Pêşdîtinên Ocalan ên li ser Sûriyeyê
Ocalan yek ji wan kesan e ku rewşa sosyo-polîtîk a Sûriyeyê baş zane. Bi salan li wir siyaset kir, têkilî danî û her wextê analîz kir... Dema ku got, "Sûriye li ber çûyînê ye" kesî pêşdîtineke wiha nekiribû
Yek ji taybetmendiyên girîng ên siyasî yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ew e ku şert û mercan timî baş dinirxîne. Derfet gelekî kêm jî be her tim hewl da pêngavekê biafirîne, rewşê veguherîne û wateyekê bidê.
Bêguman ne karekî hêsan bû ku sala 1979'an bi tena serê xwe derbasî Sûriyeyê bû û li vê derê ji tinebûnê tevgereke azadiyê ya gel afirand. Lewma pêvajoya Sûriyeyê xweser e û bi dersên dîrokî dagirtî ye. Bi vê gotinê qala vê rastiyê dike: "Divê mirov şert û mercan baş binirxînin. Min li Sûriyeyê di nava mercên zehmet de siyaset kir. Hûn jî pê zanin, ji bo Esad dibêjin 'şêr'. Min bîst aslan li ber şêr hevsengî afirand û bi vî rengî siyaset kir. Kesî ev rast fêhm nekir."
Ocalan demeke dirêj li Sûriyeyê ma û hemû nirxên ku ji aliyê herdu aliyan ve hatin afirandin gelekî hêja dît. Bi gotina wî, "Me ti carî xiyanet li dostaniyê nekir." Ocalan yek ji wan kesan e ku rewşa sosyo-polîtîk a Sûriyeyê baş zane. Bi salan li wir siyaset kir, têkilî danî û her wextê analîz kir... Dema ku got, "Sûriye li ber çûyînê ye" kesî pêşdîtineke wiha nekiribû.
Dema ku digot, "Eger Kurd li Sûriyeyê rabin ser piyan wê raperîna wan ji ya Ereban gelekî xurtir be" navê şoreşa Rojava nedihat bîra kesî.
Lê belê Ocalan lîderekî welê ye ku ya jê bawer dike dibêje, ya dibêje jî bi cih tîne.
Piştî komploya navneteweyî jî analîzên wî dewam kirin. Bi taybetî sala 2004'an û piştî wê, pêşdîtinên wî yên polîtîk ên li ser Sûriyeyê zêde bûn. Dema ku mirov bala xwe didin ser gotin û şîroveyên wî yên çend salan jî, îro baştir dibînin bê çawa bi cih hatine.
Ji ber vê yekê ye, hêja bibîrxistinê ye bê Ocalan duh çi gotiye.
***
2004: "PARASTINA REWA LI SER BINGEHEKE RAST BINIRXÎNIN"
Destpêkê em bala xwe bidin sala 2004'an!
Hişyariyên ku nava vê salê kiribû, bi giranî ji bo Kurdan bûn ku divê li wir çi bikin, li ser rewşa demokratîk û polîtîkayên der heqê Kurdan bû. Wiha digot:
* Divê Kurdên li Sûriyeyê bernameya xwe ya li ser welatiyên azad, mafê perwerdeyê û çandî deynin ber xwe û parastina rewa li ser bingeheke rast binirxînin. Pêwîste li Sûriyeyê tedbîr werin girtin.
* Eger rêveberiya Sûriyeyê daxwaza azadiyê ya Kurdan bitepisîne wê tengav bibe. Girîng e Kurdên li Sûriyeyê partiyên xwe ava bikin û daxwazên xwe yên demokrasî û azadiyê bi rêxistin bikin. Li dijî helwestên gemarî yên rêveberiya Sûriyeyê pêwîste tedbîrên xwe bigirin.
* Bila gelê Sûriyeyê xwedî li maf û azadiya xwe derkeve. Dixwazim ku bi azadiya mafên xwe yên demokratîk û nasnameya xwe ya çandî bi rê ve biçin. Ev ji bo parçeyên din jî derbas dibe. Li Rojhilata Navîn lîstik di nava lîstikê de tê lîstin. Provokasyon hene. Eger hûn vekirî dixebitin, lazim e hûn li gorî wê tevbigerin. Dikarin bûyerên kiryar nediyar bikin.
