1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. Parêzer Eren Keskîn: Îstîsmara li Êlihê wekî bûyera N.Ç. ye
Parêzer Eren Keskîn: Îstîsmara li Êlihê wekî bûyera N.Ç. ye,parêzer,eren,keskîn,îstîsmara,li,êlihê,wekî,bûyera,n,ç,ye

Parêzer Eren Keskîn: Îstîsmara li Êlihê wekî bûyera N.Ç. ye

A+ A-

STENBOL - Parêzer Eren Keskîn, diyar kir ku îstîsmara zayendî ya li Êlihê hat jiyîn wekî bûyera N.Ç. ye û wiha got: “Li vir sûcê herî mezin ê pergala daraza ku kesên îstîsmara li dijî zarokan pêk tîne nagire ye.”

Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafê Mirova (ÎHD) û parêzera N.Ç. Eren Keskîn îstîmara zayendî ya li Êlihê li dijî zaroka bi navê G. a 14 salî pêk hat nirxand û diyar kir ku bûyera li êlihê pêk hatî wekî bûyera di sala 2002’yan de li Mêrdînê li dijî N.Ç. hêj 13 salî bû ku rastî îstîsmara 28 kesan hatibû ye.

‘SÛCÊ HERÎ MEZIN Ê DARAZÊ YE’
Keskîn, da zanîn ku bûyera îstîsmara zayendî ya li herêma Êlihê yek ji rêbazên ku di dema pêvajoyên pevçûnan de tê bikaranîne û wiha got: “Di hemû şeran de heman rêbaz tê bikaranîn. Berê jin û zarokên keç ên aliyê dijber dane fuhuşê polîtîkayeke. Ji ber wê yekê bûyera Êlihê jî divê wiha were nirxandin. me beriya niha jî bûyerên bi heman rengî dîtin. Bûyera N.Ç. a li Mêrdînê ya ku hemû raya giştî dizane heye. Bûyera li Êlihê hat jiyîn asta dawî ya nêrîna hiqûqa zilamên desthilatdare. Em behsa zarokek biçûk û gelek zarokên din dikin. Zarokên biçûk rastî îstîsmara zilamên mezin tên, rih û bedena wan ji aliyê van kesan ve tên birîndarkirin. Çeteyek ku ji komek zilamên li herêmê tên nasîn û li ser zarokan pere qezenc dikin heye. Li vir bûyerek pir alî heye. Bûyerekî ku sûcdarê wî diyare heye. Lê li vir sûcê herî mezin ê pergala daraza ku kesên îstîsmara li dijî zarokan pêk tîne nagire ye. Ji ber ku ev rê li ber sûcên din vedike. Ev mirov di rastiyê de sûcê li dijî mirovahiyê pêktînin. Li hemberî pere bi zarokek biçûkre bûyîn tê çi wateyê. Sûcê herî mezin sûcê îstîsmarê ye. Lê wekî ku sûcê dikin xwezayî ye ev mirov bêyî girtî tên darizandin. Ji ber ku ew zilamin, mafê wan heye û ev daraza zilam wan diparêze. Li gorî min bûyera li Êlihê rastiya wê eve.”

‘BERDÊLA WIJDAN EXLAQE’

Keskîn, da zanîn ku wê demê jî hîna N.Ç. zarok bû ligel zarokên din fûhûş pêdan kirin û wiha pêde çû: “Wê demê jî kesên sûc pêk anîn kesên dihat naskirin ên wekî leşker, polîs, siyasetmedar, midûr hemû nmirovên ji civakê û 2 jin bûn. Ev herdu jin ji ber zarok li hemberî pere dane zilaman dihatin sûcdarkirin. Hemû zilan bêyî girtî hatin darizandin û di encamê de 3-4 sal cezayên biçûk girtin. Lê herdu jinan her yek ji wan 9 sal ceza girt. Hinceta wê jî wekî jiyanek bê exlaq derbaskirine hat nîşandan. Dîsan têgînek exlaqî ya zilamparêz xistin pêşiyê. Pêkanînên zilaman bi fîîlî hatin qebûlkirin; lê bêexlaq jiyankirina jinan wekî sûcekî bazin hat dîtin. Exlaq di erdnîgariya me de têgînekî gelek girînge. Exlaq bi keçbûna jinekê tê vegotin. Lê ev lênêrînek zayendî ya civakê û zilamê desthilatdare. Ger exlaq heye tenê wijdane. Li gorî min kesekê bêwijdan be bêexlaqe. Berdêla wijdan exlaqe. Ji bilî vê ji xwe quralên exlaqê kes li gorî xwe çêdikin. Ji ber vê yekê têgeha exlaq a zilamê desthilatdar dibe sedema mexdûriyeta gelek jin û zarokên keç.”

‘HETA MIRINÊ MEHKÛMÎ TRAWMAYÊ DIKIN’

Keskîn, anî ziman ku di bûyera N.Ç. de çawa dadgehê got daxwaza zarokek biçûk jî heye û biryar girt, bêgirtin darizandina div ê bûyerê de jî ji ber fereseta dadgehê ya daxwaza wê jî hebûye û wiha axivî: “Dibêjin ku daxwaza zaroka biçûk jî heye. Lê van zarokan heta mirinê mehkûmî trawmaya ku bandorê li ser jiyana wan dike dikin. Dibe ku ew kes 2 salan li girtîgehê bimîne û derkeve; lê ve zarok heta dawiya jiyana xwe din ava trawmayê de dimînin.”

ÇI BÛBÛ?

Li Êlihê piştî zaroka bi navê G. a 14 salî îfade da dozgeriyê lêpirsîn hat destpêkirin, di çarçoveya lêpirsînê de kesê bi navê Yildiz Ç. ê ku bi zorê fûhûş pê dakirin, esnaf Şakîr A., keya Abdulkadîr T, û kesekî ku navê wî ne hat zanîn hatin girtin. Dozgerê biryara veşartî danî ser dosyayê.