Perçeyek helandin û talankirina çanda Kurdî: Rêzefîlmên Tirkiyeyê
Rêzefîlmên biyanî û bi taybetî jî rêzefîlmên dewlet Tirk ên di televîzyonên Başûrê Kurdistanê de tên weşandin, di aliyê civakî, çandî û exlaqî de bandoreke gelekî nebaş çêkiriye. Gelek bûyerên ku di van rêzefîlman de çêdibin, li nava civaka Başûr de jî belav dibin. Rêzefîlmên ku wekî perçeyek ji polîtîkayên dagirkirina çandî û fizîkî ya Kurdistanê tên nirxandin, metirsiyekê çêdike. Rêveberiya Rewşenbîriyê, Wezareta Ewqaf, hunermend û civaknasên Başûrê bal kişandin ser encamên metirsîdar û daxwaza dezgeheke kontrolkirinê kirin
Herêma Kurdistanê ku bi salane di bin êrîşên leşkerî yên dagirkeriya dewleta Tirk de ye, di heman demê de bi metirsiya talan û helandina çand, exlaq û pîvanên civaka Kurdî re rû bi rû ye. Li aliyekê erdnîgarî û şûnwarên dîrokî tên bombebarankirin, welatî tên qetilkirin, li aliyê din di aliyê aborî de jî Başûrê Kurdistanê wekî herêmek dagirkirî tê pênasekirin. Nexasim piraniya şîrket û berhemên li ser xwarin, vexwarin, cilûberg, tiştên nava malê, çêkirina rêyan, petrol, avahî û hwd. yên biyanî û taybetî yên Tirkiyeyê ne.
Li ser vê dagirkerî û talanê, di çend salên dawî de talan û helandina çandî hatiye zêdekirin. Bi vê mebestê, taybetî dewleta Tirk giraniyek pir mezin daye rêzefîlman. Rêzefîlmên ku hejmara wan her diçe zêdetir dibe, li Başûr jî dublaja wan tê çêkirin û di televîzyonan de tên weşandin.
Hem talan hem helandin
Li gorî daneyên di encama lêkolînan de hatine kirin û nirxandinên pisporan, Tirkiye bi vê yekê re, planên dagirkerî û talankirina erdîngarî, çand û civakîbûna Kurdistanê pêk tîne. Li aliyekê helandinê pêk tîne, li aliyê din ji vê helandinê pereyan qezenç dike, bi van pereyan çek dikire û dîsa dijî Kurdan bikar tîne. Her wiha erdîngarî, çand û civaka Kurd biçûk nîşan dide, li şûna wê propagandaya çand, ziman, cilûberg û cihên xwe yên geştiyariyê dike ku ji vir jî pere qezenc bike.
Li gorî amareke sala 2018’an, Tirkiye salane 350 milyon dolar ji sektora rêzefilman qezenc dike. Niha jî hewl dide heya sala 2023’yan dahata rêzafilman derxîne yek milyar dolarî.
Reklama sektora cil û bergan
Di rêzefilman her wiha reklama cil û bergên ku li Tirkiye nayên firotin têkirin û bi vî rengî tê hedef kirin ku ev berhemhinardeyê welatên herêmê bên kirin. Tê gotin ku bi tesîra rêzefîlman jî, cil û bergên li Tirkiyeyê dişînin 120 welatan. Li Başûrê Kurdistanê jî piraniya cil û bergan ji Tirkiyeyê tînin, lê tevî ku baş nînin jî, bi buhayek mezin tên firotin. Bi vê yekê talan çêdibe, her wiha cil û bergên Kurdî her ku diçe kêmtir dibin. Li gorî amareke sala 2018’an Tirkiye salane 15 milyar dolar ji sektora cil û berg qezenc dike.
