Neteweyên Yekbûyî mexdûriyeta Êzidiyan girantir dike
Piştî ku jina Kurd a Êzidî Nadîa Mûrad hêjayî Xelata Aştiyê ya Nobelê hate dîtin, komkujiyên li civaka Êzidî hatin kirin jinûve ketin rojeva cîhanê
Neteweyên Yekbûyî ku piştî her komkujiyê tenê daxuyaniyan dide û şermezar dike, qirkirina li civaka Êzidî hatiye kirin hîn jî nas nekiriye.
Xelata Aştiyê ya Nobelê ku li cîhanê bi nav û deng e, îsal radestî jina Kurd a Êzidî Nadîa Mûrad û doktorê ji Kongoyê Denîs Mûkwege re hate dayin. Ev yek bû sedem ku komkujiyên li Kurdên Êzidî hatine kirin jinûve bikevin rojeva cîhanê. Gelek saziyên navneteweyî daxuyanî dan û Nadîa Mûrad pîroz kirin. Saziyan bal kişandin ser fermanên li Êzidiyan rabûne.
Yek ji van saziyên ku daxuyanî dan û Mûrad pîroz kir, Neteweyên Yekbûyî (NY) ye. Di daxuyaniya Sekreteriya Giştî ya NY'ê de jina Kurd Nadîa Mûrad hate pîrozkirin û hate gotin, "Civaka Êzidî bi taybetî jî jin bûn hedefa êrîşên hovane yên DAÎŞ'ê." Bi vî rengî komkujiyên ku li Kurdên Êzidî hatin kirin bi bîr xist.
Gelek tevger û saziyên Kurdistanî jî daxuyanî dan û Mûrad pîroz kirin. Saziyên Kurdistanî her wiha bang li Neteweyên Yekbûyî û hêzên navneteweyî jî kirin ji bo statuya xweser a Şengalê nas bikin û ya ku li Êzidiyan hate kirin weke qirkirinê nas bike.
DI RAPORAN DE HATE ÎSPATKIRIN KU QIRKIRIN HATIYE KIRIN, LÊ...
Tevî ku komkujî û fermanên li civaka Êzidî rabûn jinûve ketin rojevê jî, Neteweyên Yekbûyî û hêzên navneteweyî li pêşberî van kiryarên li Êzidiyan hatine kirin heta niha gaveke berbiçav neavêtine. Neteweyên Yekbûyî ji bo mexdûriyeta Êzidiyan ji holê rake, bi rola xwe ranebûye.
Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî meha Adarê ya 2015'an li ser mijarê daxuyaniyek da û di rapora xwe ya lêkolînê de got, "Li dijî Êzidiyan sûcê şer û mirovahiyê hatine kirin. Ev sûc jî bi qirkirinê dikare bê pênasekirin." Bi vî rengî ji Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî xwestibû ku di vê mijarê de bikeve nava liv û tevgerê. Li gel vê bangawaziyê jî Konseya Ewlekariyê ya NY'ê gaveke pratîkî neavêt.
'SÛCÊN LI ŞENGALÊ HATINE KIRIN DIVÊ LI DADGEHA CEZA YA NAVNETEWEYÎ BÊN DARIZANDIN'
Komîsyona Lêkolînê ya Sûriyeyê ya Serbixwe ku ser bi Konseya Mafên Mirovan a NY'ê ye, roja 16'ê Hezîrana 2016'an li Navenda NY'ê ya li Cenevreyê raporek weşand. Komîsyonê diyar kir ku li gorî daneyên wan, DAÎŞ'ê Êzidî qir kiriye.
Komîsyonê bi berfirehî qala komkujiyên li Şengalê kir û ragihand, DAÎŞ'ê sûcê şer û mirovahiyê kiriye. Komîsyonê bang Neteweyên Yekbûyî û hêzên navneteweyî kiribû ku van kiryaran weke qirkirinê nas bikin. Her wiha xwestibû ku ev sûcên li dijî mirovahiyê hatine kirin, li Dadgeha Ceza ya Navneteweyî werin darizandin.
