Li Tirbespiyê çalakiyên hefteya çandî berdewam in
Bi dirûşmeya "Bi çanda hîlala zêrîn û hunera şerê gelê şoreşgerî em ê dagirkeriyê têk bibin" Tevgera Hîlala Zêrîn di çarçoveya hefteya çandê de li navçeya Tirbespiyê çalakiyeke hunerî li dar xist
A+
A-
Di çarçoveya çalakiyên Tevgera Kevana Zêrîn yên hefteya çandê de ku li navçe û bajarên herêma Cizîrê li dar dikevin, îşev bi beşdariya bi dehan pêkhateyên navçeya Tirbespiyê ji Kurd, Ereb û Suryan li navçeya Tirbespiyê şahiyeke hunerî li dar ket.
Şahiya hunerî li baxçeyê Qews ê li pêşiya têketina rojavayê navçeyê, li dar ket. Destpêka şahiyê beşdaran deqeyeke rêzgirtin girt, piştre koma Stêra Zêrîn a Qamişlo komeke stranên folklorî gotin û hunermend Evîn Bîlal a ji Efrînê çend stranên xwe gotin.
Koma Şehîd Delîla Agirî ya ji Amûdê stanên foklorî pêşkêş kirin.
Şahî bi gerandina govendan bi dawî bû.
(eh)
ANHA
Bêjeyên Miftehî li,tirbespiyê,çalakiyên,hefteya,çandî,berdewam,in