Pereyê rêzefîlan wekî bombe û gule li Kurdan vedigere
Bi taybetî di çend salên dawî de dewleta Tirk rojane piraniya deverên Kurdistanê bombebaran dike, hinek cihan dagir dike û leşker dikişîne. Dema ev yek jî li ber çavan tê gitin û li gorî nirxandin û lêkolînên hatine kirin yek ji çavkaniyên aborî yên van bombebaranan jî, dahata ji rêzefîlman e. Bi gotineke din pereyê bi rêya rêzefilman tê bidestxistin, ji bo kirîna çek û bombeyên dijî Kurdistanê tên barandin, tên bikaranîn. Li gorî daneyên sala 2017’an Tirkiyeyê di salekê de 19 milyar dolar ji bo şer û hêzên leşkerî veqetandiye û ketiye rêza yek ji welatên herî zêde bûdce ji bo şer veqetandine. Beşa herî zêde bûdceya şer a Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê jî di şerê dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê û gelê Kurd de hatiye xerckirin.
Dînamîtê datînin bin nirxên civakê
Yek ji tesîrên herî xirab ên rêzefîlman, li ser çand û nirxên civakê çêdibe. Enstûtîya Zanistanên Civakî ya Zankoya Gazî ya Tirkiyê li ser 55 beşên rêzefilmekî Tirkî lêkolîneke balkêş kiriye. Di lêkolînê de rêjeya şîdetê û teşwîqkirina sûc hatiye dayîn. Li gorî lêkolînê, di 55 beşên rêzefilm de 411 bûyerên kuştinê, 152 birîndarî, 137 êrîş, 147 lêdan, 155 zile, 175 şer, 110 êşkence, 3 destavêtin, 191 tacîz, 145 şerê bi çek û pevçûn rû dane.
Tesîra li ser civaka Başûr
Rêzefilmên Tirkî ji sala 2007’an ve li Başûrê Kurdistanê tên weşandin. Lê bi taybet ji sala 2013’an ve bi awayekî berbiçav weşandina wan zêde bûye. Li gorî zanyariyan rêzefilmeke Tirkî herî kêm bi 30 hezar dolarî tê kirîn. Salane herî kêm 10 rêzefilmên Tirkî li Herêma Kurdistanê ji bo zaravayê Soranî tên dublajkirin. Her rêzefîlmek herî kêm 120-200 beşin û her beşek jî di navbera 90 û 120 deqiqeyan de diguhere. Dublaja her deqîqeyeke rêzefilmekê di navbera 12 û 18 dolarî de diguhere. Li gorî vê yekê, beşek rêzefîlm a 90 deqîqeyîli ser 18 dolarî, bi 1620 dolarî tê dublajkirin. Rêzefîlmek ji 200 beşan pêk tê jî, bi 324 hezar dolarî tê dublajkirin. Hejmara hinek rêzefilmên Tirkî yên li Herêma Kurdistanê tên weşandin, gihîştine 900 heya 2 hezar beşî.
Tundutijî, hilweşandina malbat û exlaq
Rêzefilmên Tirk di mijara şêwazê jiyana civakî, peywendiyên jin û mêr, peywendiyên malbat û exlaq de jî xirabûnên mezin çêdikin. Bûyerên ku di fîlman de tên dîtin, li herêmê jî pêk tên.Ji dema ku Başûr dest bi weşandina rêzefîlmên Tirkî hatiye kirin ve, bi awayekî berbiçav rêjeya şîdeta dijî jinê zêde bûye. Ji 2009 heya 2019’an zêdetirî 3 hezar û 687 jin hatine kuştin, şewitandin an jî xwe kuştine. Her wiha zêdetirî 2 hezar û 537 jin jî bi êrîşên zanyedî re rû bi rû mane. Di nava amara ku hatiye dayîn de amarên salên 2010 û 2011’an nînin.
Destdirêjiya dijî zarokan û zarokên bêxwedî
Bûyerên destdirêjiya dijî zarokan di demên dawî de li Başûrê Kurdistanê û Iraqê tên dîtin. Pispor van rêzefîlan wekî sedema zêdebûna bûyerên destdirêjiyê nîşan didin. Îsal li Dihokê zarokek keç a 11 salî dema ku rê neda zilamek temen mezin teçawîz bike, bi awayek hovane keça 11 salî hate kuştin. Hemwext li Iraqê jî bûyereke bi heman şêweyî rûda. Her wiha li hinek herêmên din bûyerên heman rengî rû dane, lê di çapemeniyê de ne bûye rojev.