* Pirsgirêka welatîbûnê pirsgirêka sereke ya Sûriyeyê ye. Divê dost jî vê biparêzin. Bêjin ku welatparêz dixwaze ji bo xêr û başiya Sûriyeyê tştekî bike.
2005: "KURD WÊ BI XURTÎ LI BER XWE BIDIN"
Di hevdîtinên 2005'an de Ocalan qala "şerê" ku îro li Kurdistanê dest pê kiriye dike. Bi taybetî dibêje ku ev şer wê ber bi Tirkiyeyê ve biçe. Ji bo vî şerê nû dest pê kiriye (mabest ji şer, destwerdan û ji nû ve dîzaynkirina Rojhilata Navîn) dibêje, "Tirkiye, Sûriye, Îran fêhm bikin, ya jî fêhm nekin. Ji bo min ne girîng e. Hemû pêşdîtin û hewldanên min ji bo wê yekê ne ku Kurdistan nebe derya xwînê." Bi vê gotinê armanca têkoşîna xwe vegot.
Ocalan diyar dike ku ew ji gel û dilsoziya gel piştrast e û destnîşan dike ku eger êrîş were kirin wê gel bi xurtî li ber xwe bide.
Hişyariyên wî dîsa ji bo dewleta Sûriyeyê û Kurdên li wir bû:
* Eger ev polîtîkaya tinekirinê bidome, eger hewl bidin nokerên Kurd bixin dewrê, ya ku hûnê bikin berxwedaneke bêhempa ye. Du mehan wê bi vî rengî dewam bike. Eger bi polîtîkayên înkar û tinekirinê jib o qedandinê bi ser we de werin, bi rêyên siyasî dîplomatîk hewl bidin we tine bikin, ya ku hûnê bikin berxwedaneke xurt e, parastina rûmet û azadiya gelê xwe ye. Ev fêhm nakin, hê didin pey siyaseta tinekirinê.
* Cîhan demokratîkbûnê li ser Sûriyeyê ferz dike. Divê ji her du aliyan ve amade bin. Girîng e parastina xwe bikin. Girseya gel dilsozê min e.
* Rewşa tirsnak a li Iraqê dibe ku sibe li Sûriyeyê jî rû bide.
2008: "WÊ OPERASYONÊ LI SÛRIYEYÊ BIKIN"
Ocalan sala 2008'an bi rengekî vekirî qala operasyona li dijî Sûriyeyê dike.
* Demeke nêz wê operasyonê li Sûriyeyê jî bikin. Piştî çend mehan an jî çend salan wê nizanim. Wê dor bê Tirkiyeyê jî.
* (Dewletên derve) demokrat jî bibin desthilatdar wê vê bikin. Komarger jî be wê vê bike. Her du jî wê heman tiştî bike...
2009: "WÊ FETWA KUŞTINA KURDAN BIDIN"
Ji bo hovîtiya li Efrînê tê kirin, Serokatiya Karên Diyanetê ya Dewleta Tirk li dijî Kurdan fetwayê derdixîne. Sûreya Fetîhê dide xwendin. Ocalan 9 sal beriya niha rewşa heyî bi şênberî raxist pêş çavan û ev hişyarî da:
* Eger yekîtiya neteweyî nebe, plan dikin ku ji komkujiyên li ser Fîlîstîniyan girantir komkujiyan li Kurdan bikin. Divê Kurd ji niha ve bibin yek. Her wiha Ereb jî dikarin êrîşî Kurdan bikin. Komkujiyên bên kirin dibe ku ji yên beriya niha gelekî girantir û tirsnak bin. Bi rêya fetwayan wê Kurdan bikujin. Wê fetwayên 'bê dîn in', ya jî yên din bidin.
