Lêkolîna du mamostayên Zaningeha Cambridge li ser tezên Ocalan didome
Du mamostayên zaningeha Cambridge lêkolînek dibin navê ‘Lêkolînek li ser mijarên Abdullah Ocalan di derbarê şaristaniya demokratîk de’ rêze mijarên hevbeş diyardikin û wan mijaran lêkolîn dikin û bi raya giştî re parve dikin
NAVENDA NÛÇEYAN
Doktor Thomas Jeffrey Miley û doktor Donald H. Mahews gotarên xwe yên berdewam li ser lêkolînên di derbarê pirtûkên Ocalan de bi ajansa me re parvedikin. Herdû mamostan diyardikin ku li ser tezên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nirxandin û lêkolînan dikin.
Herdû mamostayan di beşa pênçem ya nivîsa xwe li ser pirtûkên Abdullah Ocalan de gotin: “Ocalan dibêje ku tekperestî yan ji perestinina yek Xweda tenê di fikirê mirov de dereceyek bilintir kir. Her wiha Ocalan di guftûgoyên xwe de hîn zêdetir der barê dîroka Xiristiyan û Îslamê, her wiha cûdahiya navbera pêvajoyên şoreş û azadiya tevahî çînên jêrdest digire dest.
‘Xwandina pirtûkên Ocalan dîrokê baştir ji bo mirovan vedike’
Karkirin li sernivisên Ocalan û xwendina pirtûkên Ocalan li ser mijarên olî wisa dike ku zêdetir mirov bikeve nava dîrokê de. Di pirtûka ‘Riya Şaristaniyê’de ku di sala 2009’an hatibû vegerandina Inglizî, Ocalan di wê pirtûka xwe de eşkere danûstandinên di navbera dogma û olê fermiyê welat ku bûye sedemê bûyîna yasayî û desthiladariya herêmê vedibêje.
‘Di deshilatdariyên hişk de ji yek Xwedayî hatiye parastin’
Li rexmê vê ji di çarçoveya Manifestoya yekem ya di derbarê şaristaniya demokratîk de Ocalan dubare fikrê xwe aniye ziman. Ocalan niha wisan dibîne ku canê efsaneyî ji bo guherîna dogmaya olî re xizmetê dike û bi rewatiya desthilatdariya herêmî re rû bi rû maye. Ev ji wekî Ocalan dibêje peywendiya xwe bi takperestiyê ve heye.
‘Firawûn diyar kir ku ji rojê pêve Xweda nîne, ev ji nîşaneya destpêkê ya yek Xwedayî bû’
Di derbarê derketina takperestî de du guman heye. Fikrê yekem ewe ku takperestî di serdema Firawûn Akeneton (Pharaoh Akhenaton) de ye ku di salên Beriya Zayînê 1300’an de destpêkiriye. Di wê serdemê de Fîawûn diyarkir ku ti Xwedayek nîne ji Rojê (Aton) zêdetir. Ev ji wisan kir ku firavûn hemû Xwedayên din qedexe bike û tenê yek Xwedayî bide diyarkirin. Lê piştre bi hêzek leşkerî hat guhertin û bi şêweyek gumanbar jiyana xwe ji dest da. Bawermend û zanyar diyar dikin ku dibe ji aliyê wan kesên ku ji aliyê Firawûn Akeneton ve cihê wan hatibe girtin ve hatibe kûştin. Li gorî hinek kesên Misrî bûn ku bawerî bi takperestiyê di anîn.
‘Penaberbûna xelkê Babil wisankir ku yek Xwedayî Zerdeştiyan belav bibe’
Fikrê duyem ji destnîşankirina li ser bihara takperestî di fêrkirin û perwerdeya olî ya Zerdeştiyan de ku dikeve dinavbera Beriya Zayînê 500 heya 600 salan. Tevgera penaberên Babil bawerî bi van fikran aniye û xistine dinava bernameya têgihiştina olî, piştre penaberbûna xwe de. Lê belê piştre ji bo xwe girtin û destkarî têde kirin û di serdema paşayê Cihûyan Josiah de di pirtûkên xwe de dayîne nîşandan. Di van pirtûkan da destnîşankirin li ser hebûna yek Xwedayî, her kesê ji Cihuyan buyan dema Xwedayek din di parastin yan ji bawerî bi Xwedayek din anîbana, dihatin cezakirin. Nivîskar û bawermendên Cihuyan bawerî bi misiriyan û Îraniyan neyênin ku wan ji berê wan bawerî bi yek perestî anî bin.
Her wiha ti belgeyek ya dîrokî nîne ku nîşanbide ku xelkê Îsraîlê di demê Xweda Judah de bawerî bi yek Xwedayî anîbe. Hinek belge nîşandidin ku cotyarên Cihuyan bawerî bi cend Xwedayan tênin ku di serdema desthiladariya Filistinê deye.
Li ser şîrovekirinên Ocalan di vê derbarê de ku di Manifestoya Ocalan de ku dide diyarkirin hinek aliyên yek Xweda zûtir pejirandin hene. Ji bo nimûne Ocalan destnîşandike ku baweriya yek Xwedayî li gel Iraqiyan (Hebrews) zêdetir peywendiya xwe bi parastina wê ve heye ji bo şaristaniya netewî. Kêm yan ji zêde lê Ocalan rexne li wan tevgerên Cihûyên li Iraqê dike ku di destpêkê de bûne sedemê ne guhertina yasayên kevin.”
(rn)