hezîranê bi tevlêbûna gelek saziyên jinan ên Swîsreyî wê Festîvala 4. a Çandê ya Sakîne Cansiz were lidarxistin.
BERNAMEYÊN KONAN
Ji bo festîvalê bernameyeke dewlemend heye. Di festîvalê de çalakî zêdetir wê bi rengê konan bin û her wiha gelek bernameyên din jî wê hebin. Di festîvalê de ji 20’an zêddetir wê çalakiyên konê hebin.
Her wiha Tevgera Jinê ya Kurd a Swîsre, Kasama, SKB û Jina Nû panêlên bi mijara ‘’parastina jinê’ organîze kirine.
JI BO ZAROKAN BERNAME
Yek ji bernameya herî rengîn a festîvalê ew e ku bernameyek bi temamî wê ji hêla zarokan ve were birêvebirin. Festîval ji bo seatekê wê were rawestandin û bi dest zarokan ve were hiştin. Pêşbariya kişandina şelîtê, çiwal, hêk, mast wê werin kirin.
Bi mebesta alîkariya ji bo Amedsporê Denîz Nakî jî wê amade be.
Koma dengbêjan, koroya jinan, koma erbaneyê, folklor di nav bernameya Tevgera Jinan Kurd de wê pêk were.
WÊ BI KONSÊRAN BI DAWÎ BIBE
Herî dawî Eylem Aktaş, Bêrîvan Arîn wê konserê bidin. Malbatên Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez, Fîdan Dogan û gelek siyasetmedar, aktîvîstên mafên jinan ên Swîsreyî jî wê di bernameyê de hazir bin.