Li Zanîngeha Strasboûrgê, konferansa dîrok û berxwedana Kurdistan
Li Zanîngeha Strasboûrgê, bi sernavê 'Dîroka Kurdistanê û berxwedana gelekî şer dike' konferansek hate lidarxistin
NAVENDA NÛÇEYAN
Konferans ji aliyê kolektîfa 'Alsace Solîdarîtê Kurdistan' ve hat organîzekirin û li Înstîtût Le Bel a ser bi Zanîngeha Strasboûrgê pêk hat.
Derhênerê Fransayî Lûîs Mîranda, xwendekarê doktora yê dîroka hemdem Andrea Benedettî, Parlamenterê HDP'ê Faysal Sariyildiz û nûnera Komeleya Jinê ya Zîn weke qiseker beşdarî konferansa bi sernavê 'Dîroka Kurdistanê û berxwedana gelekî şer dike' bûn.
Ji qisekeran dîroknas Andrea Benedettî di destpêkê de axivî û bi kurtasî qala dîroka Kurdistanê kir.
Derhêner Lûîs Mîranda piştre mafê axaftinê girt û bal kişand ser zor û zehmetiyên ku di dema kişandina fîlm de li Tirkiyeyê derketin pêşiya wî. Mîranda her wiha işaret bi berxwedana gel kir.
Herî dawî Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz peyivî û komkujiyên di salên dawî de li Kurdistanê tên kirin, girtin, binçavkirin û têkoşîna li Rojavayê Kurdistanê nirxand. Sariyildiz, li ser referandûma 16'ê Nîsanê jî nêrînên xwe anî ziman.
Konferans bi pirs û bersivan qediya.