Nîvê civakê mexdûrê şer e
Ji Hewldana Derûnnasên Mezopotamyayê Psîkolog Fahriye Cengîz destnîşan kir ku şerekî navxweyî diqewime û nîvê civakê mexdûrê şer e
- OKTAY CANDEMÎR
- WAN / ANF
Li nava Derûnnasên Mezopotamyayê (Der-Mez), xwendekarên beşa psîkolojiyê û şêwirmendiya psîkolojiyê tevî aktîvîstên mezûn bûne û li vê qadê dixebitin, wezîfeyê dikin.
Hewldana Derûnnasên Mezopotamyayê (Der-Mez) berî niha bi du salan dest bi kar kir. Civateke Kurdî ye ku li gorî wan, derûniya li zanîngehê tê hînirin li qada civakî têrker nîne. Derûnînas Fahriye Cengîz a ji vê hewldanê, bersiv da pirsên ANF'ê.
TRAVMAYA KU HERÎ ZÊDE ZERARÊ DIDE, TRAVMAYA BI DESTÊ MIROVAN HATIYE AFIRANDIN E
Cengîz bal kişand ser bandora travmatîk a li cîhana derûnî ya civakê û got, "Travma derûnî qadeke ku gelekî kevn e, lê belê bi demê re hatiye jibîrkirin û ji nû ve karên li ser dest pê kiriye. Dema mirov li lîteratura derûniyê dinerin, dibînin ku ev yek weke; ji nişka ve rûdana bûyerên ku jiyana mirovan dixin nava xeteriyê. Ev bûyerên ne tên payin ên di jiyana mirovan de rû didin (travma), bi du awayî tên pênasekirin:
* Travmayên bi destê mirovan tên kirin; şer, şîdet, destdirêjî, destavêtin, îstîsmar...
*Yên bi karesatên xwezayî rû didin.
Li gorî lêkolînên li her du qadan hatine kirin, ya ku herî zêde zehmet e bê çareserkirin, travmayên bi destê mirovan hatiye afirandin e."
Fahriye Cengîz da xuyakirin ku ji aliyê gerdûnî ve her şer travmatîk e û li ser mirovan jî rê li ber heman encaman vedike.
LI WELATÊ ME ŞERÊ NAVXWEYÎ DIQEWIME, NÎVÊ CIVAKÊ MEXDÛR E
Cengîz got, "Ya ku li welatê me diqewime şerê navxweyî ye, yanî pêvajoyên cuda ye ji şerên li welatên din. Welat îfadeya civakekê ye. Nîvê vê civakê yekser mexdûrê şer e, nîvê civakê jî neçar tê hiştin ku lê temaşe bike ya jî bibe alî. Lewma, ji bo mirovên yekser bûne mexdûrê şer cihê xwe îfadekirinê nayê afirandin. Di nava van şert û mercên ne wekhev de, mirovên mexdûr dikevin nava fikra 'bi tenê hatim hiştin, cîhanê ez terikand' û bi vî rengî hesta bêçaretiyê zêde dibe.
Dema ku mirov li êrîşên zayendî yên li dijî jinê dinerin, dibînin ku bi giranî li ser qurban tê axaftin. Di vir de kiryar bênasname ye. Bi giranî nêzîkatiya qurban, kincên wê tên nirxandin û bi vî rengî zemîneke rewakirina guneh tê afirandin. Pêvajoya şer jî di nava civakê de bi vî rengî tê meşandin. Kiryarê şer bênasname ye, lê belê li ser qurbanan gelek agahî tên komkirin û ji aliyê hemû saziyan ve zemîneke rewa ya sûc tê afirandin. Ev meşrûiyeta sûc a hatiye afirandin, daxwaza maf ji dest digire."
DER-MEZ HEWLDANEKE PSÎKOLOGÊN KURDÎ YE
Di dewama axaftina xwe de Fahriye Cengîz qala karê Der-Mezê kir û got, "Der-Mez rêxistineke pîşeyî ye, hewldaneke psîkologên Kurdî ye. Weke psîkolog û xwendekarên psîkolojiyê yên ji herêma şer lê diqewime hatine û xwedî nasnameya wê derê ne, me pêwîstî bi rêxistinbûnê dît. Ji ber ku karê me yê li ser travmaya li wir, piştevanî ya jî destek nebû, ji bo me mecbûriyetek bû. Malbatên me hemûyan ketin bi bandora vî şerî. Ji ber vê yekê ji bo me bûbû mecbûriyetek. Çîroka me ya avabûnê xwe dispêre vê yekê."
Cengîz bal kişand ser pêvajoya berxwedana xwerêveberiyê û got, "Di vê demê de em hemû li qadê -Cizîr, Silopiya, Nisêbînê- bûn û me karê piştevaniya psîkososyal meşandin. Bi zarokan, jinan û koman re. Wekî din li Sûrê di dema şer de, ji bo piştgiriyê bidin zarokên şer bandor li wan kiribû, bi hevkariya rêxistinên civakî yên sivîl ên li wê derê me bi çalakiyan terapiya lîstikan kirin. Wekî din, bi hevkariya Yekîtiya Şaredariyên Guneydogû Anadolû, me hewl dan xisara derûnî ya li ser zarokan tespît bikin. Li cihê ku em lê ne, me hin kar kir; kargehên perwerdeyê vekirin."
Cengîz da xuyakirin ku ji ber qeyûmên li şaredariyan hatine bicihkirin, gelek saziyên cemaweriyê-sivîl ên li herêmê ew bi hev re dixebitîn hatine girtin, lewma pêşî li karê wan hatiye girtin.
Fahriye Cengîz got, "Lê belê bi hevalên xwe yên li wê derê dijîn û li qada tenduristiya derûnî dixebitin, em hewl didin karê xwe bidomînin."