Di rêzefilmên Tirkî de senaryoyên wekî ku zarok bêxwedîne û piştre malbata xwe peyda dibe hene, her wiha zarokên di encama peywendiyên derveyî zewacê de çêbûne, li ber deriyên kargeh û mizgeftan, li ser rêyan tên danîn hene. Ev çanda avêtina zarokan êdî di nava civaka Başûrê Kurdistanê de jî pêşdikeve. Îsal gelek zarokên nû çêbûyî yên bêxwedî li Kerkûk, Hewlêr û Silêmanî hatin dîtin. Li gorî xelkê herêmê û pisporan heya niha tiştên bi vî awayî di civaka Kurd de çêne bibûn. Weke sedem jî rêzefilm tên nîşandan.
Jihev cudabûna jin û mêran
Rêjeya ji hev cûdabûnê ya jin û mêran jî, hem li Iraq hem li Herêma Kurdistanê zêde bûye. Rayedarên Iraqê dema rêjeya ji hev cûdabûnê ya salekê eşkere kir,bal kişandin ku sedema sereke ya zêdebûna jihev cûdabûnê jin û mêran rêzefilmên Tirkiyeyê ye.
Diziyê pêş dixe
Yek ji taybetmendiyên baş ên Başûrê Kurdistanê ewe ku di nava civakê de bûyerên diziyê pir kêm in. Lê piştî weşandina rêzefilmên Tirkî çanda diziyê li Başûr pêşdikeve. Demek kurt beriya niha ciwanekî ji bo girtina 200 hezar dînarê Iraqê ciwanekî karmendê benzînxaneyê da ber guleyan û kuşt.
Li Herêmê pergala kontrolkirinê nîne
Rêzefîlmên Tirkî û biyanî di gelek televîzyonên herêmî û ezmanî yên Herêma Kurdistanê de tên weşandin. Lê heta niha yasayek an jî pergaleke kontrolkirinê ya herêmê nîne. Rêzefilmên biyanî, bêyî erêkirina Wezareta Rewşenbîrî û kontrolkirinê rasterast bi rêya şîrketan û televîzyonan tên kirîn û weşandin. Wezareta Rewşenbîrî tenê eger gilî derbarê beş yan jî hinek sahneyên film de hebe, dikare li ser bisekine û ceza li wê televîzyonê bibire.
Berpirsê Rêveberiya Rewşenbîrî ya Parêzgeha Silêmaniyê Babekir Direyî diyar kir ti dezgeheke wan a çavdêrî û pesendkirina weşandina berhemên biyanî nîne û got: “Televîzyon û şîrket rasterast van filman digirin û diweşînin. Televîzyonên taybet jî yên hizban jî bi heman şêweyî dikin. Jixwe televîzyon û şîrketên li herêmê tev girêdayî partiyên mezin ên desthilatê ne.”
Babekir Direyî da zanîn ji bo ku ew fîlmekê bidin sekinandin, pêwîste welatî yan jî hinek kes gilî bikin û wê demê dikarin bikevin tevgerê. Direyî got: “Demek kampanyayek hatibû destpêkirin, Kurdsat filmên Tirkî êdî nedan. Dema kampanya û rojev hebe, tesîr dike û encam jî digire. Dema civak dengê xwe neke, televîzyon jî bi ya xwe dikin.”
Wezareta Ewqaf (ol û bawerî) herî dawî li ser nerazîbûnên zêde yên civakî bang li Rêveberiya Rewşenbîrî kir ku pîvanek ji bo rêzefilmên biyanî û bi taybet jî Tirkî deyne û berpirsyariyên xwe bi cih bîne.
