Panorama Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya 2019’an
Girîngtirîn rûdanên li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê li asta siyasî pêk hatine, ew jî tevgera dîplomatîk ên ber bi Ewropa û dewletên erebî ve û ji wir ber bi Bakurê Sûriyê ve bûn. Her wiha di navbera partiyên Kurdistanî de xebatên dîplomatîk bi pêş ketin. Di heman demê de, derbasbûna Rêveberiya Xweser di merheleyeke nû û çarenûsî di nava siyasetên navdewletî de.
Lê li aliyê leşkerî, Berxwedana Rûmetê ya li dijî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê piştî têkbirina DAIŞ’ê, bûyereke girîng a di lawazkirina dewleta Tirk û kûrkirina wê ya zêdetir li qada navdewletî û hundirîn de, tevî pêkanîna wê ya komkujiyan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê lîst.
RÛDAN Û PÊŞDEÇÛNÊN GIRÎNG LI SER ASTÊN LEŞKERÎ Û SIYASÎ
Di 27.03.2019’an de forumeke Sûrî-Sûrî bi sponserî û însiyatîfa Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) bi beşdariya 148 delegeyên siyasî û civakî ku nûnertiya rêxistin, partiyên siyasî û civakî li tevahî Sûriyê dikin, li dar ket. Da ku çareseriya aştî ya siyasî bê bihêzkirin û dagirkerî li xaka Sûriyê bê bidawîkirin.
Di 03.04.2019’an de dest bi komxebata eşîrên li Sûriyê bi însiyatîfa MSD’ê li Eyn Îsayê, hat kirin. Da ku piştevaniya Rêveberiya Xweser û QSD’ê bê kirin, herêm ji terorê bê rizgarkirin û rê li pêş tevahî ajandeyên herêmî bê girtin.
Der heqê hemleyên dîplomatîk, şandeya ji parlamentoya Ewropayê, lêkolîner û rojnameyên rojavayê derbasî Bakurê Sûriyê di serdaneke fermî di 23.04.2109’an de bûn, da ku rewş û projeya demokratîk binasin ku piştevaniya siyasî ya Rêveberiya Xweser pêşkêş bikin. Piştî ku QSD’ê teror têk bir û serkeftina li hember wê ragihand.
Rêzdar Corinne Mural a ji Partiya Çepgir a Fransayê bi şandeya rojnameger re di 21.04.2019’an de serdana Bakurê Sûriyê kir, gelek hevpeyvîn pêk anîn. Pirsên li ser Rêveberiya Xweser, rewşa siyasî ya giştî, êrişên dewleta Tirk, dagirkirina bajarê Efrînê û helwesta Fransayê ji vê êrişê kirin.
Di 8’ê Hezîranê de şandeyeke hevpar ji wezaretên karên derve yên Fransa û Hollandayê, serdana Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a bajarokê Eyn Îsayê kir ku piştevaniya welatên xwe ya pêkanîna dadgeheke navdewletî li herêmên Rêveberiya Xweser ku DAIŞ’ê darizînin, piştrast bikin.
Di 12.06.2019’an de, nûnerê Amerîkayê yê Koalîsyona Navdewletî William Robak tevî rayedarên payebilind ên di rêveberiya Amerîkayê de, serdana Bakurê Sûriyê kir, hevpeyvîn bi Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, gera meydanî li Herêmên Firat û Cizîrê jî pêk anî.
Di heman dîrokê de, şandeya dîplomatîk a payebilind a ji Wezareta Karên Derve ya Belçîkayê, serdana rayedarên Rêveberiya Xweser a Demokratîk kir ku piştevaniya mirovî ya yekser ji Rêveberiya Xweser û çareserkirina siyasî li Sûriyê, mîsoger kir.
Girêdayî heman mijarê di mehên Gulan û Hezîranê de, tevgereke dîplomasiyê di navbera Rêveberiya Xweser, hikumetên Asya û Ewropayê de ku Rêveberiya Xweser binasin, pêk hat. Her wiha jî da ku ew malbatên ji DAIŞ’ê yên ji hemwelatiyên cuda, wekî Uzbekistan, Kazaxistan, Norwec, Swêd, Hollanda û Rûsyayê wergirin.