BILA WEKE QIRKIRINÊ WERE NASKIRIN
Konseya Mafên Mirovan a NY'ê di salvegera 3'an a komkujiya Şengalê de daxuyaniyeke din da û bang li Konseya Ewlekariyê ya NY'ê û raya giştî ya navneteweyî kir ku Qirkirina Êzidiyan nas bikin.
Tevî vê yekê, gelek saziyên civakî yên sivîl ên navneteweyî rapor amade kirin û bal kişandin ser qirkirinê. Saziyan ji raya giştî ya navneteweyî xwestin ku ji bo Êzidiyên neçar mane koç bikin, bikevin nava hewldanan.
Wekî din, Parlamenta Ewropayê roja 4'ê Sibata 2016'an bûyerên li Şengalê xiste rojeva xwe û di vê rûniştinê de bi yek dengî hate qebûlkirin ku li Iraq û Sûriyeyê qirkirin li Xiristiyanan û hindikahiyên din ên olî hatiye kirin. Tevî vê biryarê jî Parlamenta Ewropayê ji bo jiholêrakirina mexdûriyetê karekî pratîk nekir.
BANGÊN HATIN KIRIN BÊ BERSIV MAN
Tevî bangên Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî û gelek saziyên civakî yên sivîl ên navneteweyî, Qirkirina Êzidiyan heta niha ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve nehatiye naskirin.
Neteweyên Yekbûyî û raya giştî ya navneteweyî tevî nenaskirina Qirkirina Êzidiyan, bangên ji bo naskirina statuya xweser a Şengalê û daxwaza jinûve avakirina Şengalê bê bersiv hiştine.
ÎGREK: GELEK BIRYAR HATIN GIRTIN, LÊ EM BI TENÊ HATIN HIŞTIN
Li ser mijarê em bi Hevserokê Meclîsa Şengalê ya li derveyî welat Fîkret Îgrek re axivîn. Îgrek bi navê meclîsê Nadîa Mûrad pîroz kir û got, wergirtina vê xelatê ji bo Êzidiyan cihê serbilindiye ye. Îgrek diyar kir, gelekî girîng e rewşa Êzidiyan bi vê wesîleyê careke din ketiye rojevê û rexne kir ku Neteweyên Yekbûyî, Konseya Ewropayê û Parlamenta Ewropayê biryarên xwe yên li ser mijarê bi cih neanîne.
Îgrek got, "Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî sala 2016'an ragihand ku ya li Şengalê hatiye kirin qirkirin e. Parlamenta Ewropayê jî sala 2016'an nas kir ku li Iraqê û Sûriyeyê Êzidî hatine qirkirin. Lê mixabin tevî vê yekê jî raya giştî ya navneteweyî û saziyên pêwendîdar bi erka xwe ranebûn û gelê me bi tenê hiştin. Hîn jî metirsî heye ku komkujî û qirkirinên nû li dijî gelê me bên kirin."
BANGA LI NETEWEYÊN YEKBÛYÎ Û HÊZÊN NAVNETEWEYÎ
Fîkret Îgrek careke din bang li Neteweyên Yekbûyî û civaka navneteweyî kir ku li pêşberî tiştên bi serê Êzidiyan hatine bêdeng nemînin, gavên berbiçav biavêjin û ev daxwazên xwe anî ziman:
* Ji bo pêşî li komkujî û qirkirinên nû were girtin, statuya xweser a Şengalê li qada navneteweyî were naskirin.
* Bûyerên li Şengalê qewimîn ji aliyê Neteweyên Yekbûyî û raya giştî ya navneteweyî ve weke qirkirinê bên naskirin.
* Hem çeteyên DAÎŞ'ê ku ji qirkirinê berpirsyar in, hem jî dewletên ku destekê didin DAÎŞ'ê li Dadgeha Ceza ya Navneteweyî werin darizandin.
* Şengal ji nû ve bê avakirin û rê li ber wê yekê were vekirin ku mirovên me yên neçar hatine hiştin ku koç bikin û li kampan dimînin, bi awayekî ewle vegerin Şengalê.
* Hêzên YBŞ û YJŞ ên li dijî DAÎŞ'ê bi xurtî têdikoşin, bi awayekî fermî weke Hêzên Berxwedana Şengalê bên qebûlkirin.