Civaknas Serkewf Ebdulqadir: Bazirganî heye, hesasiyet nîn in
Civakanas Serkewt Ebdulqadir da zanîn ku rêzefîlm mîna tişteke madî ku bazirganî li ser tê kirin in, lewre pîvanên civakê li ber çavan nagirin û got: “Rêzefilmên tên hinardekirin ji bo welatên ku wan fîlman çêdikin, dibin sermayeyek netewî ya wî welatî. Rêzefilm niha mîna hertiştekî madî tê hawirdekirin. Ji ber vê yekê di van fîlman de zêde guh nadin hesasiyetên civakê. Niha li gorî berê rêjeya sûc pir zêdetir bûye. Rêzefilmên biyanî û bi taybet jî yên Tirkî bandoreke gelekî xirab li malbatê kiriye. Bûye sedem ku pirsgirêkên nava malê pir zêde bibin.Wextê welatiyan vala vala xerç dikin. Hinek rêzefilm heta 200-300 beşan dirêj dikin. Êdî wisa dibe ku kesên temaşe dikin xwe weke karekterek di nava fîlm de dibînin. Ferdan ji civakê û malbatê dûr dixe, xwe aydê civaka xwe nebîne.”
‘Meyla sûç pêşdixe’
Serkewt Ebdulqadir bal kişand ku zarok li sehneyên şîdetê yên di rêzefîlman de temaşe dikin, lewre meyla wan a sûç zêde dibe û wiha pê de çû: “Dema bûyerên kuştinê di fîlm de derbas dibin, zarokên lê temaşe dikin bandor bidin û meyla wan berbi wan kiryaran ve çêdibe. Ev rêzefîlm tirsnakin, şerên kêran pir didin. Ciwanên me yên nû gihiştî, dema çav li van rêzefilman dikin, yekser texlîdê wan dikin. Nimûneya vê jî li Silêmaniyê bû. Du ciwanan ji bo telefonekê hevalê xwe kuşt. Li Hewlêrê jî ciwanekî bavê xwe kuşt.”
Ebdulqadir, da zanîn ku rêzefîlm bêyî ku bandora wan xirab li ser çanda Kurdî, civak û aboriya herêmê bê zanîn, rasterast tên weşandin, lê tiştên di fîlman de tên dayîn qet li gorî exlaq û çanda Kurdî nînin.
‘Divê tedbîr bên girtin’
Ebdulqadir, xwest ku Wezareta Rewşenbîrî, Wezareta Xwendina Bilind û Wezareta Perwerdeyê pêşî li rêzefîlmên biyanî bigirin û axaftina xwe wiha domand: “Divê wezareta Rewşenbîrî ji bo fîlterkirina van fîlman hinek gavabavêje. Em rîca dikin ku Wezareta Xwendina Bilind di dema ezmûnan de her cûre rêzefilm qedexe bike, ji ber ku bandoreke gelekî xirab heye. Bi wan rêzefîlman bêrêzî li hemberîxwendina bilind û civakê tê kirin. Divê wezaretên Perwerde, Xwendina Bilind û Rewşenbîrî hemahengiyeke wisa çêbikin ku ev rêzefîlm bên sînordarkirin. Eger ev neyê kirin wê gelek bûyerên nexweş rû bidin. Wê avêtina zarokan a li Kerkûk, Silêmanî û Hewlêrê bi awayeke metirsîdar zêdetir bibin.”
Mêhvanperweriya Kurdî jî dikuje
Civaknas Serkewt Ebdulqadir, bibîr xist ku berê li Kurdistanê çanda mêhvanperweriyê pir xûrt bû, lê ji ber medya înternetê û rêzefilman niha kes nikare biçe mêhvandariyê û got, “Dema welatî diçin mêhvandariya hev,hinek li telefonê dinêrin, hinek jî li rêzefilmên temaşe dikin. Dema xwe ya zêrîn ku divê bihevre derbas dikin, bi rêzefilman xerç dikin. Ev jî dibe sedem ku peywendiyên civakî hilweşin.”