Li ser asta hundirîn jî di 04.07.2019’an de KNK`ê civîneke berfireh ji 28 partiyên li Rojava re li dar xist. Piştre bi reşnivîseke belgeya siyasî ya bi hedefa yekitiya refa kurdî, bi encam bû. Piştî wê jî komîteya lêkolînkirina bi partiyên Kurdistanî re hate avakirin.
Li aliyekî din jî Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk (NRLS) komxebateke navdewletî der barê DAIŞ’ê de, bi beşdariya lêkolîner, akademîsyen, mamosteyên zanîngehên Ewropayê, erebî û kurdî li dar xist. Komxebatê 3 rojan dewam kir û bi gelek pêşniyarên der barê pêşeroja girêdayî dadgehkirina DAIŞ û aliyê piştgiriya wê de bi encam bû.
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê di 8’ê Tebaxê de daxuyaniyek weşand ku tê de naveroka nameya ku rêber Abdullah Ocalan ji girtîgehê ji Tirkiyê û hêzên cîhanî re şandiye, eşkere kir. Her wiha rêber Ocalan di nameyê de daxuyand ku di her awayî de amade ye ku çareseriyê pêk bîne, herêmê ji azarên şer dûr bixe û aştiyê pêk bîne.
LI SER ASTA LEŞKERÎ...
QSD’ê di 2019’an de 9 meclisên leşkerî ava kirin; Kobanê, Reqa, Tebqa, Girê Spî, Serêkaniyê, Qamişlo, Hol, Dêrazor, Dirbêsiyê, Şedadê, Hesekê û Dêrikê. Hê jî sazûmaniya van hêzan berdewam e.
Di 16.01.2019’an de, li naverasta bajarê Minbicê teqîneke mezin a hedefgirtina komeke leşkerî ya hevpar ji Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbic û artêşa Amerîkayê, pêk hat. Di encamê de 16 sivîl û leşker bûn qurbanî, jê 4 leşkerên Amerîkayê bûn û 3 jî birîndar bûn. Ev teqîn piştî ragihandina Amerîkayê ya vekişîna ji Sûriyê pêk hat. Piştî teqînê jî Emmanuel Macron daxuyand ku leşkerên Fransayê dê li herêmê heta sala 2019’an bimînin û gefa li ser Ewropayê berdewam e.
Di 23.03.2019’an de, Fermandariya Giştî ya QSD’ê daxuyaniyek der barê serkeftin û têkbirina DAIŞ’ê li erdnîgariya Sûriyê bi beşdariya Fermandarên Koalîsyona Navdewletî û rayedarên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, weşand. Bi wê re jî li Sûriyê û Ewropayê xwepêşandanên girseyî yên silavkirina serkeftina dîrokî li dar xistin.
Li ser asta navdewletî, QSD’ê cihekî girîng ê nû stand ku bibe hêzên leşkerî yên di qada navdewletî de itîrafkirî, piştî vê hêzê plana xebatê bi NY’yê re li Cinêvê di 29’ê Hezîranê de îmze kir.
Di 09.10.2019’an de dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yekser êriş û dagirkirina li ser xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand. Bi wê re jî bajarên Serêkaniyê û Girê Spî bi top û firokeyên bêpîlot tevahî sînorê Bakurê Sûriyê, hedef girt. Sûcên şer û karasteke mirovî ya hov, pêk anî. Ev jî serjimariyên sûcên dewleta Tirk a dagirker in:
478 sivîlan jiyana xwe di encama bombebarana balafir û topbaranê de bi kuştina meydanî bi rêya çeteyên xwe, ji dest da. Her wiha jî hezar û 70 sivîl jî birîndar bûn. Zêdetirî 300 hezar sivîl neçarî koçberiyê bûn. 810 dibistan ji xizmetê derketin û 86 hezar xwendekar ji xwendin û dibistanan hatin mehrûmkirin. Li rexê jî binesaziya gelek rêyên giştî û xizmetê hate wêrankirin. Li aliyekî din jî xebatên dizîn, talankirin û revandina bi daxwaza fîdyeyê, desteserkirina malên sivîlan û belavkirina tiştên desteserkirî li malbatên endamên xwe, pêk hatin.
Di 2’yê Kanûnê de artêşa dewleta Tirk a dagirker komkujiyeke hovane li dijî koçberên Efrînê yên li navçeya Til Rifetê ya kantona Şehbayê pêk anî. Di encamê de 10 sivîl ku 8 jê zarok in, bûn qurbanî û zêdetirî 12’yên dîtir jî birîndar bûn.
