1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. MSD: Tirkiyê dixwaze pêngava Reqqa têk bibe
MSD: Tirkiyê dixwaze pêngava Reqqa têk bibe,msd,tirkiyê,dixwaze,pêngava,reqqa,têk,bibe

MSD: Tirkiyê dixwaze pêngava Reqqa têk bibe

MSD’ê têkildarî êrîşên hewayî yên bi ser Şengalê de daxuyaniyeke nivîskî da û got armanc têkbirina pêngava Reqqayê ye û desteka li DAIŞ’ê ye

A+ A-

 

NAVENDA NÛÇEYAN - ANF
 

MSD`ê êrîşa balafirên dewleta Tirk a dagirker ku li ser çiyayê Qereçox û herêma Şengalê bi awayekî hemwext pêk hatin, şermezar kir û got ku Tirkiyê bi êrîşên xwe yên li ser herêmê dixwaze hemeleya rizgarkirina Reqqa têk bibe û bi vê yekê çeteyên DAIŞ’ê nefesê bistînin.

Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) derbarê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ku li ser çiyayê Qereçox û herêma Şengalê pêk hatin daxuyaniyeke nivîskî  da. 

MSD`ê diyar kir ku îradeya wan a di li hember terorê wê hîna xurtir bibe. Berferehiya  daxuyaniyê wiha ye:“Di demeke wiha de ku hemleya Reqqa dewam dike û hêzên me li hember DAIŞ`ê bi ser dikevin, balafirên şer ên Tirkî  baregehên paş ên hêzên me li çiyayê Qereçoxê û herêma Şengalê bombebaran kirin. Ev êrîş nîşana wê yekê ye ku dewleta Tirkî dixwaze hemleya Reqqa têk bibe û nefesê bide DAIŞ`ê.

Em di Meclîsa Sûriyeya Demokratîk de vê êrîşê şermezar dikin, bang li civaka navnetewî dikin ku bertekê nîşan bide û dîsa bang li gelê Sûriyê bi tevahî pêkhateyên wê dikin ku siyaseta rêjîma Tirkî red bike. Em tekez dikin ku wê îradeya me di şerê li dijî terorê de û alîgirên wê de xurtir bibe.”