Derhêner Gezîre Omer: Hunera Kurdî di rewşek nebaş de ye
Derhêner û Sînameger Gezîze Omer jî dazanîn ku hunera Kurdî li Başûrê Kurdistanê di rewşeke nebaş de ye û wiha axivî, “Li welatê me pir kêm behsa huner tê kirin. Ez weke hunermendek û endamekî Rêveberiya Rewşenbîrî nikarim bêjim hunera Kurdî di rewşeke baş de ye. Piştî raperînê hikûmet, parlemento û gelek rêveberiyên me çêbûn. Her wiha gelek televîzyonên me yên herêmî ku aydê me ne vebûn. Me hêvî dikir ku em zêdetir rêzefilm û filmên Kurdî li ser van ekranên xwe bibînin. Dîsa diviyabû ev televîzyon xwedî şîrketên taybet ên ji bo berhemanîna rêzefilmên Kurdî bûna. Lê mixabin ev xeyala me qet pêknehat. Tabloya heyî cihê xemgîniyê ye. Sedema sereke ya lawazbûna filmên Kurdî jî ragihandina dîtbarî ya Kurdî ye. Televîzyonên Kurdî jî dibêjin, ‘Ji ber senaryoyên filmên Kurdî lawazin û derhêner jî sozên xwe nagirin, em berê xwe didin berhemên derve.’ Bi dîtina min ev bersiveke têrker û di cih de nîne. Di televîzyonan de rêzefîlmên Tirkî di rêza yekemîn de cih digirin, filmên Farisî, Erebî, Meksîkî, Koreyî û hwd tên weşandin. Zarokên me çav li van flîman dikin û daxwaza cilê Hindî û şûrê ku di filmên wan de tên bikarîn dikin. Bêyku em pêbihesin ketin nava civaka me.”
‘Razemenî ji bo pêşxistina hunera Kurdî nayê kirin’
Hunermend Gezîze Omer, bal kişand ku ji bo pêşxistina hunera Kurdî razemenî nayê kirin û wiha dom kir: “Li ber destê min senaryoya rêzefilmekî ji 30 xelekî pêk tê heye, lê tu şîrketek nîne sponsoriyê jêre bikin. Weke nimûne welatên Erebî, her sal di meha Remezanê de gelek berhemên hunerî diweşînin. Hemû civaka Erebî li derdora xwe kom dikin. Televîzyonên wan ji bo berhemên xwe yên herêmî dixebitin. Lê heya niha ez bawer nakim ti televîzyonek hatibe û gotibe, ‘eger berhemên we hebin werin em ji bo we çêbikin’. Niha ez rêze filmeke Kurdî amade dikim, divê televîzyonên Kurdî daxwaza girtina vî filmî ji me bikin. Hem ji bo çanda me baş e, hem jî dahateke wê ya madî ji bo herêmê heye. Lê ti sîstemeke karkirinê li vir nîne. Civaka me jî dixwaze di ekranên televîzyonên Kurdî de mijarên wan eleqeder dikin hebin.”
Gezîze Omer da zaninîn ku Kurdistan welatekî pir xweşîk û dewlemend e, lewre divê bi rêya hunerê reklama xwezaya xwe bikin û wiha dom kir: “Heya niha ti hewldanek wiha çênebûye. Ev rewşeke metirsîdare ji bo hunermendan. Heya niha 8 hikûmetên me çêbûne, lê di ti kabîneyekê de paragrafek jî behsa xebatên hunerî ne hatiye kirin û mafê hunermendan nehatiye parastin. Wezîrên me li ser karên xwe pispor nînin. Bernameyeke yasayî ya amadekirî nîne.Şîrket û televîzyonên heyî hemû girêdayî hîzban e. Ji ber xemsarî û neberpirsyariyê hunermendên Kurd bêhêvî dibin. Em hemû ji vê rewşê berpirsin. Em hunermendên Kurd dema tên gel hev tenê derdê xwe ji hev re dibêjin, lê pêwîstî bi tişteke hîn zêdetir heye.”