VEJANDINA JIYANÊ LI HERÊMÊN DÊRAZORÊ
Tevgera civakî û xizmetguzarî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi sedema gefên Tirkiyê û êrişên bênavber û bimebest li dijî gelên herêmê, bû sedema hêrsa hundirîn li Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Bi wê re jî xwepêşandan, protesto û çalakî bê navber di dirêjahiya salekê de ji hêla pêkhateyên herêmê, pêk hatin.
GELEK RÛDANÊN GIRÎNG...
Di 08.01.2019’an de Desteya Edaletê li gundewarên Dêrazorê bi hevkariya bi Meclisa Sivîl a Dêrazorê re, Dîwana Edaleta Civakî li bajarokê Kîsra bi armanca gurbûna xebatên dadwerî li herêmê, vekir.
Li aliyekî dîtir jî Akademiya Şehîd Fatme Xabûr a Amadekirin û Gihandina mamosteyan, bi merasîmekê ku li gundê Mihêmîdiyê yê li gundewarên rojavayê Dêrazorê, pêk hatiye, dewreya perwerdeyê ya yekemîn bi dawî kir. Dewre heta 20 rojan dom kir û di meha Çileyê de bi tevlêbûna 120 mamosteyan pêk hat.
Ji bûyerên girîng ên li ser asta xizmetguzariya tenduristî, nexweşxaneya taybet a nexweşiyên dil û çavan a yekemîn li herêma Cizîrê li taxa Enteriyê ya bajarê Qamişlo di 21.01.2019’an de, hat vekirin.
Di 5’ê Sibatê de, bi dirûşma "Efrîn… dê ji nû ve bibişkuvin" da ku rihê berxwedanê li Rojava bibe yek, Karwanê Zeytûnê ya Rewşenbîran ji Kobanê bi çandina darên zeytûnê ji herêmên Firatê heta bi çemê Dicleyê li herêma Cizîrê, dest pê kir.
Di 03.02.2019’an de, jiyana werzîşî li Yarîgeha Reş a li naverasta bajarê Reqayê bi vekirina turnuvaya yekemîn a Komîteya Werzîşê ya Meclisa Sivîl piştî ku bi salan vegeribû baregeh, girtîgeh û meydana kuştinê ji hêla DAIŞ’ê ve, vegerî.
Di 16.02.2019’an de Komîteya Çandiniyê ya Meclisa Sivîl a Dêrazorê dest bi xebatên sererastkirina projeya qenaya avdanê ya Xabûrê kir ku ava vexwarinê bide zêdetirî 500 hezar şênî û ava avdanê ji zeviyan re bi rûbera zêdetirî 250 hezar donim, dabîn bike.
Di 20.02.2019’an de Konferansa 2’yemîn a Ciwanên Rojhilata Navîn bi dema 2 rojan dest pê kir ku bi hilbijartina Koordînasyona Giştî ya Ciwanên Rojhilata Navîn, gelek biryarên girîng der barê parastinê pêk hat û etnîkên li Rojhilata Navîn de ji qirêjiya pergalên destpot û dagirkerî û piştevaniya şorşea Rojava, bi encam bûn.
Di meha Adarê de xebatên girseyî der heqê boneyên 8 û 11’ê Adara 2019’an de li dar ketin. Da ku piştgiriya şerê têkbirina terorê û berxwedana Leyla Guven bikin. Her wiha jî da ku tecrîdê li ser rêbertî red bikin û protestoyên li ser sînor ên bi piştgiriya şermezarkirina gefên Tirkiyê, bidomînin.
Di meha Hezîranê de ji destpêka hefteya yekemîn de, şewatên bizanebûn, li xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk hatin. Gelek berhemên şênî, rih û milkên wan hatin şewitandin. Zirar bi 435 hezar û 500 donim hat serjimarkirin û her wiha jî 14 kesan jiyana xwe ji dest da, 56 hezar û 240 darên biberhem û 44 ton ji genim û ceh, şewitîn.
Di 18`ê Kanûna 2019`an ji aliyê Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratîjîk (NRLS) komxebatek der barê qirkirina etnîk û guhertina demografî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li bajarokê Rimêlanê hat lidarxistin.
(FR)
ANHA