Li gor efsaneyê jina beriya Hawa: Lîlîth
Lîlîth di efsaneyên grîng ên Mûsewîtî û Xirîstiyaniyê de xwedî ciyekî grîng e. Lîlîth yekem hevjîna Adem e û ji aliyê Xuda ve bi Adem re di heman kêliyê de ji heriyê hatiye afirandin. Her wiha di dîroka mirovahiyê de yekem jin e ku doza wekheviyê kiriye
Li gor efsaneyê Xuda di destpêkê de Adem û Lîlîth wekî cot diafirîne. Wekî lutifeke Xuda Lîlîth û Adem di baxçeyê buhuştê de bi hev re dijîn. Lê bi vê jiyana hevpar ne şa ne. Sedema vê neşabûna wan jî ji sedemên îroj jî dibine encamên hevûduberdanê cudatir nîne. Adem tênagihêje ka çima Lîlîth tişt û bûyeran ji wî cudatir dinirxîne û wê tewanbar dike ku Lîlîth jêre xizmeteka baş nake û di xwedîlêderketin û danûhilanîna bexçeyê de tiraliyan û bêdiliyan dike. Sedema herî grîng a herî zêde li ser nîqaşê dikin jî ew e ku Adem dixwaze di kêliya bihevşabûna zayendî de Lîlîth timî li binê wî be. Adem vê yekê weke divêtiyeka serdestiya mêrê ya li hemberî jinê dinirxîne. Lîlîth jî vê pozîsyonê weke piçûkxistinekê dibîne û li dij derdikeve.
Bi kurtayî, sedema lihevnekirina wan daxwaza serdestî û desthilatdariya Adem a li hemberî Lîlîthê ye. Lîlîth jî dibêje piştî ku her du jî ji heman axê hatine afirandin, divê wekhev bin û tu wateyekê nade sedema daxwaza serdestiyê ya Adem. Di encamê de Lîlîth biryarê dide ku êdî nikarin bi hev re bijîn û navê Xuda ku divê tu carî neyê ser zimanan hildide (ev nav parolayeke e ji bo derketina ji buhuştê) û pêre jî difire, li ser ruyê cîhanê, nêzî Deryaya Sor li şikeftekê xwe diveşêre. Lîlîth, ji ber bi Adem re li hev nakin dev ji buhuştê berdide û diçe li cîhanê bi cî dibe.
Jiber qîma xwe bi maleka germ a jêre hatiye pêşkêşkirin neaniye, derî lêdaye û ji malê derketiye, êdî ciyê wê, wê di nav yên ji buhuştê hatine avêtin de be. Bi cinên li dora xwe re û bi mezinê cinan (ku ev şeytan bixwe ye) Samael re dikeve têkiliyê û ji wan zarokên cinan çê dike. Rojê sed zarokan tîne. Li gor baweriyê, sedema li cîhanê evçendî xerabî belav bûne, ev e.
Adem ku li buhuştê bi tenê dimîne, ji Xuda tika dike ku Lîlîthê bi paşve bîne. Xuda, li ser vê tikayê sê ferîşteyên bi navên Senoy, Sansenoy û Semangelof weke qasid dişîne ba Lîlîthê û dibêjê ”vegere mala xwe”. Lîlîth dibêje ferîşteyan, ew ê tu carî venegere. Li ser vê yekê ferîşte gefan jî lê dixwin eger venegere wê rojê sed zarokên wê bikujin û vê gefa xwe jî pêk tînin. Lîlîth ji êşa kezeba xwe sond dixwe ku wê dijmina sereke ya hemû zarokên ji nifşa Adem in û ya hemû jinên bi zarok in û li ber zarokanînê ne be. Wê zarokên kurîn ji roja bûyîna wan ve di nav heşt rojan de û yên keçîn jî ji roja bûyîna wan di nav bîst rojan de bikuje. Bi tenê wê dest nede zarokên ku li nêzî wan wêne an navê sê ferîşteyan hene.
Xuda, piştî hêviya xwe ji vegera Lîlîthê dibire, di kêliyeke ku Adem razayiye de, Hawa ji parsuyê Adem diafirîne. Lewra wisa dirame ku jina nû ya ji parsuyê mêrê hatiye afirandin, wê nikaribe li dijî mêrê derkeve. Hawa wisa dişibe Lîlîthê ku dema Adem şiyar dibe û wê dibîne, pê dernaxe ku ew jineka din e. Serpêlkirina wê ya li hemberî xwe jî weke ”di dawî de gihişt hidayetê û hate rê” dinirxîne.
Lîlîth êdî teqez li aliyê xeraban e. Sedema gelek xerabî û felaketên bi serê mirovahiyê de hatine Lîlîth e. Xerabiyên Lîlîthê bi serê mirovahiyê de aniye bêhejmar in. Wisa tê bawerkirin ku sedema mirina zarokên nûbûyî ew e. Herwiha sedema zarokxistina dayikên bi zarok û mirina zarokên dayikên li ber zarokanînê ne, ew e. Sedema zarok bi mirîtî çê dibin, sedema mirina dayikan ew e. Dikeve xewna mêrên bi tenê radizên, xewnên erotîk bi wan dide dîtin, wan ji serî derdixe û bi vî rengî bi zarok dimîne û hejmara cinan zêde dike. Xwe di neynikan de vedişêre û jinên zêde li neynikan dinihêrin dikşîne aliyê xwe.
Amidakurd.net