2010: "KURDÊN LI SÛRIYEYÊ DIVÊ XWE BI RÊ VE BIBIN"
Ocalan sala 2010'an, ji nêz ve bi kaosa ku rû hesiya û bi taybetî ji Kurdan xwest ku bibin yek. Ocalan destnîşan kir ku Kurdên li Sûriyeyê ketine demeke man û nemanê û divê teqez tedbîran bigirin. Bi taybetî ragihand ku piştî hilweşandina Saddam wê qirkirina li Kurdan kêm nebe, berevajî wê zêdetir bibe û li hemû parçeyan rû bide. Got, "Eger yekîtiya demokratîk û karên aştiyê pêk neyên, bi vî rengî hewl neyê dayin, ji tişta ku Hîtler anî serê Yahûdiyan xerabtir wê Ereb bîne serê Kurdan." Ji bo Kurdên li Sûriyeyê jî banga "parastinê" kir. Perspektîfên Xweseriya Demokratîk jî bi taybetî destnîşan kir.
* Nûçe tên ku li Sûriyeyê Esad wê bi eşîrê Kurdan re rûnê. Ne bi eşîran re, lê li wir rêxistinên Kurdan hene, PYD heye, bila bi wan re rûnê. Eger Sûriye-Esad reformên demokratîk bike em ê destekê bidin. Di nava reforman de jî mafên xweseriyê yên weke xweseriya demokratîk a îdarî û çandî bê naskirin. Mesela, şaredarî dikarin bên dewrkirin. Dikare pêşî li Kurdan bê vekirin ku xwe bi rê ve bibin. Mafên nasnameyê dikare bê naskirin. Eger bi vî rengî bike, em ê destekê bidin. Sûriye welatekî girîng e, divê li ber çavan bê girtin. Esad bi rêbaza min a ku nêzî pirsgirêkê dibim, dizane. Eger bi vî rengî mafên xweseriya îdarî û çandî nas bike, em ê jî destekê bidin û rêxistinên Kurdan ên li wir jî wê destekê bidin Sûriyeyê."
* Li ser Sûriyeyê dikarim vê bêjim... Amerîka destpêkê Esad ber bi xwe ve kişand, lê niha li nuqteyeke krîtîk e. Ya wê weke Zeynel Abîdîn teslîm bibe, ya wê rê li ber çareseriyê veke, ya jî wê bi zorê bê tasfiyekirin. Wê wextê wê her tiştî ji dest bide, malbata wî wê biçe. Kurdên li Sûriyeyê divê bi hev re tevbigerin.
* Kurd li Sûriyeyê dikarin xweparastina xwe bi rêxistin bikin. Divê Kurdên li wê derê bi hev re tevbigerin, ev gelekî girîng e. Gelê me yê li wir dikare xwe bi lez û bez bi rêxistin bike. Min berê gotibû, "Bihara gelên Rojhilata Navîn". Bawerim min ev gotin sala 2003'an gotibû. Niha rojname dinivîsînin, dibêjin "Bihara Ereban". Ev ne bihara Ereban e, ev bihara gelan e, navenda wê jî Kurdistan e.
* Bila Sûriye nebêje ez ê Kurdan bi kar bînim. Ev yek wê ji bo wan bibe felaket, wê dawî li wan bîne. Ez wan bi tundî hişyar dikim: Divê bi Kurdan re li hev bikin. Li ser bingeha xweseriya demokratîk dikarin li hev bikin. Eger dewleta Sûriyeyê qebûl neke, Kurd dikarin bi mûxalîfan re tevbigerin.
* Eger bi mûxalîfên li Sûriyeyê re tevbigere jî, divê ji bo demokratîkkirina Sûriyeyê bixebite. Eger ev nebe, divê Sûriye û her kes zanibe ku zexta qirkirinê li ser Kurdan heye. Kurd di vê pêvajoyê de ji bo man û nemanê têdikoşin. Tinekirin, mirin li ser Kurdan tê ferzkirin.
* Bangli gelê me yê li Sûriyeyê dikim. Divê yekîneyên xweseriya demokratîk, yekîneyên xweparastinê yên li Sûriyeyê ava bikin. Gefa qirkirinê li wan tê xwarin. Divê vê gefê bibînin û xwe bi rêxistin bikin. Gelê me yê li Iraqê jî divê rêxistinbûna xwe xurt bike. Li wê derê di çarçoveya yekîtiya neteweya demokratîk de divê konferansa xwe pêk bînin û yekîtiya xwe li ser vê bingehê xurt bikin.