Prof. Oran: Hewldana bişavtinê hişmendiya Kurdîtiyê xurtir dike
Prof. Oran destnîşan kir, ku hewldana qeyûman a ji bo bişavtinê, ji bilî xurtkirina hişmendiya Kurdîtiyê bi kêrî tiştekî din nayê
Li bajar û navçeyên Kurdistanê ku bi destê qeyûman polîtîkaya bişavtin û Tirkkirinê tê meşandin, tabelayên bi zimanên herêmê tên rakirin û navên cihan tên guhertin. Prof. Baskin Oran ev kiryar nirxand û anî ziman, ku ev polîtîka nû nîne, niha ji aliyê AKP a Tirkperest-Îslamperest ve tê dubarekirin.
'EV POLÎTÎKA NÛ NÎNE'
Prof. Oran diyar kir, guhertina navê cihên li Kurdistanê nû nîne û got, "Di dîroka Tirkiyeyê de cara çaran, di dîroka Komarê de jî cara sêyan tê kirin. Cara ewilî ji aliyê Îttîhat û Terakkiyên Tirkperest ev kirin. Salên 1930'î û piştî Darbeya 27'ê Gulanê ev polîtîka Tirkperestî hate dubarekirin. Niha jî ji ailyê AKP a Tirkperest-Îslamperest ve tê dubarekirin."
Prof. Oran anî ziman, ji bo tinekirin û Tirkkirina hindikahiyan, netewe-dewlet a Tirk serî li du rêbazên bingehîn daye û wiha dewam kir: "Ya yekemîn; destwerdana li navan e. Qanûna Paşnavan a bi hejmara 2525, ku 21'ê Hezîrana 1934'an hate qebûlkirin, dixwest hemû komên etnîkî yên Misilman ên ne Tirk, bi taybetî Kurdan ji nedîtî ve bê. Heman hewldana jinedîtîhatinê li hemberî komên ne Misilman ve jî hate kirin. Ji bo koma wan a etno-olî nîşan nede, dest li paşnavê ku van kesan dixwestin hilbijêrin, hate werdan. Di vê demê de, karmendên nifûsê paşnavên weke 'Turkoglû-Kurê Tirkan', 'Ozturk-Tirkê Resen' li gelek Kurdan kirin. Ya duyemîn; destwerdana li navê cihê lê dimînin e. Vê polîtîkayê sala 1913'an dest pê kir, ku hingî Îttîhat û Terakkî dîktatorî îlan kir. Komarê jî ev polîtîka dewam kir û navê çem hwd. gund, bajarok, navçe, bajar û hwd. ên li gelek herêmên Tirkiyeyê guherand. Navên yek ji sê parên 12211 gund, 4000 bajarok, her wiha 4000 cihên cografî yên bi zimanên Ermenî, Rûmî, Lazî, Gurcuyî, Çerkesî, Bûlgarî, Kurdî, Dimilkî, Suryanî û Erebî hatin guhertin. Her wiha navên weke 'kizil-sor' ku komunîzmê tîne bîra mirovan hatin guhertin. Mînak navê Kizilçûllû ya li Îzmîrê kirin Şîrînyer."
'HEWLDANÊN BIŞAVTINÊ NERAZÎBÛNAN ZÊDETIR DIKIN'
Di dewama axaftina xwe de Prof. Oran destnîşan kir, ku nepêkan e doza Kurd bi polîtîkayên bişavtinê were çareserkirin û got, "Bişavtin-asîmîlasyon ew tişt e, ku dewlet hiş û bîra civakî tine dike û nasnameya hindikahiyan/ên din ji holê radike. Ev kar ji aliyê 'bazara aboriyê ya neteweyî' (BAN) ve tê kirin, ku ev yek mirovên li welatekî di bin sîwana çand û ziman de dicivîne. Ji ber ku karê bingehîn ê mirovan aborî ye. Ev kar jî çand û ziman bi xwe re dibe."
Prof. Oran bibîr dixist, di mijara têkiliya navbera bişavtin û hişmendiya hindikahiyan de pîvaneke ji pola ya kronolojîk heye û wiha dewam kir: "Eger BAN beriya hişmendiya hindikahiyan bê avakirin, hingî pêkan e ku hindikahî bê bişavtin. Ji ber ku bandora xurt a vê bazarê dikare pêşî li avabûna hişmendiya hindikahiyan bigire. Lê belê eger BAN piştî hişmendiya hindikahiyan ava bû be, hingî şensê bişavtinê nîne. Berevajî, hewldanên bişavtinê yên dewletê wê nerazîbûnan zêde bike û hişmendiya hindikahiyan tûj bike."
'BIŞAVTINÊ DEMA XWE ŞAŞ KIR'
Oran anî ziman, hişmendiya Kurdîtiyê ya li Tirkiyeyê herî dereng di destpêka salên 1960'î de derkete holê û diyar kiri BAN jî di dema Ozal de, yanî di dawiya salên 1980'î de ava bû. Oran got, "Bi gotineke ku jê bê fêhmkirin, em wiha bînin ziman. BAN ji bo Tirkiyeyê tê vê wateyê: Sarinca li Stenbolê tê çêkirin li Colemêrgê, penêrê sîrik ê li Colemêrgê tê çêkirin li Stenbolê her tim bê peydakirin."
Prof. Oran destnîşna kir, hewldanên niha yên bişavtinê, ji bilî tûjkirina hişmendiya Kurdîtiyê bi kêrî tiştekî din nayê.
'DIXWAZIM DERNEKEVIM DERVEYÎ SÎNORÊN TERBIYEYA XWE'
Têkildarî mijara zarokên Kurd, ku hêzên dewletê tîşortên bi ala Tirkan li wan kirin û ji Şirnexe ew birin Ordûyê, Prof. Dr. Baskin Oran got, "Ez dikarim vê şîrove bikim, lê belê dixwazim dernekevim derveyî sînorê terbiyeya xwe. Em şîroveyê ji mirovên van gotinên min bixwînin re bihêlin. Bila ew biryarê bidin."