1. Hemû Nûçe

  2. 21 Pirs

  3. Pêşangeha ‘Kêliyên Berxwedanê’ li Helebê dest pê kir
Pêşangeha ‘Kêliyên Berxwedanê’ li Helebê dest pê kir,pêşangeha,kêliyên,berxwedanê,li,helebê,dest,pê,kir

Pêşangeha ‘Kêliyên Berxwedanê’ li Helebê dest pê kir

A+ A-

Pêşangeha ‘Kêliyên Berxwedanê’ bi sponseriya Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê û bi dirûşma "Bi rihê Zîlan û Egîdan û bi hunera azad em ê rêya azadiya Efrînê xêz bikin" pêk tê.
Îro pêşangeh li taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê hat vekirin. Bi dehan şênî û nûnerên saziyên civaka sivîl beşdarî pêşangehê bûn.


Hevseroka Tevgera Xwendekarên Demokratîk Hêva Haşim û ji rêveberên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê a Helebê Kînan Xeyrî Dûrmûş axivîn û îşaret bi rola ciwanên şoreşger di bilindkirina asta têkoşînê de û xebatên ji bo tunekirina dagirkeran kir.


Di pêşangehê de 300 tabloyên hunerê ku xwendekarên Efrînê yên ku di kampên Şehbayê de dijîn, xêz kirine, hatin pêşkêşkirin. Di tabloyan de êş û zehmetî ji koçberkirin, rûxandin û topbaran tên diyarkirin.


Her wiah sînevîzyonek der barê destpêka Şoreşa 19`ê Tîrmehê û destekftiyên bi saya şehîdan hatine bidestxistin de ku ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê ve hatibû amadekirin, hate pêşkêşkirin.


Pêşangeh dê 2 rojan dewam bike.


(bx)
ANHA