1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Parlamentoya Swîsreyê qirkirina Êzidiyan nas kir
Parlamentoya Swîsreyê qirkirina Êzidiyan nas kir,parlamentoya,swîsreyê,qirkirina,êzidiyan,nas,kir

Parlamentoya Swîsreyê qirkirina Êzidiyan nas kir

Meclisa Federal a Swîsreyê bi piraniya dengan pêşnûmeya ku qirkirina Êzidiyan nas dike qebûl kir. Di pêşnûmeyê de ji Konseya Federal a Swîsreyê tê xwestin ku ji bo tazmînata sûcên hatine kirin kampanyayek navneteweyî bê meşandin

A+ A-

Parlamenterê Meclisa Federal a Partiya Sosyalîst a Swîsreyê Fabian Molina û parlamentera Keskan Sîbel Arslan ji bo komkujiyên çeteyên DAÎŞ’ê yên li dijî Êzidiyan weke qirkirin bên naskirin, pêşnûme pêşkêşî meclisê kiribû, li Meclîsa Federal a Swîsreyê civîneke taybet hat lidarxistin. Mexdûrên komkujiya DAÎŞ'ê û kesayetên navdar ên civaka Êzidî jî beşdarî rûniştina taybet a ji bo dengdana pêşnûmeyê hat kirin.

MOLINA: SÛCÊN QIRKIRINÊ HATIN BELGEKIRIN

Parlamenterê Meclisa Federal a Partiya Sosyalîst Fabian Molina di rûniştina taybet de axivî û komkujiyên DAÎŞ’ê yên di sala 2014’an de li dijî Êzidiyan pêk anî bi bîr xist û got:
"Sûcên hovane yên ku ji aliyê DAÎŞ’ê ve hatine kirin, ji aliyê tîma lêkolînê ya Neteweyên Yekbûyî, UNITAD, û rayedarên din ên vekolînê ve hatine belgekirin û îsbatkirin. Civaka navneteweyî ji aliyê siyasî û hiqûqî ve bi giştî qebûl kiriye ku sûcên hatine kirin di çarçoveya Peymana Pêşîlêgirtin û Cezakirina Sûcên Qirkirinê de qirkirin e.”

'XWESTIN ÊZIDIYAN TINE BIKIN'

Molina bal kişand ser êrîşên DAÎŞ’ê yên bi aramanca tunekirina gelê Êzidî hatin kirin. Molina diyar kir ku ji sala 2014`an ve DAÎŞ bi awayekî sîstematîk êrîşî cihên Êzîdî li Iraqê dike da ku çand û jiyana Êzdiyan têk bibe. Bi vê yekê bi deh hezaran Êzidî bi taybetî jin kuştin û kirin kole. Jin, mêr û zarokên Êzîdî yên dîl hatin girtin, neçar man ku di dîlgirtinê de bixebitin û rastî tundiya zayendî û hovîtiyên din hatin. Ev hemû sûc di rapora UNITAD'ê cih digirin. Bi aramanca wan tinekirina gelê Êzidî hatine kirin."

‘TÊKOŞÎNA LI DIJÎ BÊCEZABÛNÊ BIRYAREKE GIRÎNG E'

Molina bi bîr xist ku hin Êzidiyên ku ji komkujiyên DAÎŞ’ê rizgar bûne li meclîsê bûn û wiha domand: “Weke komîsyon em piştgiriyê didin têkoşîna li dijî bêcezabûnê yên sûcên herî giran. Têkoşîna li dijî bêcezakirinê ji bo serweriya hiqûqê û pêşîgirtina li sûcên herî giran alîkariyek girîng e. Li hember gefa bihêzbûna DAÎŞ’ê ya li Sûriyê, ev pêşnûmeqanûn girîngtir xuya dike. Pêşnûmeqanûn bi polîtîkaya bêalîbûnê ya Swîsreyê re jî li hev dike. Di vê çarçoveyê de komîsyon bi bîr dixe ku DAÎŞ ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve weke rêxistineke terorîst e û berovajî îdîayên wê ne dewlet e. Bi vî ruhî ez daxwaz dikim ku parlamento pêşnûmeya heyî qebûl bike.”

SÎBEL ARSLAN: DIVÊ EV HOVÎTÎ BÊCEZA NEMÎNE

Piştî Molina parlamentera Partiya Keskan Sîbel Arslan axivî û bal kişand ser asta komkujiya ku DAÎŞ'ê li dijî Êzidiyan pêk anî û got, "Neteweyên Yekbûyî ev sûc weke qirkirinê pênase kir. Gelek dewletên cuda bersiva vê banga Neteweyên Yekbûyî dan. Ji bo ev hovîtî bêceza nemîne, divê em bibin alîkar.”

Piştî axaftinan pêşnûmeqanûn kete dengdanê. Li hemberî 62 dengên na, 27 dengên bêalî û bi 105 dengên erê hat qebûlkirin.

Li gorî pêşnûmeqanûna ku hatiye qebûlkirin, Swîsre;

“Koçberkirina bi darê zorê, destavêtin, cînayetên sîstematîk ên ku bi armanca qirkirinê li dijî Êzidiyan hatine kirin, her wiha wêrankirina cihên wan ên îbadetê bi tundî şermezar dike;

Êrîşên DAÎŞ'ê yên ji 3’yê Tebaxa 2014'an û vir ve li dijî kêmarên olî yên Êzidiyên li Iraqê weke qirkirinê qebûl dike;

Daxwaz dike ku ev pêşnûme ji aliyê Wezareta Karên Derve ya Swîsreyê ve bi rêya tora xwe ya dîplomatîk ji civaka navneteweyî re bê şandin;

Daxwaz ji Konseya Federal dike ku ji bo sûcên ku hatine kirin, pabendbûna navdewletî bide."

 

ANF